1. navçeyeka colemêrgê ye.. bi tirkî jê re dibêjin yüksekova.. bi dînamîzm û serhildana xwe meşhûr e.. bi navê yuksekovahaber.com malpereka nÛçeyan heye ku bi rastî jî bi kêrî çi tê nizanim.. |
|
06.12.2013 21:23 |
endazer
![]() |
2. navçeya colemêrgê ye lê ji colemêrgê hem mezintir hem jî pêşvetir e bila hevalên ku ji geverê ne qet qisûrê min nenêrin lê li gora ku ji derve xuya dike nîn e. ez bixwe çûbûm û gelek hevalên min ên geverî hene heta êvarê behsa keçikan û eşîrên xwe dikirin bi kurdî diaxifin lê hew! di nava wan de xortên hêja gelek in lê bi giştî ne wisa ne.. |
|
06.12.2013 21:45 |
ferhenga şikestî
![]() |
3. bajarek ku wek navenda serhildanê tê zanîn.lê bajareke qet xwe rexne nake.heta temenê xwe yê 16 ê min jî gever rexne nedikir.gava ez ji geverê dûrketim û ew fersend dît û rastî jî diyar bûn.bajareke ku hêdî hêdî ji kurdiyê dûr dikeve.lê hêj çand a wê ewqasî berze nebûye.bi rastî jî keçiken heya nihe min dîti lawtirîn keçik li geverê ne. |
|
12.10.2014 16:09 |
dildar geverî
![]() |
4. aya wateya geverê çi ye? wateya geverê di devoka me de coyên avê re (gavarên avê) gever dibêjin ku (bi tirkî su yolu) dema li gollan avê berdidin bi geverên avê, avê digihînin zeviyan tiştên çandinî (kiştûkalî) av didin.. |
|
12.10.2014 20:10 |
havka
![]() |
5. di kurdiya kevin de tê wateya "bajarok".ye'nî "bajarê bûçik".2 navçeyên bajarê ûrmiyê de jî (bnr: mîrgever û tîrgever) ev nav heye. |
|
12.10.2014 23:30 |
dildar geverî
![]() |
7. Şer û tofan e. Qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin. |
|
27.08.2015 12:42 |
azadixwaz
![]() |
8. bajarê hov û wehşan êrîş birine ser e. xwedê bi gelê me re be. |
|
27.08.2015 17:40 |
berxweda
![]() |
9. dibêjin wê navenda colemergê derbasî geverê bikin. ez bawerim jixwe mafê geverê ye, ji ber ku colemêrg pêşve naçe û li geverê balafirgeh û gumrik heye. her wiha ji aliyê nifûsê ve jî zêdetir filan û bêvan. nizam, ya bi xêr. îşela wê bibe wîlayet. bes e oxlim êdî sefaleta colemergê dikêşe. |
|
22.01.2016 01:10 |
wiha wilo wisa
![]() |
10. navçeya pêwîstî bi qampanyayan tuneye ku bibe navenda bajarî. ji xwe ji bo bikarin zêdetir lêşker lê bicih bikin ji xwe wê ji aliyê dewleta xêrnexwaz ve bê çêkirin. |
|
22.01.2016 17:58 |
azadixwaz
![]() |
11. bi ya min weke cizîrê ew jî heq dibe bibe navênda bajarê xwe. ya rast ev e. lê hêceta ku akpê vê yekê dike, pirsgirêkên ewlehiyê ye. yanê xema wan ne bajarvanî, pêşveçûn felan e. |
|
22.01.2016 18:46 |
brusk56
![]() |
12. bajarê li serbextê vê peyama di derbarê wêda gever/84075.. bajarê dixwazin bikin colemerg lê helbet ne jibû xwedêye.. rihma xwedê li pêşîyê min qazî mihemed di wesîyeta xweda li cîhê bereday ne gotiye ecem/îranî hingiv bide we zanibin(guman bikin) ku bi jehrîye ev ji bû tirka jî derbas dibe ticar tiştek qenc naxwazin ji bû kurda.. |
|
22.01.2016 21:18 |
shorbevan
![]() |
13. bajarê vêga ji aliyê dewletê we bi tank û topan tê xerab kirin. |
|
26.03.2016 01:57 |
wiha wilo wisa
![]() |
14. Navçeyek girêdayî bajarê colamêrgê ye. |
|
28.05.2020 14:29 |
kajav
![]() |
15. Bajarokekî Kurda yê hênik, biav û xwedî hewayeke paqij e(evêya ji bo derveyî bajarok derbasdar bû). Ez pirî li vira nemame lê biqasî ku min çavdêrî kir mirovên wê gelekî xwîngerm û mêvanperwer in. Tu çiqasî biyanî bî jî te hembêz dikin, te vedixwînin mala xwe jî. Em çûn dawetekê, wan em nas nedikirin jî, jineke ji mala dawetê hat bi destê min girt û ez hînî lîstika wan kirim. Paşê jî ez ketim dawiya dawetê, keçikeke ciwan hat ket destê min, ez bi tenê nehiştim. |
|
30.07.2021 10:35 ~2021.08.01 20:07 |
xabûrî
![]() |
![]() |
jasmine choi [2] |
![]() |
mark twain [2] |
![]() |
peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin [1] |
![]() |
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin [1] |
![]() |
cejna vejînê [1] |