1. yew klama rençber ezizo. labelê no klamÊ ey zazakÎ niyo kırdasi yo. |
|
04.12.2013 17:36 |
cinorek
|
2. navê straneke şivan perwer e. di sala 1974an de di albuma wî govenda azadîxwazan de bi navê ger ez şehîd bim, dayê tu megrî derketiye. klîbeke nuh ji bo vê stranê amade kiriye. gotinên stranê: Ez xortê Kurd im, pir bi nav û deng Wan min hilgirtî bombe û tiving Ezê herim şer, ezê herim ceng Ger bême kuştin Dayê tu negîrî Ger venegerim, anê tu negîrî Ez xortê Kurd im, pir bi nav û deng Wan min hilgirtî bombe û tiving Li vir heya çiyê nav û dengê min Dinya hemû dît şan û rengê min Tu temaşeke şer û cengê min Ger Şehîd bibim Anê tu negîrî Ger nezvirim, Dayîka’m tu negîrî Te ez xweyî dikirim Bi şîr mêjandim Hêsîrên çavan bo min rijandin Dilê xwe te tew bo min şewitandin Ger bême kuştin Dayê tu negîrî Ger Şehîd bibim Anê tu negîrî |
|
18.06.2015 02:42 |
mergehez
|
3. straneka şivan perwer bû lê niha gelêrîye. strana ku şivan perwer ewê klîb jêra bide girêdan em bi hêvine ku vê strana xweş neherîmîne. |
|
18.06.2015 13:33 |
shorbevan
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |