Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
mark zuckerberg - tirşik
mark zuckerberg
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi navê xwe yê dirêj Mark Elliot Zuckerberg.. damezrînerê facebookê ye.. di 14ê gulana 1984an de li bajarê new yorkê yê amerîkayê ji dêûbaveke cihû çavên xwe li dinyayê bel dike.. di sala 2004an de li zanÎngeha harvardê tevî 3 hevalên xwe yên bi navê dustin moskovitz, eduardo saverin û chris hughes malpera xwe ya popûler dadimezrîne.. bi saman û sermiyanê xwe yê buhayê 24 milyar dolaran wek ciwantirîn dewlemendê cîhanê tê zanîn û texmînkirin..

hesabê wî yê facebookê ji aliyê 20.400.765 kesî ve tê şopandin..

heçiyê dixwaze dikare ji vê lînkê camêr bişopîne: https://www.facebook.com/zuck



05.12.2013 04:59 | endazer

2. bi zindî li televîzyonê ye (2018.04.11 - 01.15)

niha ketiye destê senatoran. enciqê wî derdixin. got heya niha çend xeletî em çêkirine hene. kêmasiyên xwe û berpirsiyariyên xwe qebûl kir.

hackerên ûris mala zuckerbergê xera kir. bi vî dawa, eşkere bû ku trumpê kunefe jî di sala 2016ê de ji tombalayê ûrisê derketiye. lê ew tişt rast in an na, ê derkeve holê.

êdî ez ê rakevim. dawiya wan çi dibe, em ê bibînin.



11.04.2018 01:19 ~2018.06.02 11:53 | mirovekirind

3. îfadeya zuckerbergo şovekî dadgeriya amerîkayê ya bêhempa ye (dê wiha be) ji bo vê sedsala înternetê. google û yên din jî di nav topê de ye lê li gorî nûçeyan facebook barê giran hilgirtiye. bawer nakim ku google ji faceê kêmtir sûcdar be, bi ser de bi ya min zêdetir e jî. van hemû tiştan jî bela trump e. amerîka ji bo trump biqewrîne gelek tiştên din dike û ev lîstika hanê jî perça vê prosesê ye.



11.04.2018 23:22 ~23:23 | biruya hayao miyazaki

4. damezrinêrê ku tenê ji bo parastina wî di salekê de 23.4 mîlyon dolar tê xerçkirin.

Here lînkê



22.07.2021 22:28 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» markus zusak

Kategoriyên mijarê:: teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî