Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 24 peyam
ekşi sözlük - tirşik
ekşi sözlük
(46) (1) (6)
di mijarê de bigere

79. Êdî çawa navê wê dibihîzim, dilê min dixele tê heta ber devê min..



13.08.2021 22:19 ~2021.08.14 01:34 | pîroz

80. (bnr: vereşîn)



14.08.2021 01:12 | xelîl

81. ketîye rojenekirinekî mezin:
Here lînkê



04.01.2022 22:54 | heval.js

82. teqlîda tirşikê kirine.
Êdî nivîskarên Ekşisözlükê jî dikarin weke tirşikvanên me wêneyên xwe li ser profîla xwe zêde bikin.



05.03.2022 12:45 | cinorek

83. Mirovên mêjî gû, mêjî rêx ,nijadperestên bênamûs hatine ba hev û behsa mafê dewletbûnê bo kurdan dikin. Ez dizanim gelek kurdên me jî diçin vir dixwînin û wek wan difikirin; mînak: mûrîdên hdp î.
Yên ku mirov dixe heyrê ew e ku ev kesên ji mongoliyayê hatine xwe nîzê rojava (ewropayî) dibînin rexneyan li kurdan dikin :D yên ku nedîtibe wê bêje qey dagirkerî , barbarî, talankirin, tawanî û hwd. ew nakin û ew nînin.

https://eksisozluk.com/kurtler-kurdistani-kursa-olabilecekler--4568059



20.09.2022 16:56 | brzn

84. Înteraktîf Ferhenga ku nivîskarên berê hin caran entryên têr û tijî dinivîsîn mixabin êdî dev ji nivîsandinê berdane û êdî pirranî nivîskarên netewperwer, nîjadperest, nasyonalîst dinivîsin. Fikrên navend-çep êdî wek fikrên dijber dibînin. Dibêjin chp ser rêya mka derketiyê û ketiye destê kurda (fikrên chpê, gorî wan zehf maf dide kurda!). Dema qala kurda dibe, mijar çi be bila bibe gelek peyamên nîjadperest dinivîsin. Çend nivîskarên xwedî wicdan û çend nivîskarên kurd jî hene lê wana wek xaîn dibînin. Zêdehî dibêjin: ger yek bêje ez hez mka û fikrên wî nakim, êdî tu girîngahiya fikrên wî yê din tunne ye.
Belê, belkî ev tişt ne tenê taybetiya ekşi sözlükê ye, taybetiya gelek cihên tirkiyê ye. Lê tişta hez dikim bala we bikişînim, ekşi sözlük cihê dijber-muxelîfan e. Fikrên zêdehî nivîsakarên Ekşi sözlükê zehf dûr î fikrên giştiya tirkiyê ye. Gelek caran kesên nêzî hikûmeta tirkiyê ji bo vê dijberbûna ekşi sözlükê gelek caran hez kirin ku were girtin. Li ekşi sözlükê her roj bi hezaran peyamên dijberê hikûmetê dinivîsin. Îro rewşa kurdên bakur diyar e, hewceyê gotinên min nîne, ka hûn hesab bikin dijber-muxelîfên tirkiyê ku dibêjin em maf û mirovahî dixwazin wiha difikirin.
Lê tişta balkêştir jî heye; ew dijberên hikûmetê ji bo kû hikûmetê bixin û bixwe dewletê, hewceyê hêza kurda ne. Kurd hêza xwe kê alî dayîni serdest bikin ew dibe serdestê dewletê. Îro hewceyê kurda ne hewqas nîjadperest in, ger ku hewce nebin yê çi bikin gelo?
Hewceye gelê kurd, tu demê dijberiyê hikûmetan û rêveberan nekin, dijberiya dujmin û ew kesên ku pêşiya mafê kurda girtî re bikin û wek mücahit bilici gotî nebin (bnr: hamal kürt).
Ev peyam, min mijara ekşi sözlükê nivîsî lê ji bo pirraniya nasyonalîstan jî rewş wiha ye.
Ji bo şopandina rojewê her çiqas ekşi sözlük cihekî pir acizker be jî ji bo nivîsên zanistî û agahkerî gorî min hê jî li tirkiyê cihê herî pêşveçûyî ye. Ji bo mijarên felsefî-erdnîgarî-psîkolojî hwd. taybetî nivîsên kevn baş in.



20.09.2022 22:32 ~2022.09.22 15:54 | pêşewa

85. Êdî tew ferka xwe ji şiroveyên di bin videoyên youtubeê nemaye.
Tijî henekên ehmeqî û nivîskarên nijadperest bûye.



21.09.2022 05:24 | cinorek

86. Ji hinga ez xwe dizanim Ekşî sozluk'ê bi kar tînim. Lê hê nû min nivîskarekî keşf kir. Navê nicknamea wi/ê Meferr e. Ji ber derengiya xwe gellekî xemgînim. Erê çima?
Ji ber ev nivîskar Cih tê qala dîrokê dike, cih tê zimanê xwe li hember faşîstan diparêze, cih tê çand û hunera kurdî dide nasîn û cih tê nûçe û bûyerên rojevê radihêje ber xwe. Di her mijarê de jî agahiyên ku dide bi çavkaniyên wan dide. Bi vî awayî berî mirov jê bipirse "tu li gor çi dibêje" ew bersiva mirov dide.
Wek ev hevalên di tirşikê de anîne ziman li ber min jî Ekşî sozluk xirab bûye lê hê jî ên zana û rewşenbîr tê de hene...



23.01.2023 01:45 ~11:38 | amed7221

87. Astenga têketinê anîne ser.
Kanê em bibînin çi diqewime, ku ji bona hilbijartinê ye yan tiştekî din...



21.02.2023 23:55 | ciwanzêr

88. qedexe kirin. Nizanim wê çiqas bidome.

tweet: Here lînkê



22.02.2023 16:56 | horhorik

89. a ku hatiye teqandin.
hukmatê salên dawî de, gelek trollên xwe xistibû di nav ferhanga ekşî de û rêvebirên ekşiyê jî qet deng nedikir. lê dîsa JÎ dilê wan germ nebûye gotine em bigrin. ji xwe her tişt di destê wan de ne. bê minet e.



23.02.2023 00:12 | brusk56

90. Paş hatina qedexekirin hijmara peyaman xeylek kêm bûye.
Here lînkêEm hebekê xeyret kin dê tirşikê ekşi sözlükê derbas bike.



25.02.2023 04:39 | cinorek

91. Nivîskarên kurd diçin ferhengên tirkî yên din. Çima ji ferhenga kurdî tirşik.net nizanin? Divê em tiştekî bikin ku em li vir gazî wan bikin.
Ji ber ku Kurd bi hev re bi hêztir in. Ez nizanim li vir çawa bangî wan bikim.



25.02.2023 10:00 | horhorik

92. Weke çareserî Ji bo sansûra li Tirkiyeyê li ser eksisozlukê navekî din ê domainê girtin e.
Eksisozluk2023.com



05.04.2023 16:29 | cinorek

93. nivîskarekî kurdînûs li ser tirşikê bangekî wisa kiriye:
Here lînkê



24.06.2023 18:29 | ciwanzêr

94. Qet kêfa min jê re nayê. Ji bo werim qabûl kirin tiştên wirtomirto nivîsand im lê pişt re min got gelo ez bi kêfxweşî nanivîsim ezê çima binivîsim?

Belê ji tirşikê behtir mezin e, zêde mijar tên vekirin lê bi her awayî nikare bibe wekê tirşik ê xweş û bedew.

têne dinivîsin hevaltî kem e lê tirşikê ma wusa ye? li tirşikê her kes hevdû nas dike.herî kem Li ser nivîskarekî fikrên tirşikvanan heye lê ji bo ekşî ye ne wusa ye.

Ji ber vê yekê Tirşik dikare bikeve şûna Ekşî ye, lê Ekşî nikare şûna Tirşik bigire.



06.11.2023 16:20 | horhorik

95. Dîsa hat astengkirin û domaîn dîsa hat guhartin lê vê carê bi rastî pê girtin.. li ser malperan wan zarokek hat tecawizkirin, mixabin moderatorên ekşî ye ti tiştî nekirin û pîreka ku wî zilamî îfşa kiribû hesaba we hat girtin û li ser mijarê kî diaxive wan jî asteng dikin.

Gelek nivîskarên ekşî ye ji bo vê yekê ji Ekşî ye derketin. Lewma nivîskarên tirk ê biçin uludax an jî derekê din lê nivîskarên kurd? Baweriya min nîne ku werin tirşikê lê hêvî dikim werin tirşikê*



16.12.2023 19:07 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» ekşi sözlük

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî