Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
çaya cemidî - tirşik
çaya cemidî
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bi qewlê bazar û piyasê ice tea.. beriya hefteyekî bi zora hevalekî min şamîşamÎ kir, dilê min jê xeliya.. ez mam mat û heyirî mirov çawa vê ava sar û tamsar bi dilbijîneke wiha ecêb vedixwin..

ji xwe tu eleqeya wê û çayê nîne, biçek esans û aromaya fêkiyan û biçek jî kef -xwudê zane bê ka kefa çi ye- lê kirine û danîne ber firotine.. min fêm kir ku tu ava kayê jî spehî amabalaj bikî û baş reklam bikî tu dikarî bifiroşî û xwe di nav pereyan de bihêlî..



13.12.2013 22:33 | endazer

2. nîvê çaya ji kûpayê tê vexwarin e.

ger em vegerin meseleya ice tea'yê, ev ice tea rojên germ yên havînê de dikarin werin vexwarin. bi taybetî ya liptonê ne xerab e. lê ne tiştekî nedîtiye, jî.

tenê ji bo ku mirov hema ava sade venexwe, dikare şûna wê van ice tea'yan vexwe.



13.12.2013 22:40 | simurg56

3. çaya ku di kızlar tepesiya sêrtê tE vexwarin e*



30.03.2014 21:52 | sewdaxan

4. (bnr: çaya sar)

(bnr: çaya tezî)



31.03.2014 12:36 | dastanekkevin

5. (bnr: sixêf)

(bnr: xeber)

(bnr: kufrî)



31.03.2014 12:44 | xwelî li ser

6. çaya go nema tê vexwarin



13.04.2014 02:28 | azê

7. liber min weke jahreye le gelek hijjedikin (bnr: icetea) (bnr: çaya qarisî)



29.08.2014 00:50 | hûteheftserî

8. çaya ku kurd hijê nakin.



29.08.2014 08:52 | xendekî

9. (bnr: didi)



29.08.2014 13:10 | brusk56

10. gelek xweş e bi tatbetî jî ya xoxê



29.08.2014 15:24 | ferhenga şikestî

11. vexwarineke xweş e. bi taybeti havînê pir tê vexwarin. bi rastî ji koleyên bi asîd çêtir e, aciziyê nade li hûr ê mirov. lê di germahiya havînê de ji bîra ya sar jî çêtir nîne*



02.09.2014 19:05 | nazim tolhildan

12. bûye sedema tevlîheviyekê. du çayên cemidî hene;
- çaya ku eslê xwe de germ bû lê dejenere bûye û cemidiye (bnr: tirkmanc)
- çaya ku weke kolayê jixwe cemidî tê firotin.

gelo em ji yekê re nebêjin çawa cemed? an jî mistefa çaya cemidî? (bnr: mistefa kemal)



02.09.2014 20:40 | simurg56

13. a ku bi hatina çayvan* ji min re buye dîrok. ji xwe ez behsa icetea nakim ji ber ku ew tu carî ji bo min tune bu ji xwe.



03.09.2014 00:16 | azadixwaz

14. nizanim ji ber çi ye vê havînê vexwarina min a sereke ev bû û xweş e û hênike û diherike ji qewlê wê reklamê.



04.09.2014 14:08 | hemdilaarda

15. tişta ku bûye mijara vê pêkenokê ye (bnr:pêkenokên kurdî/51600).



12.11.2014 16:19 | nazim tolhildan

16. çaya ku qet kêfa min jê re nehatî ye..



12.11.2014 21:08 | berxweda

17. min û ew... emrê evîna me hevdu bi qasî jiyana perperokan jî dirêj nebû.



min carekî tenê gulpekî vexwar, ev jî gava ez li zanîngehê bûm min bona ava fêkiyan otomatê pê lê kir otomat bi şaşî mi re ewî da, min paçekî hilda paşî avêt çopê



18.04.2015 22:42 ~22:43 | mîr

18. heyat e. tişta ku ji ber wê pirî caran avê bi rojan venaxwim. hima ew e çaya cemidî û çaya cemidî. wisa li serê min bûye belayekî ku wexta çaya germ jî tê ber min pirî caran bêyî ku biçêjim wisa sar dikim paşê vedixwim. ew hevalên ku li jor tinazên xwe bi çaya min a reben* kirine wan rojên min ên ku min cara pêşîn caya cemidî tehm kiribû û min jî wekî wan gotibû ev çi kerratiye tîne bîra min. ez serê serî bêjim eger hun herin lipton didi filan vexwin jixwe jî hun ê jê hez nekin hun heya ji fuse tea ya bizebeş venexwin hunê qet ji min fehm nekin. weke cixarê ye êdî kurmên wê têne mirov.



19.04.2015 00:09 | ceso

19. İce tea lemon gelek xweş e û wextê havînê em ji avê bêhtir dimezêxin, ê tabî ji avê jî bihatir e û pere têrê nakin, me go em carekî li mal çêkin, malê de jî tenê çaya seylanê hebî. welhasil min çaydanek çaya qaçax û du-sê lîmon û piyanek şekir tevlihev kir û bi çaydanê ve kir sarincê de. Bû çaxê êvarê û me maliyan go em biceribînin ka çawa çêbû, me her yekî encex nîv berdak vexwar ta'ma wê wek ziqqumê çebibî, min çaydan bir rijand û şuşt û çayek nû û germ çêkir qene ta'ma devê me were cih..



19.04.2015 05:22 | kevçiyê dil

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çaya bi tena serê xwe tê vexwarin
» cemidî û sar

Kategoriyên mijarê:: jiyan xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî