Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
alînegirtina admînên tirşikê - tirşik
alînegirtina admînên tirşikê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji ber ku tirşik partiyek yan jÎ KOMEKA muhatabÊ yekceleb nÛnu dive ku adminÊn wÊ jÎ wÊ rewşÊ bizanibin.

heta nivisandina siyasî bo adminÊn tirşikê şerm e. bÊteref bÛyina van pewiste ye.

çima min wusa got. jiber ku car caran ez dibinim adminÊn tirşikê yÊn (ku navÊn van bi nimreyÊ 56 xelas dibe) bi zimanê pir tuj hinek parti Û siyasiyan rexne dikin.

mina ku:

partiya bêşerefên (brusk56; derbarÊ hakparÊ)

zilamên wek mehmet galip ensarioğlu îmana wan pere ye (brusk56; derbarê ensarioğlu)

ji bo kesên ku xwe dibêjin ger ne ji akpê bûya min dengê xwe bida, re, dikarim bibêjim ku ger ensarioglu ne akpyî bûya wê an chpyî an jî chpyî bûya. ji ber ku dewlemendên berjewendîparêz, pere li ku bin wê li wir bin. (simurg56; derbarê ensarioğlu)

...



04.12.2013 04:59 | şoreşa penûsa kurdî

2. tiştek rast e .

yanê ji xwe bûna aligirê partî û ol û kesan, tiştek gelek normal e. him ji bo nivîskaran him jî ji bo maderatoran. ger di nav format û qaîdeyên tirşikê de be. dawiyê de her nivîskar çi moderator çi admîn çi nivîskar, dikare her tiştî binivîse.

ger moderatorekî li gor fikr û baweriyên xwe, peyaman jê biribe, an jî nivîskaran qedexe kiribe, ev yek elbet divê bê rexnekirin. lê ji ber ku moderatorek li gor fikr û ramanên xwe yên siyasî tiştek nivÎsandiye nikare were sÛncdar kirin. ma çi kêmasiya moderatoran ji nivîskaran heye *

û di vê navberê de hewce ye bê zanîn ku her moderator xwediyê fikrên cûda ne. heta carinan di bin hinek sernivîsaN DE Nikaş jî kirine. lê ji ber ku erka moderatoriyê û bûna nıvîskarekî ji rêze ji hev cuda ne, ev yek tu caran nebû pirsgirêk.

wextê xwe de hinek kesan ji ber fikrên siyasî ên endazer, gotin bila moderator endazer were guhertin , lê min wî çaxî jî got na, ne rast e kî çi bixwaze bila binivÎse, tenê bila di nav qural û qaîdeyan de bin .



nÎŞE ; min di derbarê hakparê de tiştek wisa nivîsandibû, lê paşê min ferk kir ku min xelet fêm kiriye. lewma min peyama xwe paqij kir û min vê peyamê nivîsandibû brusk56/13666



04.12.2013 16:07 | brusk56

3. biqasî ez zanim strÛktura tirşikÊ wusa ye:

- admin (yan jÎ adminan)

- moderatoran

- niviskaran

- berxikan

....

di nav van de cihÊ adminan cÛda ye. ji ber ku idareya malperÊ di destÊ van de ye. her çiqas fikrÊ van hebe jÎ dive ew rengÊ xwe zÊde eşkere nekin. ger ew wusa bikin ÊdÎ niviskarÊn tirşikÊ yÊ fişareke li ser xwe hÊs bikin.

lÊbelÊ rewşa tirşikÊ nuha xweş e. tiştek pir xwar tÛneye. especially bi moderatorên mina endazer Û kurdane tirşik bi reng Û deng e.



04.12.2013 17:30 | cinorek

4. weke brusk56 gotî her mirovekê di warê siyasî de fikreke xwe heye, û helbet weke nivîskarekê gorî qaîdeyan çi dixwaze dikare binivîse jî. ji xwe weke ku fikreke mirov tune be tevgerîn, tişteke derew e û ne rast e, her kes azad e ku fikra xwe bêje lê helbet heqê tu kesî pêşî li yê din girtinê tune, ji xwe bi vî awayî tirşik dikare bibe ciheke azad.



04.12.2013 22:44 | azadixwaz

5. pêşîya hertiştî divê mirov xwedî seknekê be . Ew siyaseta fehş kû , me nizanim ji kê vergirtîye mejî yê me û nerînên me kor kirîye. di rexnê xwe de rengê xwe diyar dike û xwe mîna kesayetîyek bêteref dide nişandan. divê em rê û rÊç a ê em nizanin dev jê berdin. zimanek nu biafirînin. ger tu rexne li hin kesa dikî , de lê baş bikole . ger tu ne rêwî ye rastî yê bî , riya te ne tû Rê ye.



04.12.2013 22:59 | felat

6. ji nav peyamên ku hevalê cinorek wek nimûne ji bo tez û îdîaya xwe dane de tenê peyama ji bo hakparê ya hevalê brusk56 derî formata tirşikê ye.. ew jî ez ne xelet bim hatiye jêbirin ji xwe..

divê em biçekî din xweragir bin.. û heta ji me tê divê em xwe ji giştîkirin û gelemperîkirinan dûr bidin.. û qalib û qebûl û pêşînhukm û klîşeyên xwe bidina aliyekî.. her admîn û moderatorek di heman demê de nivîskarek e jî.. li gorî min divê em dev ji polemîkên wihareng berdin û meyl û mesaî û enerjiya xwe bêtir ji bo çalaktirkirin û berfirehtirkirin û berbelavtirkirin û berniyastirkirina tirşikê bimezêxin..



05.12.2013 02:05 | endazer

7. kesên beralî civakên alînegirtin.Ji bo rengînî û wekhevî yê, pêwiste ku hemu kes (admin,moderator,niviskar.. hw.d) bikarê xwe û ramanên xwe bi azadî lê bê tajang (heqaret) û dijûn manîdar bike.



05.12.2013 16:18 | karmatî

8. ne xem e.

tirşikê de heta niha admîn û moderatoran tenê navên mijaran fîlan rast kirine, moderatoran kesî asteng nekirine û sansûr nekirine. loma zêde ferqa moderator, admîn û nivîskaran tune. loma ew jî dikarin weke herkesî nêrînên xwe vebêjin. bi ya min tu zerara vê yekê tune.

jixwe weke tê dîtin ji her fikr û baweriyan moderator hene. û moderatorên heyî -xwedê ji hemûyan razî be- ji herkesî re wekhev dûr an jî nêzik in. lê ev yek di meseleya moderasyonê de wisa ye. meseleyên din de weke hemû nivîskaran, rêvebir jî xwediyê fikr û ramanên cuda ne.



05.12.2013 19:36 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» alînegirtina admînên tirşikê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî