Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
cemal süreya - tirşik
cemal süreya
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Evîn



Te dî tu niha radibî diçî… here

Ma qey awirên te disekinin ew jî diçin… bila herin

Lê Xwedê dizane em îro pak hişyar bûbûn.

Bi vebûnê re çavên me bo xoşewîstiyê vebûn

Bi tenê ji wê yekê re…

Çivîkekî danîbû li tiliyên min

Xwendibû dûr û dirêj

Pevşabûnek hasil bûbû nema çûbû

Êdî nemabû ew belengaziya me ya heyna berê

Heçko qet neqewimîbû

Lêbelê di qefsînga min de dilê min dikire gupegup.

Wa ye şînê peritî yê di çavên te de…

Stemboliyên zar û ziman şêrîn.

Wa li wir ji hev zêde dibû goştê te

Her ku gotinên te alemên te ew dipeland

Hezkirinê wisa pak dikir û wisa bi keys dikir.

Gava ku baranê li Pira Karaköyê dikir

Bihiştana wê sêla esmanî bibûya du ker

Çima ku em du kes bûn

Lêbelê îskanek av bes bû ku porê te pê şil bibûya

Bi xêra pariyek nan û du sê lib zeytûnan em têr dibûn.

Ku min carekê tu ramûsayî xatirê duduyê li erdê diket.

Ku min rabûya du caran tu ramûsayî, sisê stûxwar dima.

Sîng û berê te hebû pê re jî leheng bû sîng û berê te…

Jê û pê ve jî saxî û silametî…



Ji Tirkî: Fırat Ari



05.12.2013 13:33 | xwelî li ser

2. (1931 li Ezirganê † 9'ê rêbendanê 1990 li Stenbolê) helbestvanekî kurd e ku bi zimanê tirkî nivîsand.Pêşengekî Nûyê Duwem e.



05.12.2013 13:37 | xwelî li ser

3. helbesteke wî ya ji du rêzik hevokan pêk tê pirr popûler e navê helbestê 'kurt'e jixwe helbesteke gelek kurt e, ev helbest vaye li jêr e



kurt

jiyan kurt e,

çûk difirin..



05.12.2013 13:44 | mîrêhekarya

4. di nava helbestvanên tirk de pirr bi nav û deng e helbestên wî gelek serketî ne.. bi eslê xwe Kurd e û di dawiya jiyanê xwe de ne şaş bim di nava nivînê de banga qîza xwe dike ji gûhê wê re dibêjeku " kêça min tu dizanî? ez jî Kurd im" lawê wî heye wan deman 'ülkücü' ye û cemal sureyya jî çepgir e ji ber vê yekê tim bi bavê xwe re ketiye nava pevçûnê carekî ser û çavê bavê xwe dişkîne gava ez vê bûyerê bihîstim dilê min pirr êşiya..



06.12.2013 01:51 | ferhenga şikestî

5. helbestvaneke kurd e. gotiye ji ber ku xwedê nehiştiye ez bı zimanê xwe yê dayikê helbestan binivîsim, bi zimanê xwe biaxivim tiştên ku ez ê jê bistînim gelek in.



10.01.2014 23:29 | feqiyêteyran

6. Şairê ku di dema xwendina xwe ya zaningehê de min şiîrên wî ji xwe re werdigerande kurmancî. Rojekî min şiîreke wî ya hinek erotîk di civatekî hevalan de xwend û hevalekî min jî li min nihêrî û wiha got " em jî rabûne ji ceso şoreşê divên! " yanî hişê wî li bihevşabûnên cemal sureya ye. Tew tew tew...



11.01.2014 01:38 | ceso

7. nivîskar û helbestvanê kurd ku navê wî yê rastîn cemal süreyya ye. rojekê cemal efendî bi hevalekî xwe re dikeve îdîayê û dibêje ger îdîayê wenda bike wê ji paşnavê xwe yek ji tîpên 'y' bavêje. îdîayê wenda dike û paşnavê xwe ji "süreyya" vediguherîne "süreya"



31.01.2014 00:07 | simurg56

8. me du çay xwestibû di wir de, yekê zelal

xwezî tenê ji bo vê yekê min ji te hez bikira



31.01.2014 01:06 | ferhenga şikestî

9. şairê ku ne ku îdîa wenda kiriye, li ser y-yeka paşnavê xwe çûye şert û pê girtiye..

li gorî Îdîayekî dibêjîn ew gunnikreşê ku y-yeka paşnavê cemal efendî jê kuştiye sezai karakoç e..

camêr di wextê xwe de helbestinên xweş li hev anîne, lê ji ber fanatîk û fanboyên wî ev demek e dilê min ji helbestên wî reş bûye.. demekî min helbesta wî ya bi navê ûvercînka wergerandibû kurmancî..



31.01.2014 01:23 | endazer

10. şaîrê eropolitik eropoetik û erocan.



Li ber guhê min ket ku xwortekî qeşeng hemû helbestê wî werdigerînê Kurmancî. Ez bi teybetî wergera göçebe -rewendî,koçerî- meraq dikim.



31.01.2014 02:05 | seydayê_peyvan

11. ( 1931, Pilemoriye/ dêrsim- 9 çele 1990, Estembol) zey Şairêko kurd û tirkînus cemal sureyya, şiira modern ya tirkî de şairanê tewr namdaran ra jew o. Serra 1938 de terteleya dêrsimî de bi malbata xwo ya pîya sirgûnê bilecîkî bîyo û nêzdiya mergê xwo derheqê na sirgûniya xwo de winî nuşto;



înan ma esparî kamyonêkî kerd,

bi nezaretiya didi lejkerê çekdarî reyde,

Bahdê coy ma û didi lejkeran pîya esparî vagona barî kerd,

bi rojan raywanî dima ma eştê dewêk,

Kutikanê verê tarîxî lawayêne.



31.01.2014 05:36 | prode_pasha_chinyo!

12. RAYÊ KE ŞINÊ BI TO GIREWTE YÊ



Zana ez, rayê ke şinê bi to girewte yê

Xora to qet carêk zî hez nêkerd mi ra.



Çiqas nêzdî bo zî, mabeyn de koy û kaşî

Însanî, banî, mabeynê ma de zey dîwaran



Werişta, hişyar bîya, tim to ez vîrî de bîya

Tenya to, tenya çimê to..



Axirî ke ti sînaye, ti ya merg û weşiya mi

Merdim nêbena ez, nê derdê to ra dima edî



Nika vazddana nata û weta, zey jew kutikî

Nêke merdimêko serberz a ez bi rastî, yeqîn bike



Nêno mi virî ke qedeha nîmcet ra mi aw şimita

Û zerrîya mi nêgêna biwera, nano ke kişta ci birrîyaya



Çenda rey bi to ewnîyaya dûrî ra ez, vapûra 5.45'in de

Kamcîn kilam bigoşdarî, zeke qandê ma vajîyaya



Eşqo yewhet, çiqas keno tewş însanî

Senî mi xwo vîr ra kerd ke ti jewo bînî ra hez kena



Zey qeçekan têgeyraya û to dejneya tayn wextan

Min bibexşîni, qet jew zî do fina nêbo



Qandê ke ma rastê pê nêrê, çi bêro mi destî ra ez do bikera

No çiyêko henday asan nêbo zî..



Musena ez, tenya xeyalan de to hezkerdişî

La no zî tayn nîyo, zerrweşiya nê xeyalan..



Ew zî nêbo, vejiyena şina no bajarî ra

Bê-to-bîyayiş jew nameyê ci beno, belkî jew manayê xwo..



Sond bo ke teber nêdana ez, to nêrehet nêkena qet

Waştena xwo ya peyîn zî şena vaja nika;



Jew nîmeyê şew nusena na mektub ez

Ti bi homa kena, mewane aye rojanê çarşeme..



Cemal SUREYA

Qandê Dimilî: Prode Pasha Chinyo



31.01.2014 05:38 | prode_pasha_chinyo!

13. helbestvanê ku, hinek helbest û hevokên wî ên xweşik, ji aliyê nivîskarê me hotîkê medê hatiye wergerandin ;



--Mirov di zeryayê de nafetise lê diçe di firek evîn de difetise.



--Di jiyanê de mirovekî kû hêsirên min heq bike min nedît.Ya hêsirên min ne hewce bû ya jî kesên kû min ji bo wan hêsir barand ne hêja.



--Ji bo aşiq tenê eşqa wî heye û wendakirin zortir e ji nedîtinê...



--Madem tu hez naki wê çaxê xwedî li çavê xwe derkevi!Bila ner û nê li min neneri.



--Tu xweşik e dergîsa min, lêbelê ji nêzîk de.



-- Tu dixwaze min fambike;li siya xwe binêre,ewqas nêzîk belam qet nikare dest te bide.



--A rastîn veqetîn zora mirov nabe lê kesên kû gava diçe, heznekiri be jî dibêji "min hez kir"zora mirov dibe.



-- A rastîn veqetîn zora mirov nabe lê kesên kû gava diçe, heznekiri be jî dibêji "min hez kir"zora mirov dibe.



--Mirov di zeryayê de nafetise lê diçe di firek evîn de difetise.



--Ez zanim rêyên kû diçe/deri te girtîne û te jî tu carî ji min heznekir.



-- Tu eşq bû,ji çûna te min famkir.



--Careke din nebê ez ji te hez dikim! Tu zani ji bo çi?Ji ber kû ezê dîsa bawer bikim.



--Pêşî hezkiriya we,we terk dike;dû re jî xewa we.Paşre/taliyê jî ne hezkiriya we vedigere ne jî xewa we.



-- Kesî tewambar neke,yekî kû bê tewambar kirin tu ye.Ji ber kû wê hêviyek biçûk da te,te her tiştê xwe.



-- Çivîk civiyane bar dike,xwezka min tenê ji bo veya ji te hez bikira.



--Roja kû azadî were,ew roj mirin qedexe ye.



--Hevokek "ez ji te hez dikim" taybettir hevokek heyi "ez ji te bawer dikim".Herkes ji herkesî hez dike belam herkes ji herkesî bawer nake.



--



23.05.2014 00:01 | brusk56

14. Bi çûnê nayê çûyin,

Nabe çûyin çûna te,

Hişê te dimîne,dilê te dimîne,bîranîne te dimîne...



Cemal Sureya





Nebê xwezîka min werê kiriba belkî ji min hez bikira.

Wê ji bo te çi kir qeyn te jê hez kir?

Ne karê aqilê hez kirin,dil ji hev hez bike hincet e tiştê din.



cemal sureya



wergêr ; hotikê medê



23.05.2014 00:01 | brusk56

15. ew helbestkar e ku kîjan kurd rişma xwe diqetîne helbesteke wî li ser faceyê parve dike û gelek caran helbestkarên kurd ên mezin nayên bîra wan



23.05.2014 01:30 | maro

16. bihevşabûn, mey û şerab û reperîn. cemal sureya ev e.



18.08.2014 01:17 | ceso

17. ez tim di helbestên wî de hezkiriyê xwe dibînim. niza'm bedewiya hezkiriyê min wan helbestan xweş dike, yan jî helbest hestên min xweş dike...



16.07.2015 22:34 | biruya hayao miyazaki

18. Gelek pirtûkê vî helbestvanê hatye çapkirin û gelek helbestên wî yê hêja he ne lê gelek kes ji xeynî -jîyan kurt e çûk difirin- tiştekî nizanin



17.07.2015 03:28 | ronahî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cemal süreya

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî