Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    16 mijar û 29 peyam
    bangeran - tirşik
    bangeran
    (5) (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. Kevirekî silindirîk û stûr e. Bi alîkariya qeysik, bi gotineke din qewsik, di rojên şilî de, da ku banê xaniyan dilop nekin û ban bişide, pê ban bi giregirr tê bangerankirin. Birastî jî hevokeke pirr bi gerr û girr bû!



    2013.12.07-22:08 | ceso

    3. xewnereşkê min e. lê ne eva ku li jor hatiye behskirin. ya ji wê jî mezintir, ew a ku ji bo rastkirina asfaltê tê bikaranîn... dema ez zarok bûm, li kuçeyeke nêzikî mala me ev bagera mezin hatibû, asfalta nû rijandî rast dikir. em jî çûbûn temaşekirinê. wan rojan dihat gotin ku nizanim li ku derê, zarokek maye bin vê bagerê de û mejiyê wî rijaye û bi asfalta reş re bûye yek. ez bawer im ji ber vê bû ku bi mehan, belkî bi salan min vê bagerê di xewna xwe de didît, ez diçûm wê kuçeyê û ew bager mezin dibû û mezin dibû û mezin dibû û paşê hemû dinya dibû ew bager. dilê min teng dibû, mîna ku kesek bi destê xwe dilê min bigre destê xwe û biguvişe, dibû. paşê tabî şiyar dibûm, lê moralê min xerab dibû. kurê ez çi gêj bûm yaw * aha dîsa moralê min xera bû, spas tirşik.



    2013.12.07-22:49 | simurg56

    4. peytê kurdîbuyînê helbestvan û dengbêjê hêja skrillexe












    2013.12.07-22:55 | xurufi

    6. (bnr: gundor)



    2014.02.11-11:41 | berxweda

    7. kevirê ku pê banê digerînin, bangeran/18191.



    2015.12.19-23:48 | shorbevan

    8. (bnr: lox) kevirê ku ser xaniyan banên pê lox dikin...



    2015.12.19-23:55 ~2015.12.20 00:24]| havka

    9.





    2020.06.07-04:27 | afa

    10. mîna şiklê silindire, ji bo axa li ser bana bidewise û rast bibe, tê bi kar tênin.
    (bnr: gindor)
    (bnr: bangor)

    Here lînkê



    2020.06.07-14:23 ~14:24]| merwano

    11. alav a ku piştî seyandina xanî tê ajotin .

    xanîyê ax zehmetî ye , heke tu salekê ne seyîne bi baranek xurt tê bi dilopa re rû bi rû bibîne .

    seyandin;
    axê dikin herî ,
    dawî kayê tevlî heriyê dikin
    (ji bo herî xwe bigre û zexm bê)
    û wê herîya bi bêra li ser banî direşînin
    bi desta an bi textekî pehn herîyê ber belav dikin spatûla jî dibi.
    ji bo ku bidewise û xwe bigre gindorê digerînin li ser wê heriya nû.

    xaniyê ax dunyayê germ nakin ,
    çimento pîs e hevalno .

    dilop ji kêlekê xanî jî tên loma me dora xanîyê xwe jî diseyinand.



    2020.06.07-19:18 ~19:27]| shwinsherm

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    newêrektiya çomeza [2]
    Bi min ji ber ku peyamên wan nayên xuyan nanivîsin. Dema çomez bûm min...
    newêrektiya çomeza [2]
    Ji ber ku nizanin wê çawa malperê bikar bînin. Sedema ewil ev ê. Yên...
    hûnermedên ku tirşikvan herî zêde jê hez dikin [1]
    Ji bilî yên jor: nisret imîr xêro abbas (vbnr: Me...
    hûnermedên ku tirşikvan herî zêde jê hez dikin [1]
    Ciwan Haco Koma Amed Ferit Sevim Şivan Perwer Koma Azad Paramore ...
    hûnermedên ku tirşikvan herî zêde jê hez dikin [1]
    ciwan haco mem ararat Şivan perwer (vbnr: S...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » bangeranê ne qulkirî

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî