Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kurdî de pirbûna daçekan - tirşik
kurdî de pirbûna daçekan
(11) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. tiştekî ne baş e.

ez bixwe jê hez nakim ji ber ku bawer dikim ku xwendina kurdiya nivîskî zehmet û nexweş dike. lê ne ku dijberê hebûna wan im. mixabin ji bo kurdiya nivîskî, pêdivî bi wan heye.



zimanê kurdî de, daçekên weke 'ku', 'li', 'di' 'de', 'ji', 'jî', 'in', 'im', 'e', 'î' gelekî tên bikaranîn. ji ber ku hemû jî kurt in, dema carina sê çar heb ji van hevokekê de bigihin hev, xwendina wê bi rastî jî zehmet dibe.

ji ber vê yekê ez bixwe, ger eseh ne pêwist be, hewl didim ku bi kar neynim. lê mixabin piraniya wan eseh hewce ne û bêyî wan belkî xwendin hêsan dibe lê vê carê fêhmkirin zehmet dibe **



12.12.2013 23:22 | simurg56

2. pirrbûna daçekan belayê serê min e pirri caran tevlihev dibe beriya ku tu di pirtûka rêzimanê de hîn bibî, di bikaranînê de zehmetî nakşînî gava ku bi çavekî teknîk nêz dibî êdî tevlihev dikî.



12.12.2013 23:35 | ferhenga şikestî

3. Daçekên kurdî bi peywir û wezîfeyên xwe sosret in. Wekî kombînasyona matematîkê hima te kîjan da berhev wateyeke din ava dikin. Bi vê yekê reseniya xwe jî diçespînin. "Li" daçekeke serbixwe ye. "Ku" jî wisa ye. Lêbelê gava em wan didin berhev wateyeke din peyda dibe. " li ku" an jî "ji ku". Hê sosrettir jî heye. Daçekên mîna " ji ku Ve", " bi ku Ve", "bi ( mal) ve", "jê re", "di ( hundir) de", "ji hev", " li hev", "bi hev", "di hev"...



13.12.2013 00:45 | ceso

4. (bnr: di kurdî de bêdaçek jiyan nabe)



13.12.2013 00:46 | ceso

5. (bnr: nebûna daçekan li ba serhediyan)



13.12.2013 01:09 | dijber

6. (bnr: li kurdistanê pirbûna doçkayan)



13.12.2013 04:18 | saladin

7. rewşa ku ji aliyê din ve, me berî niha înkar kiriye û heta berevajiya wê îdîa kiriye * ;

(bnr: kurdî de tunebûna daçeka pirhejmariyê)

(bnr: kurdî de tunebûna daçeka pirsê)



13.12.2013 09:03 | simurg56

8. hek em vê taybetiya kurdî wekî pirsgirêk bihesibînin tewsiya min ji we re heye: ev pirsgirêk ji bo devoka ser xet û bin xet tuneye. ziman, amûrekî candar e û li gorî bingehên tekamul di axaftinê de diguhere. hêmanên xwe ya kêm dike yan jî kurt dike. di devoka bin xet û ser xet ji vê bingehê xwe sivik û hêsan kiriye. di vê devokê de daçekên demê pir caran nayê bikaranîn. daçekên cihê ya li, di, di...de hema em bêjin êdî ji devok ketiye. elbet ev tewsiye ji bo axaftinê ye; ji bo nivîsandin tewsiye fêrbûna bingehên rastnivîsê ye. ev fêrbûn ji bo min pir giran dibe; ji bo ku di axaftina xwe ya rojane hema qet daçeka bikarnînim. pêşiya me rast gotiye: ji bo xatirê gulê mirov şî lavê jî dihebîne. *



nîŞE: sernavê "kurdî de pirbûna daçekan" ez dibêjim ji hêla daçekê kêm e. ê rast dibe ku "di kurdî de pirbûna daçekan" ji bo ku bi serê xwe daçeka ...de nayê bikaranîn. îlla wê têkeve paş daçeka di'yê. ez gramera baran rizgar jî neriyam bi tenê "de" qet nedîtim.



18.12.2013 01:15 | biruya hayao miyazaki

9. (bnr: bijî nivîsandina daçekan)



18.12.2013 01:18 | ceso

10. Îftîra ye.



18.01.2014 17:03 | ceso

11. (bnr: di serhedê de tunebûna daçekan)



13.03.2014 20:02 | nazim tolhildan

12. dibêjin kurdî zimanekî daçekî ye loma pirrr daçek te de hene



13.03.2014 21:56 | gêjê

13. bila xwedê bereketa xwe têxê.



25.08.2017 11:21 | serhednişîn

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîkirina twitterê
» pirbûna nifirên kurdî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî