Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 25 peyam
zivistan - tirşik
zivistan
(4) (1) (16)
di mijarê de bigere

1. ji çar demsalên salê navê yekê jî zivistan e. werzek e sar e, berf dibare.



2013.12.05-11:53 | mîrêhekarya

2. zivistan hat, ardûyan bide hev karûbarê xwe bike, sar e zivistan.



2013.12.05-11:54 | mîrêhekarya

3. demsala ku min berê pir jê hez dikir lêbelê aniha xwîna min û wê, dikim nakim li hev nakeve, qey bizor e law?!



2013.12.05-12:14 | ceso

4. 21 ê berfanbarê de dest pê dike û 21 ê adarê de, ango newrozê de dawî dibe. demsala herî sare. lê mirovahî her diçe zedetir quna ekosîstemê dine û mirov nizane ku kijan demsal sare, kijan germe.



(bnr: protokola kyotoyê)



2013.12.05-13:16 | nazim tolhildan

5. peyva ku bi zazakÎ digûhere şeklÊ; zimistan

ew di klama grup munzure ku bi navÊ pukeleka pir derbas dibe.



2013.12.05-20:06 | cinorek

6. stranekekoma rewşen e.



2013.12.05-20:18 | simurg56

7. ew peyv di kurdÎyÊn başÛr de jî digÛhere şeklÊ zemestan.

klameka sadollah nasirÎ bi wÊ navÊ heye ku pir tesÎrgran e:












2013.12.05-20:23 | cinorek

9. DemsaLa kû îsal li amedê zû hatiye û min ti carî neditiye kû evqasî sar derbas bûrî ye..Nava rojê pilleya germahiyê bin sifirê 7 an 8 e..



2013.12.18-01:02 | nan û av

10. tişta ku îsal li amedê min dît tiştekî çawa ye. zivistana biberf herdem ji zivistana bibaran xweştir e. çendî ku sartir be jî, qene spehitayiya wê heye .

(bnr: 18.12.2013 sermaya anormal a li amedê)



2013.12.18-01:26 | brusk56

11. HÊLA BN XET vê bêje kiriye zivtan.



(bnr: candarbûna zimên)



2013.12.18-01:56 | biruya hayao miyazaki

12. demsala maldaran e



2015.05.21-17:56 | çinaro

13. Demsala ku min gelek bêriya wê kiriye. I love you zivistan :/



2016.08.19-01:48 | biaqila malê

14. çi demsaleke xweş û serfiraz e!.. her çiqas pirrî caran ji sermayê biqefilim jî tu carî jê gazinan nakim. dema bi halekî betilî û cemidî vedigerim malê, ew germa laşê min dialêse hezeke ecêb dide min. bi min, zivistan wek fanteziyekê ye * goreyên rengûreng ên dirêj, pijamayên pembûyî, tayt;dîsa çayeke dema xwe girtî, kestaneyên qelandî, carnan sohbeta bi hevaleke canecan re, carnan fîlmek, mûzîkek.. xewa wê jî gelkî xweş e. mirov dema dikeve nav nivînan, wek ku ketiye nav bihuştê, bişirînek xwe diavêjê nav rûyê mêriv, piştî ku laş bi nazikî germ dibe dikeve nav xeweke şirîn û giran. bes aliyê wê yê nexweş bawerim şiyarbûna serê sibehê ye. ji ber ku dinya sar û tarî ye jê derketina nav nivînan dibe wek ezebekî.. ji wê ye qey her serê sibehê fikrên ecêb dikevin hişê min: pirranî her tişt nexweş û bê tam tê , jiyan bê wate, evînî beredayîtî, tiştên duh şevê fikirîme tev belasebep.. * lê piştî ku roj hiltê, têm li ser hemdê xwe û bi fikrên xwe yên li serê sibehê dikenim*
ev jî straneke li ser vê demsala xweşik:










2016.12.09-23:17 ~23:19]| sergijik

15. nêz e wekê eskerê romê bi ser me de bigire zivistan
rist û rêzikek ji helbesteka arjen arî lê ji kîjan û helbest û ji kîjan dîwanê nayê bîra min. metaforeke xweş e ji bo zivistanê.
yek jî ji bo min bêhna pirteqal û mendeliyan e ku hîç hejê nakim.



2016.12.09-23:29 | endazer

16. demsala ez ji wê hez nakim. her çiqwasî li qoserê wextê wê pirr kin be û meriv nikare 3-4 rojan berfê bibîne jî...
tenê dema ji derve sar be û ez di bin lihêfeke germ de bim xweş e. wekî din zilm e. tew ji feqîr û belengazan re..



2016.12.09-23:30 | berxweda

17. zivistan hat pê re pê re pel zer bûn; bayê xwe li pela pêça û li bin guhê erdê da; pê re pê re dor û berê amedê serê çiyayên bilind spî kir, sir û seqema wir hate xwe li nava mala me da; û her sal di vî halî de ezmûnên zanîngehê destpê dikin. malwêran, maldêran, malxirab.



2016.12.21-14:02 | xendekî

18. Şikir cehimî çû!
du hefte ewil berfa dawiyê jî barî.
heta sala par min zivistanê hiz dikir lê îsal mîsala xwedê da zivistanê îmana me bir û çû.
berf, surr, serma, cemed..
nîyeta min tine ku ez zivistaneke din li vir derbas kim.



2017.04.24-12:33 | hozan serhad

19. (bnr: îmana min jê diçe)
demsaleke rûreş û neyarê feqîran e. bi xwe re hemî bar û derdên jiyanê û him ji aliyê ekonomîk û him jî ji aliyê qeliteya jiyanê bandorên neyînî jî bi xwe re tîne. her der dibe herî û av, mirov bi hesreta rokeje xweş dimîne ku derkeve derva û çend geran bike. ji aliyê din ve jiyana li malê jî dibe eziyet. kombî tunebe divê sobayê saz bikî û ji bo ku tu vana jî bikî divê tu enerjiyeke ekstra xerc bikî û li gel vana divê meriv tevî 10 kîlo cilû berg bigere û ew jî mesref! û meriv newêrê serê xwe bişo tew ji bo yên wekî min ku her roj serê xwe dişon. welhasil nebû û em zivistana dewlemendan qet li hev nehatin û ez bawer im ez bibim mîlyoner jî ez ê dîsa jî jê hez nekim. û niha jî ji ber ku hewaya sar li masûlkeyên min xistiye qolincên min bûne weke teht û ji sibeha xwedê ve diêşin. neyîniyên ne ewqas in, şervanên kurd jî di vê demsalê li hember çekên teknîkî yên dijminan gelek zehmetiyan dikşînin. xwezî xwedê min li welatekî tropîkal dabûna.



2019.12.02-20:12 | ceso

20. ji ber bapêş û girtina sermayan zivistana salê çûyî ji min re bûbû cihnemek qeşayî, îsal naxwazim were û tê bibêjî milyaket ez bihîstim, heta do tu serma nehat stanbolê. ev du roj in, sermayek hişk heye ku guh û pozê mirov dicemidin. çawa têm malê qazax, li ser wê êleka xwe ya trîko û derpîyê navpembû û du qat gore li nav goreyên/şemikên navmalî yên bi pembû Here lînkê li xwe dikim. îsal ez ê wan antîbîyotîkan venexwim.

(bnr: papîçok)



2019.12.02-23:29 ~23:44]| biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
malena [1]
jina ku bi bejn û bala xwe, bi kincê xwe, bi awirên xwe , bi gewr b...
kovara bar [1]
ma qey xela rabûye ji heman malbatê sê kes di hejmara çaremîn de bûne ...
monica bellucci [1]
êdî ji ber pêşketina emeliyên estetîkê û bi makyajê kamûflekirina kêma...
tewrat [1]
Pirtûka ku Quran dişibê ye. Ji Mûsa re hatiye. Bi destpêkê destpê dike...
flutter [2]
flutter.dev frameworka mobile UI ya ku googleyê derêxistiye. Bingeha w...
belki ev jî bala te bikişînin
» zivistanên nîvgirava koreyê

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî