Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    26 mijar û 32 peyam
    rovî - tirşik
    rovî
    (0) (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. cûrek heywanaye, cucika mirîşka ,dîka her cure civika dixwe..gelek caran çîrokada gimfirsend u koneye.. gernase u zaneye..



    2013.12.12-01:45 | sîyabend

    2. apê min, zarokatî li zankoyê xwestîye ji dersê derkeve, mamoste pirsîye çima? gotîye

    "xocam tîlkilerım axrîyor"



    di mîtologyayê çînê, dijminê wî rakune.



    2013.12.12-01:48 | xurufi

    3. heywana di vê ginikê de derbas dibe ye (bnr: rê rovî revî, rovî rê revî).



    2013.12.12-12:13 | nazim tolhildan

    4. li welatê hekarya gelek tên dîtin xweşik in lê pirr şûm in û gelek ji xwarina mirişkan hez dikin..



    2013.12.12-12:43 | mîrêhekarya

    5. li cizîrê jê re rûvî dibêjin, straneke zarokan ya li ser mamê rûvî;



    Rovî rovî rovî rindik.

    Serê tiriya rovî bi kincik.

    Rovî çûye mala xala.

    Lêkirin barek hişke dare.

    Bihijmêrin heke ne bîst û çar e.

    Rabne rovî bi qute dara.



    2015.09.20-03:00 | endazer

    6. Rovî yek ji ajelên dirinde ye. Rovî bêtir mişk û lawiran dixwe. Dema ew fersendê bibîne, êrîşî mirîşk û elok û şamiyan jî dike. Rovî gelekî ji tirî û mêweyan hez dike. Bi roj di qulika xwe de dimîne û bi şev derdikeve nêçîrê. Rovî ajelekî fenek e. vulpes vulpes kurdistanica navê cureyekî roviyên kurdistanê ye.



    2020.05.18-19:47 | sitî cp

    7. Di çîrokan de jê re dibêjin mamê rûvî. Li ser xwarina goştê rûvîyan dubendîyek heye nav gel de. Bawer dikim ev dubendî digihe vê rastîyê ku rûvî hem goşt dixwe hem geya. Heywanên goşt dixwin nayên xwarin, lê di vê derê de îstisnayek heye, ew jî mirîşk e. Mirîşk çi dibîne dixwe. De bêje gidî tu mirîşkê dixwî ku ew mişk û mar dixwe çima rûvî an beraz naxwî? Di vê mijara qedexekirina goştê heywanan de nakokîyek heye di îslamîyetê de. Jixwe ev qedexekirin ne ji bawerîya mîstîk, ji şert û pêdivîyên jiyana rojane hatiye.

    Min çend car rûvî dîtine, heywanên delal in. Li gel torî û qîjik neyarê mirîşkan in.



    2020.05.19-10:15 | hespêsor

    8. Ji bo rovî ev pêkenok tê gotin.
    Rovî rovî rindik
    Serê bêvla rovî Bi kincik
    Rovî çûye mala xalan
    Barkiriye ji barê dare
    Bijmêre heke ne bîst û çar e



    2020.05.19-19:15 | azad517

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    şûv [1]
    erdê ku hatiye (bnr: cot) kirin lê hê tiştek natiye (bnr: tov) kirin,...
    beyar [1]
    beyar hiştin ji bo erdan baş e, ax nû dibe, ava binê axê ya zêde dikiş...
    gîsin [1]
    bê wî rênçberî û cotkarî nabe, gîsin erdê hinek kûr dikole ka ku axa t...
    pûlix [1]
    gîsin û pûlix ne yekin, gîsin, diranê wî li pey hevin, pûlix diranên w...
    kuşadası [1]
    2 sal li pey hev havînê min betlaneya xwe li wir derbas kir. di eslê x...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » rovî û kusî

    Kategoriyên mijarê:: ajal
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî