Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hestiyê parsûyê adem - tirşik
hestiyê parsûyê adem
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. HESTIYEKÎ PASÛR PÎROZ E; LÊ hestiyê parsûyê adem QASÎ gelheyê gerdûn e.



(bnr: jin)

(bnr: jinik)

(bnr: pîrek)



(bnr: rebenê hewa)



12.12.2013 01:38 | biruya hayao miyazaki

2. gorî qûranê: xwûdê yekemin adem çêkir ,pê hestîyê qûna adem jîn çêkir..



12.12.2013 02:04 | sîyabend

3. kuro dê ev qur'an rojekê biçire.



25.06.2014 09:50 | gernasnenas

4. hestiyê ku bila yek ji min re bibeje di kîjan ayetên quranê de derbas dibe? kesên ku di jiayana xwe de devê pereke ya qur'anê ne vekirine tên li vir tenê bo reşkirina kitêba pîroz tirhewên xwe belav dikin.ev hestiyê ku hûn behsê dikin ne di qur'anê de di tewratê de dibuhure. (afirîş 2/21-22)

di quranê de hin îşareta afirandina jinan he ye lê ne wekî di tewratê de hatiye aşkerekirin lê hin hedîsên pêxember de ev mesele hatiye çêlkirin tiştek wisa ji he ye ku dive be zanin;hevoka "jin, wekî hestiye perasûyê ye ji ber ku nazik e ger tu bixwazî ku wê rast biki dê bişike" wek pêşgotineke di nav ereb û cihûyan de te bikaranin yanî ev mesela perasûye ji bo islamê meseleyeke mecazî ye.nazik û nazdarbûna jinan temsîl dike.





***edit: ji ber ku mijar dîsa ji rêya xwe şaş bû min xwest ku careke din dubare bikim.di quranê de ayetên ku bo afirandina jinan he ye lê ne wek yê tewratê aşkerene lê ev nayê wateya ku ew xwedêya adem ji tûnebûne afirandiye nikare hewa jî ji hestiyekê biafirine.yanî ew kesên ku ji nezaniya xwe zimanê xwe dirêj dikin û tirhewan berbelav dikin bila bizanin ku xwedê dikare kalikên hewe ên ku beriya naha 1000 salan mirî ji sola hewe careke din biafirine yanî ev ilm bo xwedê pirr hêsan e ji ber ku muqtedîr û desthilatdar e.



25.06.2014 11:05 | karmatî

5. ne pêwiste bersiva vî nivîskarê mirov bide ger tu nezanî here bigere bibîne u bixwîne ger tu nezan bî xwe iskût bike hûş be cihê xwede da qedrê te hebe.

(bnr: ji nav behsa de xwe ne dît çu kanîya gundê de rît)



25.06.2014 11:16 | birazî

6. rojekê, evdillah beg dereweke qerrase ji cihekî xwe avêt, û hin apociyên ehmeq û nezan û bêhêş, bêyî gêrîn û lêgerinê baweriya xwe pê bi vê derewê anîn û niha jî bê şerm û fedî diçirrîninnn.. bi xwedê hûn guneh in, hele ji min re ayeta hanê li vir binivîse, ez ê ji te re zebeşek bişînim, an na li xwe mikur were û bêje qûn li min çirriya..



25.06.2014 11:56 | ferhenga şikestî

7. mijara ku çima hinek kesan ev qas aciz kiriye min fêm nekir.

ev bawerî rast ne rast di nav misilmanan de zêde zêde berbilav e û çi têkiliya wî û abdullah ocalan û apociyan heye min wê qet fêm nekir. hema her tiştî jî newin li wê girê nedin. mesele çi be hûn ê bikin abdullah ocalan.

min peyamekî xwend ku min got qey xelete li vir hatiye nivîsîn.



di sûreya a'rafê ayeta 189emîn de wisa tê gotin ; " yê ku we ji canekî *, ji wî afirandî ew e ")



ev ayet mesele afirandina hz. havvayê a ji parsûyê hz. adem rave nake, lê mirov dikare ji vê ayetê fêm bike ku hz. havva ji hz. adem hatiye afirandin.



weke hatî gotin meseleya parsûyê di tewratê de derbas dibe û weke "hestiya xwar" tê gotin. dibêje ; tenêbûna adem ne baş e, ez ê jê re alîkarekî çêkim. xwedê xewekî kûr danî ser adem û hestiyekî wî ê xwar jê derxist û bi giya tijî kir. xwedê jinekî afirand û ji adem re anî



ev meseleya hestiyê parsûyê bi çi awayî ketiye nav îslamê an jî misilmanan nizanim lê dibe ku cihê wê di îslamê de jî hebe.



25.06.2014 12:54 | brusk56

8. ez ê niha, vê kêliyê meseleya têkiliya apo û parsûyê adêm rave bikim.

dema ku apo di derbarê têkiliya jin û dînê de ramanên xwe bi lêv dikir, piçek jî ji vê çewtiyê mînak dida (ez ne şaş bim di pirtûka xwe ya 'gerçeğin dili gerçeğin eylemi' de behsa vê meseleyê kiriye. min ji bela ku 7 sal berê falan xwendibû dibe ku pirtûk şaş jî be lê min xwend baş tê bîra min)

hevoka wî kêm zêde wisa bû " dibêjin ku di quranê de hatiye nivîsin, hawa ji hestiyê parsûyê hatiye afirandin, dema min bihîst min xwe bi xwe got ku dîn li ser jinan gelek neheqî dike" falan...

piştî ku apo wisa got, apoîstên me wek ayeteke pîroz gotina hanê pejirandin û bêyî lêkolîn, gêrîn û lêgerinê weka ku heqîqî be di hemû qadên jiyanê de anîn zimên, di rastiyê de piçek maqul bana divê zehmeteke piçûk bidana dest û çavên xwe û ayeteke wisa heye yan jî tune ye bigeriyana lê tu ji kê re dibêjî? heke apo gotibe sedî sed rast e lewma jî hewce nake(!)



çi qas rast çi qas derew e nizanim lê tê gotin ku piştî salên dûvûdirêj apo gotina xwe paşve girtiye lê apoîstên me hay ji wî jî nîn in lewma ew hê jî li gor daxuyaniyên apoyî yên bîst sal berê tevdigerin



25.06.2014 14:12 | ferhenga şikestî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hestiyê nezerê
» parsûyê dagirtî
» adem karakoç

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî