Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 42 peyam
dijber - tirşik
dijber
(23) (1) (8)
di mijarê de bigere

77. kurmanciya camêr gelek xweş e, maşalla pêşketî ye lê piçek bûye paranoyak, bûye pîskopatê rêzimanê...

jixwe yek jê armanca tirşikê ew e ku her kes bi demê re hay ji şaşiyên xwe yên rêzimanî hebe û kurmanciya xwe rast bike û jargoneke tirşikê û kurmanciyeke standard peyda bibin..

lê madem tu ji kurmanciya nivîskaran eciz î tu dikarî yeko yeko ji wan re şaşiyên wan bi rêya peyamê qal bikî daku ew jî karibin bêyî ku di nava xelkê de rencîde bibin, kurmanciya xwe rast bikin

rêbaza tu bi kar tînî, xelkê rencîde dike bi wî hawî xelk ji kurmancî sar dibe



17.09.2015 18:41 | ferhenga şikestî

78. Nivîskarê ku bi peyaman jî nikare xelkê qanî bike û ya dî dibêje ma ez xwedê me ku yek bi yek peyaman ji wan re bişînim.



17.09.2015 18:45 | dijber

79. piştî peyama kul û derd/76041 kumê xwe daniye ber xwe û "gotiye erê". agahî û zanyariyên xwe yên kûr û bêalî û, helbet xwişk û bira, li nav rêzik û prensîbên formatê bi hevokên têr û tije bi kurdiyek fesîh mîna dengbêjên dewrêşê ewdî yan memê alan distrên, hema nivîsandiye û nivîsandiye ku heta hun bibêjin bes e! xwe li ser hedwigê kuştiye berdaye. xwîn li tamar nemaye, heta dilopa dawîn pêl bijkokên klavyeyê xistiye û ew nêrîn û komposîzyona xwe ya bilind hema bûye mînakek tirşikvanî. j.k. rowling kariba bixwîne, bi rastî wê li ber nigên dijber xwar biba û bi kelogirî û rebenî lêborîna xwe jê bistenda û pirtûKÊN XWE ji bo ibretê elam be, bişewitanda, bi kurt û kurmancî hewqas edilandîye camêro. mere dibêje hedwig ji ser û heta binî car din hatiye afirandin. way ji we re wê peyamê: hedwig/76056 * *



xwe hewqas nekuje li ser kûl û derdan. binêr li wira çi dinivîsîne: jê re bibe derman!

ha peyamên te yên ewil derman in? yeaaaq! dermanê çi, mere fedî dike nivîsandinê. herkes nikarin bibe derman. erê zanim ew 3. xelatên tirşikê ji bo te hedefek e, lê wanî nabe. ez sîmurg bam ezê ji bo dayîna xelatan gotarekî kalîteya peyaman avakiribam. bû mîkrof û ket kûl û derdên min. * *



17.09.2015 20:34 ~20:40 | biruya hayao miyazaki

80. nivîskarê ji nivîsên dirêj hez nake û dixwaze ku di ferhengê de bêhna fikira nivîskarî were, wek mînak hedwig/76056 ev nivîs ji min re bes e, ji ber ew tenê kund e.

ha pêwîst be, nivîsên wisa jî /20082 dinivîse. eger pêwîst be, dikare gelekî dirêjtir jî binivîse lê bila hindik û rindik be.



17.09.2015 22:13 | dijber

81. zilamê ku niha dibêje li qusurê nenerin lê çawa, çilo, çima, çi, ji bo û hemû cînavkên pirsyarê dizane anku nikare bi xwe û dibêje ji kerema xwe re li vê hevokê binerin " mîna zilamê ku fêr bûye bisêklêt 'çawa' tê ajotin lê hay ji mekanîkê nînbe ye." mixabin ku mijara hevoka kompleks mijareke tevlihev û zehmet e lew ez nikarim zêde li ser binivîsim lê ev hevoka jorê, wek herkes dizane(yanî her kesê ku hinekî bifikire) dê bibîne ku ev hevok ji çend hevokan pêk dihê: 1. ew mîna wî zilamî ye 2. ew zilamê fêr bûye 3. hevokeke ku bersiva pirsyara çawa dide lê ez ê dûre werim ser wê, hevok ev e: çawa biskilêt tê ajotin, 4. lê hayê wî ji mekanîkê tune/ nîn

de ka werin van çar hevokan bi hev ve girêdin: dijber mîna wî zilamî ye ku fêr bûye (gihaneke pirsyarê pêwîst e lew bê) bê çawa biskilê tê ajotin lê hayê wî ji mekanîkê tune ye/be.

Ne ez xwe mezin dikim lê ez van yeko yeko ji we re nikarim bibêjim, ji xwe bi tirkî nefikirin dê hêsantir bibe.

(bnr: hevokên kompleks)



18.09.2015 00:21 | dijber

82. Ez bawer im êdî tiştek nayê bîrê ku binivîse lewma hêdî hêdî namzetên hdpê yên hemû bajaran dinivîse. Ne tiştekî hewce ye lê binivîse tiştek nabe tenê di pêşbirka xelatan de ev tiştekî ne xweş e ku peyamên ne hewce dinivîse.



19.09.2015 01:01 | mergehez

83. nivîskarê navê mijarên namzetên hdpê veke û bibêje "namzetê hdpê ê hilbijartina 1ê mijdarê ê filan derê" wê yekembûna xwe xerentî bike..



19.09.2015 01:08 | berxweda

84. nivîskarê dibêje ku ez êdî xelatên xwe diyarî tirşikvanekî din dikim, tenê bila tirşikvan dev ji ruhê min berdin. pirtûkek biçire buhayaya wê 30 dolar e ku mirov dikare peyda bike û bide.

ez bi xwe van tişan merq dikim, ya dî ez dixwazim bizanim ev namzet kî ne û eger tirşikvan bikarin zanîna xwe bi kar bînin û alîkariya min bikin ku em wan binasin dê çêtir be.

eger hinekî mentiqê mirovî hebe dê bizane ku nivîsên wisa him rê vedike ku bi girêdanan mirov agahiyan bi hev ve girê de û bihêle her kes beşdarî mijaran bi agahiyên "biçûk" bibe ya dî di lêgerîna googleyê de, tirşik dê derkeve pêş û ew kesên li van tiştan digerin, peyda bikin.

ez dixwazim ku gava yek li gû jî bigere, bi kurdî bigere û ne "bok"a tirkan bixwe û wê binivîse.

mesele ku em bikarin mejiyê xwe bikin kurdî, yana ez ya rastî bibêjim, pirraniya tiştên ez dinivîsim ji min re ne giring in û ez guh jî li wan nakim lê eger em bên û zanînê binivîsim, ez bi xwe nikarim binivîsim lê di vê ferhengê de yek kes tune ku bikare binivîse.

zanîna we çi ye? ne ez zana me, ne hûn! min hîn yekî zana di nav kurdan de nedîtiye, ji xwe eger zana hebe, gelek tiştên giringtir hene ji nivîsên vir.

anku ez serên we guhdaran neêşînim lê ez îro aciz im û zêde neyên bi ser min de, ne ku ev tehdîd e ne jî tiştekî din e, tiştekî normak e lê ez bi xwe ji xwe û ji kurdan û kurdistanê gişî aciz bûme û belkî ez nema binivîsim jî.

(bnr: ez di qula kurdistana mezin nim heta di ya biçûk re derkeve)

(bnr: nivîsên hêja yên xwendinê ku nivîskarên tirşikê bi xwe nivîsîne lê ne copy-paste kirine.)

(bnr: aqilê sivik, barê giran)



19.09.2015 01:11 ~01:13 | dijber

85. Tirşikvanê ku tenê xwe kurd dibîne.



19.09.2015 19:44 | kurê bavê xwe

86. Ew nivîskar e ku dibêje qey dijberî dijûnkarî û biçûkdîtina kesên din e.



nihandin/76329

Ji vê peyamê û herwiha gelek peyamên wî yên din diyar e ku egoîstekî hurr e..



19.09.2015 20:15 | mergehez

87. (bnr: egoîzm)



19.09.2015 21:39 | dijber

88. berê vaya bixwînin. nihandin/76329



spoiler ji peyamê vî afirîdeyî: "lêkereke berpêbûnî ye ku bi awayin din yên wek kutan û gan û hwd û li gorî devokan wek "niyandin" an "nîhandin" jî tê gotin. helbet gelek tirşikvanên ker dê nizanibin "berpêbûn" çi ye û herwiha wek tirkî dê vê lêkerê bi kar bihînin û welhasil..

(bnr: ker ker e)"



efekt: ahahahahaasdfghjk * erê kenekî bi deng û bilind bû.



şîrove: afirîdeyê li jor hat nasîn, di vê peyama xwe ya belengaz de peyvên berpêbûnî û berpêbûn bikaraniye.



ji wîkîferheng: Here lînkê

berpêbûnî: 1. berîdanî, araste, 2. meyldarî 3. tropîzm



ji bo mînak vê hevok hatiye dayîn: (...)Hevzayendî wekî berpêbûniyeke wisa tê pênaskirin: Çawaniya ku ew kesê/î ya bi piranî yan jî bi gişî bi riyên romantîzm an jî nêzîkbûna zayendî beraliyî kesên ku di heman zayendiyê de dike.(...)



elmanî : Orientierung → de mê

tirkî : yönelim → tr



berpêbûn li ferhengê tune ye lê li gotara completion a îngilîzî tê fêmkirin ku berpê kirin (...) e, bi kurt û kurmancî nêzîk bûn e.



erê anuha em werin nihandina dijberî ya li peyama xwe pênas kiriye. * nihandin bi peywira xwe ya bingehîn ve çalakiyek e, kirin e. li hêla gramerî bi kurtasî lêkerek e. nêzîkbûn ji bo pênaskirina vê lêkerê herçiqas ne çewt be jî bi rastî ne vebijarka ewilîn e. ne tenê ji ber sêwira vê çalakiyê, hema ji pênasa berpêbûniyê ve bêbextiyek e, ceheltî ye. aşkere ye ku, afirîdeyê xwediyê mijarê, vê mijarê ji bo biçûkxistina tirşikvanên din xwestiye veke. ji ber ku peyva "berpêbûnî"yê hîn nuh elimiye ku tê dîtin ew hîn bikaranîna berpêbûnî û berpêbûn tevlihev dike. û bi pozbilindî qala kertiya xelkê kiriye û bnr'a jêr a bi peyam ve kiriye, hema xwe hetikandiye berdaye:



(bnr: ker ker e)



tew qala tirkiyê kiriye. * *



(bnr: ker)



pêvekek dawiyê hat:

barî ji bo bikaranîna nihandinê ez mînakek bidim dijberî ku careke din xwe di nav xelkê de nehetikîne:



ezê te nim.



ha ev jî heye ku ez dibêjim dewlemendiya kurdî ye:

(bnr: nihandina mecaz)



19.09.2015 21:43 ~21:54 | biruya hayao miyazaki


90. nivîskarê ku ez fêhm nakim, nivîskarên din çima bela xwe jê venakin? hemû peyamên ku hûn di salekî de nanivîsin an nikarin binivîsin dijber di hefteyekî de dinivîse, pirraniya peyamên wî têr û tijî ne û tê de zanyariyên bikêrhatî hene û dîsa pirraniya peyamên wî li gorî rist û rêzikên formatê ne, peyamên xwe yên ne li gorî formatê jî dema mirov jê re dibêje cihde rast dike û bi kurmanciyeke xweş û fesîh dinivîse..



19.09.2015 23:49 | endazer

91. tirşikvanê hêja, pir aktîv e. nexwe em jê daxwaz dikin bila hinekî alîkariya tirsik.net'ê bike, were beşa katerogazisyonê û qene ev kategorîzasyon zû biqede *



22.09.2015 13:08 | xendekî

92. tirşikvanê spasiya neyar, hezker û hemû kurdan dike û dibêje ji xwe min nû meseleya kategorîzekirinê zanî lew hêdî hêdî dest pê kir.

Ne hewce ye, hûn bibêjin ji ber kurtedemek e, ez ê hewl bidim alîkariya we bikim ta ku tirşik xwe li ser lingan bigire lê mixabin xeber xweş xeber lê min jê ne bawer

herwiha bila rûpela kategorîzekirinê jî li jorê sabit hebe, ji bo her miorv têkeve tirşikê hema yekê çêke.

têbînî: neyar û hezker û dijber û her tişt, eger kurd bin ha, ez wekî din spasiya ti mexlûqê dinyayê nakim



22.09.2015 13:14 ~13:15 | dijber

93. nivîskarê ku wisa xuya ye di vê xwedîderketina li kurdiyê/76650 peyama xwe de yekê rexne dike. ecêba xwedê! lê taybetiyên xwe rêz kiriye*



23.09.2015 16:27 | ceso

94. nivîskarê xatir ji tirşik û tirşikvanên wê yên jêhatî û zana xwest û çû heta careke din dîsa têkeve depresyonê.



24.09.2015 23:55 | dijber

95. Nivîskarê hêvîdarim zû bikeve depresyonê, lê depresyoneke sivik*.



25.09.2015 14:58 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» dijberên derzîya covid19ê

Kategoriyên mijarê:: yendin tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî