Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
serwext - tirşik
serwext
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyva ku wateya wê cem min tam ne diyar e.

em li malê vê peyvê ji bo rewşa "li ser hal û wextê xwe bûn. / zîrek bûn, ji derdora xwe haydar bûn" tê bikaranîn. lê li gorî ferhengan wateya wê "tê gihiştin, fêhm kirin" e.



- kanî, em naçin sûkê?

+ wellehî hê serwext nebûm, îşê min neqediyaye.



mînak-2;



+ şagirtê te yê nû çawa ye?

- bêxêr e, ne gelekî serwext e.



13.12.2013 22:16 | simurg56

2. li cem me ji bo têgihiştina bi temamî ya mijar an meseleyekî tê gotin. wek;

- ez qenc serwextî dîwana melayê cizîrî bûm, êdî dikarim ji bo zarokekî heft salî jî şerh û şirove bikim..

- kurrik baş serwext bike, deqene dema çû wir wezîfeya xwe ji bîr neke û ser guhê xwe re neavêje..

carinan ji bo serêhevêxistinê jî tê bikaranîn..

- ez di hir re çûm û wê re derketim, min kir û nekir min bi sera neêxist, dîsa çû ya dilê xwe kir..



13.12.2013 22:28 | endazer

3. Rewşa tê gihiştin, hişyarbûn anjî fehmkirina mijarek e.

- Kurd divê zimanê xwe ji bîr neke ! Tu serwext bûyî ?



19.03.2019 18:24 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» serwexto.blogspot.com/

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî