Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
leyla - tirşik
leyla
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. naveke xweş yê jinan e.. naveke bi erebî ye û bi kurdî tê wateya şevê.. di nav jinên misilman de naveke gelekî berniyas û berbelav e.. di nav kurdan de bi vî navî du jinên meşhûr hene yek jî leyla qasim e û ya din jî leyla zana ye..

bi vî navî helbesteka cegerxwîn jî heye ku ji bo leyla qasimê nivîsandiye..

û ciwan haco jî di albÛmeka xwe de heman helbest kiriye beste û stirandiye..



leyla çi ye?

leyla jin e..

leyla kê ye?

leyla min e..



'Şêr, şêre, mêre yan jine

Nîşan bi dest, Leyla mine

Polaye dil wek asine

Leyla kîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Leyla mine, Leyla welêt

Wê dil li min kir ar û pêt

Mizgîn li kurd roja me têt

Dijmin ji tirsan maye şêt

Leyla çîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Sitêr ji ezman hate xwar

Zer bûn li min bax û bihar

Rabin xew ey xwendewar !

Tev mêr û jin bibne şiyar.

Leyla kîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Daser te taca Erdeşêr

Navê te dinvîsim bi zêr

Jin nû dibin wek şêr û mêr

Leyla çîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Leyla kaça Mît û Meda

Canê xwe da di ber me da

Bijîn heçî ko canfida

Xweş bin ji te jar û geda

Leyla kîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Leyla delal û pir çeleng

Leyla ciwan û şox û şeng

Xwe daye kushtin wek pileng

şêre li nav kurd daye deng

Leyla kîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Leyla çiraxa şevreşe

Wê rû li kurdan kir geşe

Kuştin bi me kurdan xweşe

Zordarî îdî nameşe

Leyla kîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Bi wê li kurd ron bûye şev

Jin bûne wek Leyla me tev

Îdî nema hêjaye rev

Ey kurd de destan bidne hev !

Leyla kîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Divêm li pey te bêm ejî

Çibkim bi vê jîna rijî ?

Xwînê nerejî napijî

Leyla bijî, Leyla bijî !...

Leyla çîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Pir şerme ey xortê ciwan !

Keç bêne kuştin pehlewan

Win jî temaşa kin li wan

Rûmet çiye ey xwendewan ?

Leyla çîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Êrîş bikin rengê Ziya

Zû derkevin jorên çiya

Bigrin li ber dijmin riya

Ka: Hor û Mît û Mîdîya ?

Leyla kîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...

Leyla bijî, sed aferîn

Ji bo me bûye ol û dîn

Dîsa li min derbûn birîn

Hetta ciger min bûye xwîn

Leyla kîye ?

Leyla jine.

Leyla mine.

Leyla mine...'



ciwan haco - leyla :



13.12.2013 05:12 | endazer

2. navê ku stranan de gelekî populer e;

sîmir rûdan - doşeka xemrî

şehrîbana kurdî - leyla leyla bûharê

siya şevê- leyla

ciwan haco - leyla

mirady - leyla



05.01.2014 10:58 | simurg56

3. di nav strana ciwan haco. heri hez dikim, ecibÎnim eve.





divêm li pey te bêm ejî

çibkim bi vê jîna rijî ?

xwînê nerejî napijî

leyla bijî, leyla bijî !...



09.03.2014 13:38 | hun çawane heval:)))))))

4. leylaya min jî hebû, hey gidî leylayê!



09.03.2014 13:47 | mamostanısebin

5. (bnr: leyla jin e, leyla jÎn e)



09.03.2014 14:17 | cinorek

6. leyla stranekÎ zahf xweşike.



09.03.2014 14:20 | direj

7. ez ne şaş bim berê mêran ji fedî an jî bi henekî ji bo navê jina xwe nebêjin ji jinÊn xwe re digotin leyla.



09.03.2014 14:25 | mergehez

8. yek ji xweştirîn navê jinan e..

ji leyla erebî ya ku di wateya şevê de ye, tê û diçe..



09.03.2014 14:59 | endazer

9. (bnr: şevê)



09.03.2014 15:19 | simurg56

10. wateya xwe şev e



09.03.2014 16:35 | fuad hemedxan

11. (bnr: lêkerên bûyînê)

leyla jin e, ne leyla jine



29.05.2014 14:59 | dijber

12. navê straneke asghar Îmanî ye.
Bi zaraveye goranî ye.

di vir de jî leyla, di dilê evîndar de birîneke ku bê derman e.
bê leyla jiyan nadome...
leyla, tu çi dixwaze?
ev çav,ji te pê de kesekî din nabînin,
ev ziman ji te pê de navên kesekî din qîse nake..
şev û bi roj tu ji bîra min naçe,
bi te re şiyar dibim, bi te re dirazim
xewnên min bi te hatine xemilandin.


gotinê stranê( bi goranî):
Asghar Îmanî - Leyla

derdit we kûlim leyla qemit barime
zindegî bê tu leyla zindan malime
ey hawar zindan malime
zolfe syeged leyla rûşnay gilarem
tu texsîr neîrîd leyla xwem sye çarem
ey hawar xwem sye çarem
leylî leylî leylî gyan leylim cwane
leyla bûçkeley nazar hawsay xwemane
ey hawar hawsay xwemane

reng zerdî xezan leyla xetay payze
reng zerdyegey min leyla dûrî azîze
ey hawar dûrî azîze
zolfe syeged leyla tal tal bikîşim
bikemey kûla leyla le say danîşim
ey hawar le say danîşim
leylî leylî leylî gyan leylim cwane
leyla bûçkeley nazar hawsay xwemane
ey hawar hawsay xwemane

peraw û bêsitûn leyla herdig bira bîn
felek karî kird leyla le yek ciya bîn
ey hawar le yek ciya bîn
bew ta bikerîm leyla dûsîman le nû
tu darî narinc leyla min darî lîmû
ey hawar min darî lîmû
leylî leylî leylî gyan leylim cwane
leyla bûçkeley nazar hawsay xwemane
ey hawar hawsay xwemane

ji dengê asghar îmanî:



ji dengê porya fathi (li vir dil diqetê):



ji dengê kerem sevinç:




08.10.2020 12:32 ~12:41 | merwano

13. (laîla: לַיְלָה) di nav milyaketên cihûyan de berpirsiyarê şevê ye. jixwe di zimanên semîtîk de şev ji sê herfan çêdibe: l-y-l

wek mînak, leylet'ul qedr ango şeva qedrê.

Û neviya lîlîth e. ji akadî lilitu (şev) dû re di mîtolojiya cihûyan de dibe lilitha jina ewil bes nahêle adem nêzîkî wê bibe. Ji ber vê xwedê hewayê ji parsûya Adem çêdike da ku li dijî Adem serî hilnede.

leyla jî lilith jî zilaman kirine dîn û mecnûn (bi cinan ketî).



15.10.2020 04:50 ~2021.06.15 00:10 | ezcan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» leyla göktürk

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî