Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
keştiya nûh - tirşik
keştiya nûh
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bajarê bazîdê gûndê meşarê cîhekî tûrîstîke .. gotna gotîya xelazbûna hemu merivan u heyvanan bi pê keştîya nûh bûye..



10.12.2013 00:49 | sîyabend

2. keştiya kû li gor qurana pîroz li ser çiyayê cûdî sekiniye ye. di Ayeta 44ê a sûreya hûd de behsa vê yekê tê kirin. Wergera ayetê weha ye : '' EY ERD ! AVê Bikişîne/daqûrtîne. Ey ezman! avê bigire/bisekînîne. Av vekişa û emrê xwedê hate bi cih. û keştî li ser cûdî sekinî. Hingî me got ''bila kafir/zalim bicehimin, herin cehennemê.''



10.12.2013 01:14 | nan û av

3. li gorî tewrat û încîlê, li ser çîyayê agirî bi cîh bûye. lê li gorî qur'an û îslamiyetê, navê wî çîyayî cûdî ye.



di pirtûk a julian barnes de (10x1/2 bölümünde dünya tarihi) rîwayeteke wiha heye: bizmik (tahta kurusu) bi qaçax li keştîya nûh siwar bûye û bê îzin jîyana xwe berdawam kirîye.



10.12.2013 12:57 | nazim tolhildan

4. Keştiya ku li gor tespîtên min tirk lê siwar nebûne.



11.01.2014 18:43 | ceso

5. keştîya ku piştî li cudîyê sekinyî xwarina yekem aşure hate çêkirin



11.01.2014 20:05 | feqiyêteyran

7. Di pirtûkên pîroz de tê gotin ku tofaneke mezin rabûye. Nebî Nûh, malbata wî û ji her cinsekî cotek lawir û ajel ji mirinê filitîne. Nebî Nûh keştiyeke mezin ava dike. Gişt dikevin vê keştiyê û li ser avê dipekin vî alî û wî alî. Piştre av kêm dibe û Keştiya Nûh li çiyayê Agirî disekine. Li gor hin pirtûkên pîroz Keştiya Nûh li çiyayê Cûdî asê maye. Di pirtûkên pîroz de tê gotin ku tofaneke mezin rabûye. Nebî Nûh, malbata wî û ji her cinsekî cotek lawir û ajel ji mirinê filitîne. Nebî Nûh keştiyeke mezin ava dike. Gişt dikevin vê keştiyê û li ser avê dipekin vî alî û wî alî. Piştre av kêm dibe û Keştiya Nûh li çiyayê Agirî disekine. Li gor hin pirtûkên pîroz Keştiya Nûh li çiyayê Cûdî asê maye.

ji ansîklopediya zarokan e.



12.05.2020 12:25 ~2021.05.20 15:47 | sitî cp

8. Keştiya ku li gor olên semawî divê 8 milyon û 700 hezar celeb zîndewer hilda be. Lewra niha li ser gerdûnê li gor lêkolînên dawî ewqas celeb zîndewer hene . Vêca heke ji her celebî cotek hilda be, vê hejmarê li 2 ya xin. Aha bû 17 milyon 400 hezar. Ji xwe li gor ola peresan jî tune ye. Nexwe celebên niha hene divê ew çax jî hebin, yanê vê taliyê çê nebûne.



15.07.2020 16:55 | tîrêj zana 21

9. Keştîya nûh pêxember li çiyayê Cûdî sekinî ye. Her cotî heywan filitîne. Keştîya nûh ewqas mezin bû ku gorî rîvayetekî qasî nîvêyê tirkiyeyê mezin bû. Dûv re erd avê kişandibû û jiyan nû de destpêkiribû.



15.07.2020 21:31 | dilreş

10. Keştiyeke fezayî ya navbera gerstêrkan e.
Barkirina nimûneyên ji hemî heywanan li ser vê keştiyê tê wateya girtina kopiyên dna a hemû heywanan e. Ger ez şaş nebim elon musk jî fikrek bi wê avayî gotibû. Wî ji bo pêşerojê ramanek weha pêşkêş kirobû ku Divê em nimûneyên DNA ji hemî heywanan bistînin û wan li gerstêrka din arşîv bikin.



11 roj berê 10:45 ~2024.03.09 02:12 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» keştiya bayê
» nûhirandin

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî