1. kesên ku demê berê de ji dewleta pakîstanê herema qarachi yê koç kirine û hatine kurdistan ê.Lê naha wateya qereçî yê di nav kurdan de cengene an ji mitrib e. |
|
2013.12.09-16:19 |
karmatî
![]() |
2. cengene, mitrip e. wek gotinekî jî ketiye devê xelkê " kız qereçi hatun olmaz" yanî ji keçê mitrib ve jin nabe.. keçikeke gava mitrib be nikare bibe jin. lê ez bawer im di vir de peyva qereçî, ji bo na kesên ku ji nijadê qereçî tên re nehatiye bikaranîn. ji keçên ku har û dîn in re tê gotin mebest piçukdîtina nijadê nîn e. dibe ku pirr berê di vê wateyê hatibe bikaranîn |
|
2013.12.09-16:34 |
ferhenga şikestî
![]() |
3. (bnr: rêzan) |
|
2013.12.09-22:16 |
xwelî li ser
![]() |
4. ba me qereçiyan re bêjingcî an ya rast bêjincî dibêjin..xuyayê ku girêdayî elekçi ya tirkî ye.. li gundê me malbatek ji wan bûkek anîbû ku bû mijara henekiyan, gelek henek kirin bi wê malbatê dikeniyan...bi henekî digotin bêjingcî zimanê çûkan diaxfin, dengên wî zimanî li ser levan e, ew malbat hînî zimanê çûkan bûye.. |
|
2014.12.20-02:04 |
havka
![]() |
5. navê herêmeka li alî pakistanê û hîndîstanêye, ji miletê wirre jî tê gotin |
|
2016.06.09-23:00 |
shorbevan
![]() |
6. navlêkirineke din a gelê roman e. Li kurdistanê weke dom jî tên nasîn. li dor behra reş û qefqazan jî bi navê lom tên zanîn. lê a ecêb li tacîkistanê ji wan re mûxat yan mûxan dibêjin. bi awayekî pejoratîv bi alimên zerdeştî hatine şayesandin. mûx/an rasterast navê alimên zerdeştî ye ku îro em ji ber erebî weke mecûsî dizanin. di erebî de tîpa g nîne di şûna wê de tîpa c diemilînin. magî, mûg, mûx, mox. |
|
2022.01.04-23:49 ~2022.01.05 01:02]|
ezcan
|
7. Dema ku li colemêrgê keniye xwe li eke diken di bêjin "socuko qerec" socu Qereceka popûler e li colemêrg. |
|
2022.01.05-11:49 |
aşvan
![]() |
8. (bnr: katîtzî) |
|
2022.01.25-13:09 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
![]() |
clash royale [1] |
![]() |
dijwariya kurdbûnê [2] |
![]() |
fairytale [1] |
![]() |
15ê gulanê cejna zimanê kurdî [1] |
![]() |
delîl dîlanar [1] |