Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 23 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; rovî
peyamên çepikkirî

140629. di salên 1950an de bo çewlîga kurkên roviyan ava bikin çend kes tên ba hev li sovyetê. wekî tê zanîn rovî tirsonek û kovî ne. nêzî mirovan nabin. dimitri belyaev ê genetîkîst bi zêdetirî 100 roviyan ketiye ceribandinê û ji nav wan roviyên herî sernerm (yên herî nêzî kedî) hilbijartine û ew avêtine ber hev û cewrikên wan mezin kirine û ew jî avêtine ber hev û bi vê di çend nifşan de rovî kedî bûne. lê ya ecêb ev e ku roviyan şibiyane kûçikan. guh, terî hemû şibiyaya yên kuçikan heta him mîna kûçikan di salê de du caran cewrik anîne (ku roviyên kovî di salê de carek tînin) û kurkên wan jî guheriye bûye mîna kûçikan. ev ne bijartina xwezayî ye lê sepandina werarê bi xwe ye. tenê bijartin bi destê mirovan tê kirin û wekî tê zanîn charles darwin bi xwe jî li ser kevokan û hin heywanên din vê bijartina xwedestî sepandiye.
(bnr: teoriya werarê)
ez ecêb.

îro ew çewlîg hîn didome lê ji ber tunebûna pereyan ceribandinên wan di xetereyê de ne.
çavkanî nayê bîra min lê tor qasî tikandinek nêzî we ye. asfghj
(bnr: tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe)



06.06.2013 16:08 | endazer