Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
dîlber - tirşik
dîlber
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nave keçane, ew keça zû dukeve evînê



12.12.2013 22:38 | sîyabend

2. navê vê helbesta (bnr: feqiyê teyran) e:



DÎLBER



Ey Dîlbera gerden zerî,

Way nazika dêm qemerî,

Qamet ji mûma fenerî,

Wêran ezim, malim xirab.



Ey Dîlbera gerden letîf,

Way nazika qamet elîf,

Qamet ji reyhana xefîf,

Wêran ezim, malim xirab.



Ey Dîlbera gerden zuzac,

Way nazika mislî zuzac,

Qamet ji reyhana qirac,

Wêran ezim, malim xirab.



Ey Dîlbera qamet misal,

Way nazika dilî hejar,

Te ji xandinê kirim betal,

Wêran ezim, malim xirab.



Ey Dîlberê, way Dîlberê,

Firyad ji destê keserê,

Avik ji ava Kewserê,

Wêran ezim, malim xirab.



Ey Dîlbera gerden zirav,

Dêm şûşeye, tijî gulav,

Ey duxtera bejna zirav,

Wêran ezim, malim xirab.



Çavan ku hiltînî bi meste,

Ew çend ya misrî bi deste,

Li kuştina min te bi qeste,

Wêran ezim, malim xirab.



Tu bi qesta min dikujî,

Tu bi k’ifra di nosojî,

Gelek sotim kirim rijî,

Wêran ezim, malim xirab.



Gelek sotim, kirim kşibab,

Kirye bi min, sed reng xirab,

Ya leytenî kunrû turab,

Wêran ezim, malim xirab.



Ya leytenî kunrû ve xar,

Wey nazika min te ji dûr,

Bêhiş kirim zilfê di hûr,

Wêran ezim, malim xirab.



Bêhiş kirim zulfê du reş,

Biskê siyah, bîhnê di xweş,

Ey duxterê, çapik bi meş,

Wêran ezim, malim xirab.



Bêk’êf kirim zilfê du reş,

Biskê siyah, zilfêd qemer,

Eşq û muhbeta min li ser,

Wêran ezim, malim xirab.



Sotim, biraştim bê hesab,

Lê pirsî bo kirme k’ebab,

Kirye bi min sed reng ezab,

Wêran ezim, malim xirab.



Sibhan ji şahê bi tenê,

Xalik li xala gerdenê,

Ez dîn kirim berdam dinê,

Wêran ezim, malim xirab.



Eşqa mezac peyda bûye,

Îro li min dijwar bûye,

Hîvî dikim heqîqiye,

Wêran ezim, malim xirab.



feqiyê teyran



11.09.2014 10:32 | xendekî

3. sÛmeyra çakir KU BELKÎ YEKEMÎN JINA TIRK e KU DI SALÊN 1970'AN BI KURMANCÎ STRAN GOTIYE, stRANA feqiyê teyran'î YA DILBER'Ê kiriye stran

http://www.youtube.com/watch?v=E1qCEIQEClU



11.09.2014 22:29 | havka

4.



13.03.2015 11:22 ~19:34 | quşxaneli

5. navê straneka ku seîd gebarî jî sitiryeye, helbest jî xwedê bizanive a kîye.. gotinên wê evin:



dilber tu bi xwedêkî birînên min bikewîne

dilber tu bi xwedêkî birînên min bikewîne

dermanê du çavên reşbelek zû ji bû min bîne

dermanê du çavên reşbelek zû ji bû min bîne

emrê min ku bîst sal bû te gopal daye dest min

jîna min ku bîst sal bû te gopal daye dest min

xortek pir cîwan bûm te kirim pîrê nîvîna

lawek pir cîwan bûm te kirim pîrê nivîna





lawek pir cîwan bûm te kirim reng pîr û kala

xortek pir cîwan bûm te kirim reng pîr û kala

durketme ji evîna sorgul û dost û hevala

durketme ji evîna sorgul û dost û hevala

ew çav biminre nemane ez bigerim li nav gund û mala

ew hêz li min nemaye ez bigerim li nav gundû mala

tu bi xeml û cîwanîya xwekî dermanê min bîne

tu bixeml û cîwanîya xwekî dermanê min bîne





dermanê min camek şerbete ji wan herdû lêva.

dermanê min camek şerbete ji wan herdû lêva

tev jana min singa spîye li gel herdû sêva

bawerke li cîhanê min ti(çi) kes tune ji te pêva

şerme ji tere ku dil bi vê êşê bimîne

şerme ji tere ku dil bi vê êşê bihêlî





şerme ji tere te ez kirim serxweş bêmêjî

şerme ji tere te ez kirim bêhiş û mêjî

can û cegera min bi agirê dara dipêjî

can û cegera min bi agirê dara dipêjî

camek şerbetê ger ji lêvên xwe birêjî

wê wek ava jiyanê xem û derdan birevîne(birêje)

wek carê berê min li warê kurda vegerîne





dilber tu bi xwedêkî birînên min bikewîne

dilber tu bi xwedêkî birînên min bikewîne

dermanê du çavên reşbelek zû ji bû min bîne

dermanê du çavên reşbelek zû ji bû min bîne

emrê min ku bîst sal bû te gopal daye dest min

jîna min ku bîst sal bû te gopal daye dest min

lawek pir cîwan bûm te kirim pîrê nîvîna

xortek pir cîwan bûm te kirim pîrê nivîna.



awaz: seîd gebarî

helbest: lê tê gerîn

amadekirin: shorbevan

yê di qehire: endazer jiber min karê wî jê stend..





















27.11.2015 17:07 ~17:08 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dîlber haco

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî