Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
dijber - tirşik
dijber
(23) (1) (8)
di mijarê de bigere

96. nivîskarê dixwaze pîyê diktatorê shorbevan rake yê xwe deyne cîhê wî lê ewê pir bi meşe.



25.09.2015 15:47 | shorbevan

97. Tirşikvanê ku ev çend roj entryan dibarand, heta ew çû me qîmet neda, niha nû hişê mê tê serê me.



26.09.2015 00:00 | hola êzîda

98. nivîskarê kû hînkîrîye xelata 3. xelatên tirşikê ewê pirtûk dîyarîbikin edî hetanî saxbe rêya wî bi tirşikê nakebe.



28.09.2015 22:18 | shorbevan

99. nivîskarekî hêja ye, lê van rojan kar û barê wî serastkirina gotinên nivîskarên din e. bi rastî ditirsim gelo yê di vê peyama min de jî tişteki serast bike yan na* bi ya min heta ku şaşiyên pir girîng nebe, bila dev jê berde, ji ber ku, bila serastkirina wî a tiştên ne pêwîst, nivîskarên din ji tirşikê sar neke.



26.10.2015 15:24 | nazim tolhildan

100. nivîskarê ku ji xwe re yekî digere. lê bawer nakim ku bi vê dijberiyê bikare li vê dinyayê yekî li gor keyfa xwe bibîne.

(bnr: xebatên nasayê didomin)

(bnr: li marsa av hat dîtin) *



30.10.2015 01:41 | paşê min got what the fuck

101. nivîskarê/a min jî dît li yekî/ê digere. xwedê bike di vê rewşa nivîskarên hindik de bibîne hhhhh *



biner: îtîrafên tirşikvanan/78202



30.10.2015 01:44 ~01:53 | berxweda

102. nivîskarê ku ilber ortaylı nas nake *

mixabin ez wî nas nakim ji min nehat li ser internetê lê bigerim jî.



30.10.2015 02:13 | dijber

103. nivîskarê ku tirşikvan nikarin tiştekî li ser nivîs, fikir û zanîna wî tiştekî bibêjin lew êrîşî kesayeta wî dikin tevî nizanin bê jin an mêr e li gel ku derbarê xwe de cînavka nêrzayend bi kar dihîne jî.

mebesta helbestvanî li vir ev e: birano! xwişkino! bila fikirên wî şaş derxînin ne bibêjin qurre ye û gazincan dike û nizanim çi û nizanim çi

(bnr: û quzelqurt)



30.10.2015 02:33 | dijber

104. nivîskarê ku gotiye ne li ser nivîs û zanîn û fikrên min lê bes li ser kesayeta min êrîş li min dikin, ya rastî heqê wî he ye, dixwazim çend tişt li ser nivîsên wî bêjim..

-rexne dike, ez tevlî hemî rexneyên wî dibim, ji erdê heya ezmanan mafdar e di hemî rexneyên xwe de belam kêmasiya wî ew e ku cihê vala yê ji rexneyên xwe dihêle, nikare dabigire ango derd çi ye vedibêje lê derman çi ye û derd bi van dermanan çawa tê kewandin venabêje weka ku min berê jî gotibû dibêje lê nake

-bi pirranî li ser rastnivîsa tirşikvanan bnr û vbnr'an dide û bi vê yekê kurmanciya xelkê rexne dike henekên xwe pê dike, piçûk dixîne.. ev tiştekî şaş e ji ber ku bi vê tevgerê xelkê ji kurmancî sar dike. min gelek caran ji hevalan seh kirin ku dema pêrgî rexneyên wilo îronîk û tûj tên ji kurmancînivîsê sar dibin yanê bi vê kiryarê tiştekî qenc nake, belkî dilê wî ne qirêj e lê dawiya tevgera xwe nahesibîne divê bala xwe lê bide.

-kurdiya bakuriyan piçûk dixîne. lê yan nizane û hay jê nîn e yan jî texmîn nake. di kurdistana bakur de kes bi zimanê kurdî perwerde nebûn beravajiya wê bişaftineke kûr û xedar hebûn, bilêvkirina peyva kurdî bixwe jî qedexe bû û sedema înfazê bû, kurdên bakurî bi vê polîtikaya qirêj a dewleta tirko çavên xwe vekirin û li dijî wê li ber xwe dan, hemd ji xwudê re ku serî netewandin û karîn kurmancî baş xirab li ser piyanî bihêlin, ne tenê kurdî hama kîja ziman be jî normal e piçek bixisire. ma em ne mirovên super in bivê nevê bandora tirkî çêdibe. em jî dil dikin vê bandora nêyînî ya tirkî ji zimanê xwe derxînin.



30.10.2015 14:57 | ferhenga şikestî

105. nivîskarê ku înfaza wî dane wê demê lêxin... .



30.10.2015 15:01 | shorbevan

106. hewldanên camêr bêhempa ne, dixwaze tiştan bike falan, kurmanciya wî jî pirr baş e ew jî temam lê...

ev heye keko, tu dema dipeyivî ger gotinên te rast bin jî yanî dema tu heq û rastî û heqîqetê bi lêv bikî jî, ji ber şêwaz û usluba xwe tu di çavê xelkê de antîpatiyek çêdikî.

bawer im emrê te ji yê min mestir e lewma rêz û hurmet... ji bîr neke ku di vê serdema teşqeleyê de ji rastbûna gotinan bêtir mirov bala xwe didin şêwazê.

wek mînak di gotinên aysel tugluk û selahattin demîrtaşî de tu ferq nîn e lê ji ber şêwaza wan yek ji wan gelek antîpatîk e yê dî wekî şekirê şamê ye.

ger bixwazî em ji zanîn û agahiyên te sûdê wergirin ji kerema xwe re şêwaza xwe biguherîne ez qurban..



04.11.2015 01:07 | ferhenga şikestî

107. Porê wî şevekî de spî bû *



04.11.2015 01:11 | kevçiyê dil

108. nivîskarê mirov lê dinihêre di derbarê wîde dikebe gumana bi kurdîyek baş dinivîsînê meriv dibêje evîya yekî zanaye lê carna meriv dibêje evîya bi kurdîyeka ezber dinivîsîne merivek vallaye.. wekî ku em tev dibêjin uslûp mûhîme we gotinek tehl got du hebê şêrîn pêre bibêjin.. yê min ev gotin tim tê hişê min tepek li nal dixe yek li bizmar ez li gorî vê gotina diçim dema ez zêde pêda herim lêborîn a xwe dixwazim.. werhasil

1 bira tepeka hevalê we ji ya we zêdebe hûn na pelişin

2 bira wekî serê derzîyê di wede here hûn namirin

3. dikaribin efûkirina xwe bixwazin.

4. em dikarin belavbibin.



04.11.2015 03:07 | shorbevan

109. Nivîskarê ku kêfa wî ji nivîskarê bi navê mijdar re hat, ji ber got ez nizanim.



18.11.2015 13:31 | dijber

110. Nivîskarê nizanim vê peyamê çima di bin mijara mijdar de nenivîsandiye.



18.11.2015 21:29 | azadixwaz

111. Nivîskarê-bi qasî min fehm kir- tenê xwe diecibîne lê nivîsên wî jî ne xerab in *



18.11.2015 22:59 | kurê bavê xwe

112. mijdar/80414



nivîskarê lêborîna xwe ji min xwestî.

nizanim çima welê gotîye lê ne hewceye lêborînê bixwazê .



raste , ez cizîrîme lê welê jî ez wek her kurdê bakûr ketime destê qirêj yê asîmîlasyonê.

lê armanca min ewe kû: ez bi tirşik û alîkarîya tirşikvanan kurdî hîn bibim. ji ber wê min got " ez nizanim " .

çedibê kêmasî-xeletîyên min çebin ji ber wê yê lêborînê bixwazê ne tûyî , ezim.



18.11.2015 23:03 | mijdar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dijberên derzîya covid19ê

Kategoriyên mijarê:: yendin tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî