1. cûrek heywanaye, cucika mirîşka ,dîka her cure civika dixwe..gelek caran çîrokada gimfirsend u koneye.. gernase u zaneye.. |
|
2013.12.12-01:45 |
sîyabend
![]() |
2. apê min, zarokatî li zankoyê xwestîye ji dersê derkeve, mamoste pirsîye çima? gotîye |
|
2013.12.12-01:48 |
xurufi
![]() |
3. heywana di vê ginikê de derbas dibe ye (bnr: rê rovî revî, rovî rê revî). |
|
2013.12.12-12:13 |
nazim tolhildan
![]() |
4. li welatê hekarya gelek tên dîtin xweşik in lê pirr şûm in û gelek ji xwarina mirişkan hez dikin.. |
|
2013.12.12-12:43 |
mîrêhekarya
![]() |
5. li cizîrê jê re rûvî dibêjin, straneke zarokan ya li ser mamê rûvî; |
|
2015.09.20-03:00 |
endazer
![]() |
6. Rovî yek ji ajelên dirinde ye. Rovî bêtir mişk û lawiran dixwe. Dema ew fersendê bibîne, êrîşî mirîşk û elok û şamiyan jî dike. Rovî gelekî ji tirî û mêweyan hez dike. Bi roj di qulika xwe de dimîne û bi şev derdikeve nêçîrê. Rovî ajelekî fenek e. vulpes vulpes kurdistanica navê cureyekî roviyên kurdistanê ye. |
|
2020.05.18-19:47 |
sitî cp
![]() |
7. Di çîrokan de jê re dibêjin mamê rûvî. Li ser xwarina goştê rûvîyan dubendîyek heye nav gel de. Bawer dikim ev dubendî digihe vê rastîyê ku rûvî hem goşt dixwe hem geya. Heywanên goşt dixwin nayên xwarin, lê di vê derê de îstisnayek heye, ew jî mirîşk e. Mirîşk çi dibîne dixwe. De bêje gidî tu mirîşkê dixwî ku ew mişk û mar dixwe çima rûvî an beraz naxwî? Di vê mijara qedexekirina goştê heywanan de nakokîyek heye di îslamîyetê de. Jixwe ev qedexekirin ne ji bawerîya mîstîk, ji şert û pêdivîyên jiyana rojane hatiye. |
|
2020.05.19-10:15 |
hespêsor
![]() |
8. Ji bo rovî ev pêkenok tê gotin. |
|
2020.05.19-19:15 |
azad517
![]() |
![]() |
motîvasyona kurdên xwandevan [1] |
![]() |
motîvasyona kurdên xwandevan [4] |
![]() |
tirşik-danegeh [2] |
![]() |
neşêrînbûna pisîka merwano [1] |
![]() |
neşêrînbûna pisîka merwano [2] |