Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tu çawa yî - tirşik
tu çawa yî
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di nav kurdan de pirsa herî berbelav û popûler û aktûel e..

tu liqayî kê têyî, tu kê dibînî, miqerim vê pirsê ji te dike.. tu çawa yî? yanî tu bi çi awayî yî? yanî tu li ser hal û weziyeteke çawa yî? yanî şerrt û mercên ku tu tê re dibhurî çi ne, çawa nin? yanî di kîjan modê de yî? filan..

bersivên vê pirsê jî bipiranî klîşe ne..

wek baş im, xwudê kurê te bihêle

an; îdare ye, ji tunehiyê çêtir e..

an; hemdê xwudê şikrê xwudê baş im, mirina xwudê û keçikên spehî ji min kêm in..

an; xirxirandin e, ma te go qey baş be çi ye, ne baş be çi ye, taliyê her ne mirin e qey?..



03.12.2013 23:53 | endazer

2. (bnr: teq û req)



03.12.2013 23:56 | ceso

3. pirsa ku, bersiva wê %98.7 "ez baş im tu çawa yî" ye .

piranî tenê weke formaliteyê tê pirsîn û weke formaliteyê weke "baş im" tê bersivandin .



04.12.2013 01:09 | brusk56

4. pirsa herî pirr ku min adis dike, ji ber van sebeban:



-ku ez bibêjim baş im dê bersiva min %98.7 derew be.



-ku ez bibêjim ne baş im ew fikra ku yê/ya kêleka min bibêje qey kul û derdeke vî camêrÎ heye û dixwaze bi min re parve bike, bi min re çê bibe.



-û ji ber ku min pirr xwestiye bersivên bi vî awayî bidim lê tu carî ji min nehatiye ku ez bidim: yê te çi, çi ji te re, ma bi serê te ketiye, ma ji te re derd e, xêr e ma ji te re çi lazim e...



04.12.2013 16:49 | aryâspa

5. pirsa tirteylo!



04.12.2013 22:31 | azadixwaz

6. tu çawa yî? an tu çawan î?

kîjan rast e, kîjan çewt e, hevalno?



09.02.2018 00:04 | mirovekirind

7. (bnr: tu çitonî)



09.02.2018 01:49 | cinorek

8. (bnr: çonî)



09.02.2018 18:52 | mindal

9. (bnr: çanî)



10.02.2018 01:22 | bûtîmar

10. çend ro berê hevalekî soran di ber min re bihurî ji min re go “çaşî?” yan van sorana “çon î baş î” kin kiriye, yan camêr xeber ji min re da û hayê min jê tune.



28.06.2019 13:41 | tizbîkêş

11. li herema serhedê: çanî *



28.06.2019 16:18 | xelîl

12. (bnr: lê tu?) (bnr: çanÎ)



30.06.2019 02:12 | jifêzagorda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çawa tu herî
» yîeq

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tekili ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî