Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 79 peyam
dijber - tirşik
dijber
(23) (1) (8)
di mijarê de bigere

59. nivîskarê ji bo xelatên tirşikê şerr ragihandiye û ev çend roj in serkêşiya nivîskarê mehê dike.

hîn 51 roj heye. ev maraton e. bêhna xwe fireh bike *



jêrenotdi profîlê de eşkere nekiriye lê di peyama xwe ya li jor de zayenda xwe eşkere kiriye *



09.09.2015 23:25 ~23:30 | berxweda

60. li darê tirşikê heta ez heme, nikare tu rekor mekoran bişikîne, rehma xwudê lê bê shorbevanek hebû wextekî bi wê kurmanciya xwe ya pelixî çav li textê min dikir lê di çarçoveya qanûnên tirşikê de, min ew ji hukm xist û pasîfîze kir..

niha belkî we ferq kiribe, feqîro ji tirsa newêre çavê xwe veke û destê xwe li peyvekî bigerîne.. *



09.09.2015 23:30 | endazer

61. meriv jê fêm dike ku çawa berjewendiya mêrv di karekî de hebe dibe bilbilê zimanekî

kuro bi sond û peyman be ez ê nehêlim bibe duyem jî, ji enzedarî re dengê xwe nakim*



09.09.2015 23:36 | ferhenga şikestî

62. nivîskarê ku hemû nivîskarên tirşikê bi hev re binivîsin jî, nikarin bigihên toza wî, en endazer û ne jî ti kesê dî *



09.09.2015 23:46 | dijber

63. Hat tofanî rakir û îxtîmaleke mezin dê çend rojên din ji vir dûr bikeve. Bila kes gotinên mezin* nekin. Hê 50 roj hene. Ez ê jî wî derbas bikim lê bawer nakim ku bibim yekem*



*versiyona wê ya kurdî çi ye nizanim..



09.09.2015 23:51 | mergehez

64. nivîskarê ku neçar ma, dawiya vê şevê semantîks anku watenasî û rêzimanîkirin û veqetandek û ravekan rave û şirove bike.

Ji bo meseleya jorê:

ajotina hespî xweş e.

ajotina sloujoucî xweş e.

gelo ev hevok şaş in? an yek ji wan şaş e?

ji ber ku mijar zêde ne û divê ez gelek tiştan bibêjim, ez ê tenê mînakeke ingilîzî bidim we:

"one morning i shot an elephant in my pajamas." gelo fîl di pîjameyên xwe de dît, an pîjame lê bû gava ku fîl kuşt? mirov ne ker be, bersiv diyar e, lê ji aliyê rêzimanî ve, mirov dibêje qey fîl di pîjemeyî de ye.

anku carinan ziman rê dide ku mirov hin tiştan kurt bike lê ne her dem:

"ajotina hespî" eger em xwe bi rêbazên rêzimanî ve girêdin, dê ji aliyê watennasiyê ve şaş derkevin. lew di vir de em mentiqê xwe dixebitîn.

lê ev herdem ne rast e û carinan divê mirov diyar bike:

kuştina zarokî?? gelo kî kê dikuje? zarok hinan dikujin, an hinek zarokan dikujin?

ev bi xwe bi naveroka axivîn an jî tekstê ve girêdayî ye.



Here lînkê

(bnr: groucho marx)



10.09.2015 00:54 ~00:58 | dijber

65. Nivîskarê rêziman-zanîna xwe peyitandî. Helbet îngilîzî-zanîna xwe jî.



10.09.2015 21:53 | azadixwaz

66. nivîskarê ji xwer çavkaniya nivîsîna peyaman dîtiye. her rojê li nivîskarê rojê, heftê û mehê binivîse dike 3 peyam di pêncî rojî de dike 150 peyam *



11.09.2015 23:33 | berxweda


68. (bnr: yoda yoda yoda, derdekî giran)

(bnr: yodakî) *

(bnr: henek ha, aciz nebe)



11.09.2015 23:35 | xendekî

69. min zanîba ji bo çend pirtûkan bereket li tirşik tîne, min ê her meh jê re du-sê pirtûk bişanda*



11.09.2015 23:36 ~23:37 | ferhenga şikestî

70. (bnr: ê pirtûkan neşîne...)



11.09.2015 23:37 | dijber

71. nivîskarê di tirşikêda li me toz û dumanê rakirîye.. em jê bi daxwazin bira rihet binivîsîne bira entryê wî piçek tijebin me serî jêra danîye xelat ya wîye dîsa bi kêfa xweye bira wiha jî bidomîne ne pirsgirêke/nexeme/ne kul û derde. kesê şans û sihûda wî û endazer heye ger ez pirtûk xwend bûma û piçek wextê min hebûya minê wî û endazer di toz û dumanêde bihişta xwedê û tirşikvan wekîlbin.



12.09.2015 00:02 | shorbevan

72. nivîskarê hêja yê tirşikê ye ku dema lînkdide carinan xwe şaş dike lewma lînk venabin..

bila ji kerema xwudê re vê problemê çareser bike, please



13.09.2015 23:32 | ferhenga şikestî

73. Nivîskarê ku dixwaze ji tirşikvanên hêja peyamên taybet jê re ji bo şaşiyan binivîsin ta ku serrast bike.

Wek mînak ez nizanim niha bê kîjan lînk venabe lê gava ez ji telefonê dinivîsim her tişt dilewite.



13.09.2015 23:36 | dijber

74. nivîskarê ku bersiva kesên kêmî 4 puanan di vê testê testa kurdbûnê/75549 de tîne, nade.



15.09.2015 00:00 | dijber

75. tam prototîpê kurdan e, kurdekî klasîk..

bi qasî ku diştexile, bikira tu problem nedima



16.09.2015 19:29 | ferhenga şikestî

76. nivîskarê ku kes jê re negotiye tu derî formatê dinivîsî û kes jî peyamên wî jê nebirin heta niha..

lê hê jî fêm nekirye ku em behsa çi dikin

bi kiteķit ezê qal bikim; keko binihêre tu li gorî formatê dinivîsî min qebul e lê daxwazên te yên reformê ne li gorî formatê ne. yanê tu li gorî formatê yî. dilê te rehet be, problem ew e ku dibêjî 'bila heqeret jî hebin, peyamên heqeretwarî jê nebin' falan.. em jî dibêjin daxwaziya te ne li gorî formatê ye



17.09.2015 18:35 ~18:36 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» dijberên derzîya covid19ê

Kategoriyên mijarê:: yendin tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî