Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
nazım hikmet ran - tirşik
nazım hikmet ran
(9) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. (17 çile 1902-3 hezîran 1963)

helbestvanê herî girîng ya wêjeya modern ê turka ye. ji bo fikir û ramanên xwe yên siyasî gelek caran hat girtin. di jîyana xwe de 12 salan di zindana de razaye. dûv 12 salan re revîye moskovayê û jîyana xwe li wir berdewam kirîye. di sala 1951'an de türkiyê nazım hikmet li welatîtîyê avêt. lê bele di sala 2009'an de, 46 sal dûv mirina wî re türkiyê biryara xwe betal kir. gora wî li moskovayê ye. helbest û pirtûkên wî 50 zimanî zêdetir hATE WERGERANDİN. Dİ DİNYAYÊ DE her dere de wek helbestvanê komunîst tê naskirin. di nav helbestvanê herî girîng yê sedsala 20. de ye.



07.12.2013 11:58 | nazim tolhildan

2. di jîyana xwe de ji bo her celeb gelên bindest de dengê xwe bilind kirîye û li hemberî bêmafî ye herdem têkoşîn kirîye. lê ji bo kurdan qet tiştek nekirîye û negotîye. ne ji bo komkujîya dêrsîme, ne ji bo komkujîya gelîyê zîlan, ne jî ji bo tiştekî din... têkoşîna wî de jî cîhê kurdan tunebûye.



07.12.2013 12:17 | nazim tolhildan

3. WEKE HER TIRKÊ ÇEPGIR HEYRANÎ Û EVÎNDARIYA XWE YA JI ATAVIRKO NE VEŞARTIYE Û KEMALÎSTEKÊ HIRR (ESÎL) e. lÊ MIXABIN EW JÎ WEKE DENÎZ GEZMÎŞ Û HEVALÊN WÎ YÊN KEMALÎST DI ÇAVEN ME DE MEZIN KIRIN Û WEKE QEHREMANEKÎ NÎŞANDAN..dI GELLEK HELBESTÊN XWE de MEDH Û ZIRTÊ ATAVIRKO DAYE.. HELBESTA XWE Ya BI NAVÊ KUVÂ-Î MÎLLIYE SER ATATURK NIVÎSANDIYE..( http://tekadamdevrimi.com/index.php?option=com_content&view=article&id=592&Itemid=487 ). ez HERDEM DIBÊJIM KESÊ KÛ PEYÎ ÇEPGIRÊN TIRKA HERÊ DAWIYA DAWÎ BERÊ WÎ DIKEVÊ ATATURK.. ka EMÊ KENGÎ DEV JI VAN BÊNAMÛSAN BERDIN.



07.12.2013 14:02 | nan û av

4. ev qi̇smê helbesta camêrê qaşo aşiqperwer ê doxinsist bo nêrîn û têgêhiştêna wî bi tena serê xwe ji bo xwedan aqil û feresat bes e, heta zêde ye jî kerem kin:

''Dörtnala gelip uzak asya'dan

akdenize bir kısrak başı gibi

uzanan bu memleket bizim.


bilekler kan içinde,

dişler kenetli, ayaklar çıplak

ve ipek bir halıya benzeyen toprak, bu cehennem, bu cennet bizim.

kapansın el kapıları, bir daha açılmasın, yok edin insanın insana kulluğunu,

bu davet bizim...yaşamak bir ağaç gibi tek ve hür

ve bir orman gibi kardeşçesine,

bu hasret bizim...''

Ew serê ku wekî mehînekî ji dûr dirêjî van deran bûye ketiye qûna me, mêrêk jî pesnê wê dide. kUrd jî sewa wî û xatira wî hêstiran dibarînîn. Çi ecêbayî!



07.12.2013 15:04 | bazirgan

5. gelek sala di zîndana da mayê û herî dawî ji hemwelatiya tc hatiye derxistin...



07.12.2013 15:43 | newenda

6. in 2-3 pirtûkên wî xwendine. helbestên wî jî romanên wî jî xweşik in. bi rastî jî wêjeya tirkan de xwedî cihekî taybet e. lê weke li jor jî hatiye gotin, ji bo kurdan kor bûye. li ser gelên bindest û şoreşger yên cîhanê helbestan nivîsandiye lê ser kurdan gotineke wî tune. loma dibêjim bena na.

weke wêjevanek baş e û serkeftî ye lê ne mirovek e ku kurd wêneyên wî li profîlên xwe bar bikin û li dîwarên xwe hilawêsin.

ez bawer im sedema sempatiya kurdan ya ji bo wî ew e ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye hepskirin û ji welatitiyê hatiye avêtin.



07.12.2013 16:58 | simurg56

7. mesele hesir waragınayene niya

teslim nebiyenawa pero mesele!



nazim hikmet



09.10.2014 18:07 | zeyno ziyani

8. helbestvanê ku xwedanê helbesta "masîvanê japon" a derheqa masîvanekî di pasîfîkê de di bin baranên bombeyên atomê de maye ye.



09.12.2014 11:27 | nazim tolhildan

9. helbestvanê ku romanên wî jî xweş in.



09.12.2014 23:37 | simurg56

10. bi navê memed'e son mektubumdur helbesteka camêr heye tê de pesn û wesfên eskerê tirk dide, rehmetiyê arjen arî di helbesteka xwe de vê helbest û helwesta wî destnîşan dike û gazindan jê dike, mixabin min kir û nekir ew helbesta arjen arî min peyda nekir.



09.12.2014 23:44 | uciezkvidyêvp

11. li gorî tê gotin li stembolê têkiliyên wî yên baş ligel malbata bedirxaniyan hebûye, dibêjin li ser pirsa kurdistanê li tirkiyeyê, gelek name ji kamuran alî bedirxan re şandine, yek ji wan nameyan ku di sala 1961ê de hatiye nivîsandin ji nav arşîva rehmetiyê kamuran alî bedirxan ku niha li enstîtûya kurdî ya parîsê tê pêşangehkirin, derketiye.

ew name; http://www.mezopotamya.gen.tr/tarih/nazimin-kamuran-bedirxana-mektubu-h80.html



09.12.2014 23:49 | uciezkvidyêvp

12. helbestvanê ku di emrê xwe de mafên herkesî parastiye, yê ku zilm lê hatiye kirin kêzikek be jî dengê xwe bilind kiriye. lê bona kurdan tu rêx nexwariye.



10.12.2014 01:11 | nazim tolhildan


14. Helbestanêkê tirkê zaf erje yo.



Dema destpêka komarê tirkîya de ciwîyayo. O wext ameyo surgun kerdene. Xora gorê ey zî ,qasêkê ez zana, peytextê franse de yo.



10.12.2014 10:28 | endazyar

15. nivîsareke nazim hikmetê a li ser kurdan



''piraniyeke girîng a neteweyê kurd, ê xwedî dîrok û çandekê ku qirnên wan digihên kurahiyên sedsalan, di parçekê anadoluyê de dijî. neteweyê kurd, neteweyê tirkê ku di parçeyên dinên anadoluyê de dijî (ji xwe re) bira dihesibîne. Her du netewe, di împaratoriya osmanî de, ku wekî hemû împaratoriyan zîndana gelan bû, li zîncîrên giranên derebegên Tirk û Kurd û yên îdara împaratoriya Osmanî hatine xistin. Piştî hilweşandina împaratoriya Osmanî jî her du netewe yek cepheyek danîne, li dijî emperyalîzmê şer kirine. Tevgera rizgariya neteweyî ya Anadoluyê ne tenê ji bo Tirkan, lê ji bo Kurdan jî yek bi şereftirîn rûpelê dîroka wan e. Yek ji stranên ku qet nayê ji bîr kirin ên wan salên şer wisa dest pê dikir: ''Vurun kürt uşağı namus günüdür'' (lêdin lawê kurd, roja namûsê ye), paşê karbidestên tirk wê qedexe kirin. Piştî damezrandina Komara Tirkiyê, karbidest û hawirên serdestên Tirk mafên neteweyî û mirovîyên ku ji gelê kurd re wad kiribûn nenasîn. Biserde, ewan pirsê heta înkarkirina hebûna neteweyê kurd wekî neteweyek jî (pêşve) birin. Ev dem, dema ku karbidest û sinifên serdestên tirk dest bi emperyalîzmê re lihevkirinê dikin e. Tesadif nîne ku înkar û lihevkirin di eynî demê de diyar dibin. Iro siyasetkarên Tirkên ku Komara Tirkiyê xistine rewşa yek ji kelên emperyalîzmê di Rojhelata Navîn û Nêzîk de di înkara hebûna neteweyîya Neteweyê Kurd de israr dikin û mafên ku dinav tixûbên Komara Tirkiyê de ji hindikahiyên din re dinasin jî ji neteweyê Kurd re nas nakin. Gelên Tirk û Kurd, di nav tixûbên Komara Tirkiyê de, di siyaseta derve û hindur de hesreta eynî mereman dikişînin û ev yek karbidestên Tirkên îro ditirsîne. Her du netewe dixwazin çandên xwe yên neteweyîyên bra, aboriyên xwe yên neteweyî bigeşînin, bigihên erdê, haletên erdçinîyê (ziraetê), azadî û mafên xwe yên demokratîk. Gelên Tirk û Kurd bêrî dikin ku Komara Tirkiyê siyaseteke derveya bêalî bimeşîne, ji binketiya emperyalîzmê bifilite. Çawa welatparêzên Tirkên rastî piştîvaniya şerê ku brayên wan ên Kurd dikin ji bo gihandina mafên xwe yên neteweyî di nav tixûbên Komara Tirkiyê de, welatparêzên Kurdên rastî ji pişta şerê gelê Tirk ji bo demokrasî û serxwebûna neteweyî digirin. Hêzên paşverû, kedxwar û tarîyên ku dixwazin berberî têxin navbera Tirk û Kurd ên ku li Anadoluyê dijîn, dixwazin destên xwe bidin yên emperyalîzmê, gelên me hêsanîtir biperçiqînin. Serketina şerê rizgariya neteweyîyê nû ku gelên Kurd û Tirk ji bo bextewariyê û jiyaneke mirovî li dijî derebegan, hêzên reş, axayên bajar û gundan, paşverûyan, nijadperestan, înkarkiroxên hebûn û mafên neteweyîyên neteweyan, (li dijî) yên ku gelan berî hev didin, li ser pişta wan bi hêsanî ebûra xwe dikin, (li dijî) xulamên emperyalîzmê dimeşînin, bi tevkariya gelên Kurd û Tirk bi serkeve. Tenê bi tevkariyeke wilo her du neteweyên bira ewê dikaribin bigihên azadiyê û mafên xwe yên neteweyî û mirovî.''



