1. çaya herî nexweş e. |
|
10.12.2013 20:21 |
simurg56
|
2. sedem çî ye ez nizanim lê tahma çayê diguhere qe xweş nabe. gelo di tirşikê de fîzîkzan heye? bila ji kerema xwe re rave bike ji me re* |
|
10.12.2013 20:36 |
ferhenga şikestî
|
3. Vexwarina kû ez ji binî hejê nakim e.. Heta mirov çaya xwe xilas dikê ça dibê wek qeşa/buzê û ti te'ma çayê namînê.. vexwarina çayê ji piyaleyên zirav xweştir e... |
|
10.12.2013 21:51 |
nan û av
|
4. çaya ku piranî bi aliyê xebatkarên ofîsan ve tê vexwarin e. ji ber ku di ofîsan de qedehên çayê bi aliyê gelek kesan ve tê bikaranîn, mirov hez nakê ku di heman qedehan de çay vexwe. ji ber vê yekê gelek kes kûpayên xwe yên taybet tînin. |
|
11.12.2014 16:16 |
nazim tolhildan
|
5. tercîha min e. carê kî dê rabe û çayê dagire, di carekê de qasî 3 qedehên cam ên zirav di nav tilîkan te de li benda te dibin. ha sarbûn pirsgirêkekî ye lê, biraqe, wiha ji yên din xweştir e. |
|
06.10.2018 17:09 |
biruya hayao miyazaki
|
6. (bnr: çaya ji termosê tê vexwarin) |
|
07.10.2018 02:47 |
bûtîmar
|
7. Beriya ku ez betal bûm heb kêfa min çaya ji kûpayê re nedihat le kengî destpê karê ofîse kir û bûm commuter* mecbûrê kûpayê bûm. |
|
16.04.2019 22:31 |
xelîl
|
8. Çaya xweş kupayê jî qediha noq zirav jî bi tehm dike. Ma ne willo |
|
17.04.2019 08:13 |
kibarfeyzo
|
9. Ça bila xweş be bila di delavde be. |
|
17.04.2019 08:24 |
hûteheftserî
|
10. zû sar dibe |
|
21.06.2020 10:42 |
merwano
|
11. Ne tu çay e. Heya ku mecbûr nemînim, tu car nayê heşê min jî. Lê li wargeha xwendekara, li ofîsa, li mala xwendekara û li xwaringeha car caran mirov mecbûr dimîne vexwe. |
|
21.06.2020 11:40 |
tîrêj zana 21
|
12. Min heta zanîngehê çay venedixwar, dayîk û babê min ez hîre nekiribûm. Paşî destgirtiyê min dema zanîngehê ez hîre kirim. Ev du sal e jî, seba nobetên dirêj ez bêyî çay neşêm tab bikem. Nihe bi dilekî rihet dibêjim: çay di şûşeyên cam da tam e, weka dî derew e. |
|
21.06.2020 21:26 |
buffaloskinners
|
13. Ez çaya germ nêbo qet nêwana. Kûpa de çay rew serd bena. Felsefeyê mi seba çay hina vano; qulta verên û qulta peyên lazim o eynî germahî de bo. |
|
21.06.2020 23:43 ~23:44 |
kajav
|
14. heta nîvî berdê û vexo, tiştek nabe, qe nebe qulpa wê heye, destê meriv naşewite gava meriv radikê, yeka spî min standibû dilê min çi dixwast min li ser dinivisand, xêz dikir |
|
22.06.2020 00:19 |
afa
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |