Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
faik bulut - tirşik
faik bulut
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskar û lêkolîner di sala 1950'î de li qersê hatiyê dinê, dema li enqerê enstîtî ya perwer de xwendakar bû yê zanîngeh nevî da hîşt.di sala 1972'an de li ser surî ra derbasê lubnanê dibe û di rêxistina rizgariya filîstîn (fkö) de cîh digirê .di erîşekî îsraîl de birîndar dîl dikeve.piştê 8 sala di zîndanê îsraîl de sala 1980 de tê berdan .hatane niha gelek pirtûk nivîsiye



11.12.2013 19:10 | newenda

2. mamosteyekî bi deng û hêja ye. rûmeta bajarê qersê zêde dike. ji ber ku di qersê de mirovên bi rûmet ne zêde ye.



12.12.2013 11:41 | nazim tolhildan

3. lêkolînerekî kêrhatî ye hama bêje di her cureyan de lêkolînê kiriye û dike serpêhatiya wî jî kûr û dirêj e min heta niha bi qasî şeş heb pirtûkên wî xwendine her yek ji yên din cuda bû tu têkiliya wan bi hevudu tunebû... heta li vir pirsgirêk tune ye lê camêr gava behsa îslamê dike mariv dibêje qey neçûye ayeteke tenê jî nexwendiye ewqas ku dûrî rastiya İslamê dinivîse ji xeynî nirxandinê wî yên li ser îslamê, bi giştî objektîf in (objektîfiya li gor pîvanên rewşenbîrên ku dij-kurdistana azad in) dema ku di derbarê aboriya cemaatê de pirtûkek dinivîse li du wê pirtûkê di sibatê de darbeya postmodern pêk tê û hemû xebatên wî yên hêja di destê generelan de dibe pêlîstoka leşkerên xwînxwar. . weka hemû zanyarên kurd ew jî bi zimanê serdestê xwe dinivîsine û xwelî li serê xwe dibarîne dema min pirtûka wî ya 'dîroka zimanê kurdî' xwendibû min gotibû yaw camêr bi qasi 400 rûpel qala dewlemendbûn û qedîmbûna zimanê kurdî dike lê rûpelek jî min nedîtiye ku bi kurdî nivîsiye min got wa ye nakokî ev e ku wek zinêr li hemberê me sekiniye ez pirr meraq dikim gava yek jê bipirse ' de baş e madem ewqas dewlemend e ca ji me re bi vî zimanî pirtûkek binivîse' wê bibêje çi? pirtûka wî ya 'ji pênûsa ehmedê xanî, cîhana kurdan a nediyar' xwendibû ew jî bi tirkî bû yanî eger yek mem û zînê nizanibe yek ehmedê xanî nas neke û wê pirtûkê bixwîne wê ji ehmedê xanî sar bibe.. meriv encax evqas dikare bilewitîne û bihetikîne



28.01.2014 05:22 | ferhenga şikestî

4. Ji bo doza filîstînê di sala 1972'an de çûye li filîstînê, li lûbnanê şer kiriye.



18.10.2023 14:03 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» faik bulut

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî