1. Navê fîlmê: Los Lunes Al Sol (Mondays in the Sun, Duşemên Sayî, Güneşli Pazartesiler) |
|
2013.06.17-00:01 |
endazer
![]() |
2. berî her tiştî fîlmeke gelekî samîmî ye. berî 4-5 salan, ev fîlm li zanîngeha me şahiyên biharê de ji aliyê klûba sînemayê ve li amfiya fakûlteya me hatibû nîşandan û min jî bi wê vesîleyê temaşe kiribû. min ji fîlmê hez kiribû ev tê bîra min, mijar û rihê fîlmê jî tê bîra min lê ji sehneyên fîlmê tenê yek sehne tê bîra min: ev zilamên ku ji îşe xwe hatine avêtin, şevek berhev bûbûn û serxweş bûbûn, nav hestên bêhêvî de li kûçeyan digeriyan û li rasta camekaneke dikanê disekiniyan kena xwe bi televîzyona li wir dianîn û henekan bi hev û din dikirin. |
|
2013.06.18-18:49 |
simurg56
![]() |
3. Bavê mino! Ev hûn van navên eletewş ji ku derdixin? |
|
2013.07.18-10:18 |
keje bemal
![]() |
4. yekemîn fîlma ku ji alîyê koma wergera fîlman ya tirşikê ve hat wergerandin. ![]() |
|
2020.02.07-18:05 ~18:21]|
simurg56
![]() |
5. Fîlma ku 2002 den de hatiye çê kirin û pûanek e bilind ji imdb wergirtiye.Jiyana 1980-2000 a her tim wiha bû. Bê kar , bi tengasî didoma.Jiyanê bi jiyana 4 kesan tîne ber çavan.Santa ji wan yek kes e ku ji aliyê javier bardem ve rola wî hatiye lîstin. |
|
2020.02.13-19:08 |
brzn
![]() |
6. fîlma ku bi saya koma wergara fîlman ya tirşikê ez pê haydar bûm û min binnivîsa kurdî ve temaşekir. destê hevalên werger sağbe. em hevîya fîlma duyemînin. |
|
2020.02.13-21:54 |
golikvan
![]() |
7. min beriya çend salan bi binnivîsa tirkî temaşe kiribû. û vaye careke din, vê carê bi binnivîsa bi kurdî temaşe kirin bû nasîp. |
|
2020.02.20-22:12 |
brusk56
![]() |
8. min jî îşev bi jêrenivîsa simurg darî kir. çîroka fîlmê li jor hatîye gotin, ez ê behsê nekim. Lê dixwazim bêjim fîlmek baş e ji bo fêmkirina rewşa karkeran, karkerên bêkar, dema bêkarîyê lêgerîna kar, bêkarîya dibe sedema hilweşîna sitûnên jîyanê. |
|
2020.02.23-00:06 |
xendekî
![]() |
9. fîlma ku min bi jêrenivîsa kurdî ya ji aliyê simurg56î ve hatiye wergerandin temaşe kir. ![]() wergera simurg gelek baş bû, bê navber min temaşe kir. destên wî sax bin. |
|
2020.03.02-10:46 |
xelîl
![]() |
![]() |
nutella [1] |
![]() |
motîvasyona kurdên xwandevan [1] |
![]() |
motîvasyona kurdên xwandevan [4] |
![]() |
tirşik-danegeh [2] |
![]() |
neşêrînbûna pisîka merwano [1] |