Gotinên di nav (kevaneyê de) di eslê nivîsarê de nîn in, ji bo

edilandina wergerandinê hatine danîn.



Here lînkê

Here lînkê

Here lînkê

Here lînkê



19.03.2015 19:17 | remlavêj


17. Di sala 1961 ê li moskova konfêransa gelên asiya û Afrîka tê darxistin. Nazim Hikmet û qanatê kurdo li wir hevdu dibînin:


Nazim Hikmet li rûsyayê maye, wekî me bihîstiye Qanatê Kurdo û Nazim Hikmet hevdu dîtine, çi têkî di nav wan de çêbûye?

Bêguman Nazim Hikmet nivîskarekî mezin bû. Lê pê re jî Tirkekî şovînîst bû. Ji bo wî jî gelên cîhanê yên bindest gelek gişk Rizgar bibin, xenjî kurda. Wî di der heqê reşikên Afrîka, hindiyên Amerîka, vêtnamiya û êdî nizam kî nivîsîye, lê seva kurda tişt nenivîsîye.

Em bên ser bîranîna Qanatê Kurdo. Sala 1961 ê li moskova konfêransa gelên asiya û Afrîka tê darxistin. Qanatê Kurdo jî beşdarî wê konfêransê dibe. Wî bîr danî çawan carekê, dema navbiriyê ew û Nazim Hikmet ber masekê rûniştî çay vexwarine. Di nav sohbetê de Qanatê Kurdo ji Nazim Hikmet dipirse, ka ew seva pirsa kurda çi difikire. Go hema reng lê çû, kulma xwe li masê xist û bi hêrs got: "wekî em axa ermeniya bidin ermeniya, ya yûnaniya bidin yûnaniya, ya kurda bidin kurda, ji Tirkan re çi wê bimîne" çepgirên gelên serdest usan difikirin, mîna çepgirên kurda xwelîser nîn bûn. Kedera mezin ew e, wekî seva kurdên me yên bakur, tiştekî xwezayî ye, wekî Nazim Hikmet li ser gelek gelên bindest nivîsiye, lê ser kurda nenivîsiye. Gelek Kurdan nivîsên pesindayînên ser wî nivîsîne.

tosinê reşîd
Çavkanî: nûbihar hejmara 138 ê zivistan 2017






29.05.2017 23:44 ~23:49 | mîr

18. nazım hikmet ran/99568
Helbestvanê tirk yê ku min dixwest derheqê wî de peyama jor binivîsim. Lê hewce nema êdî wa berî min tirşikvan mîr parve kiriye.



12.08.2022 20:50 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nazım hikmet ran
» hikmet cemîl
» ranya

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî