1. nivîskarên îdeal yên welatê ûtopîstanê ne.. tu xirabî ji wan çênabe.. dilê tu kesî ji xwe nahêlin, mirîşka cîranan li ser devê wan zilq bike, nabêjin kiş û xwe bi xweyê mirÎşkê re xwe aciz nakin.. tê bêjî qey hemû têlên wan ên esabiyet û aciziyê li ber tavê sist bûne û daheliyane.. tê bêjî qey cebraîl qelbê wan jî ligel yê pêxemberê îslamê, muhemed pêxember şûştiye, tê bêjî qey hemû xuşk û birayên pollyanna yê ne.. |
|
13.12.2013 22:53 |
endazer
|
2. Ew kes ez im. Lê min ta niha tenê reşşikek* daye. Tew ew peyama ku ez guman dikim ku min reşşikek dayê, min çeppikek jî dabûyê. Yanî xirîş bû, weke hev bû. Ne li min ma, ne jî li wî ma. Ji min tirê pirrî caran haya min ji reşşikê namîne. Dibim qey bê hişê min ez ê bê eyb û şerm pê lê bikim. Ger hun çeppikên min bipirsin hedd û hesabên wan tunen. |
|
13.12.2013 23:39 |
ceso
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |