1. kurteya internet movie database yanî danegaha înternetê ya fîlman. |
|
18.06.2013 20:27 |
simurg56
![]() |
2. min hema bêje darî hemû fîlmên di lîsta baştirîn 250 fîlmî yên vê malpera nirxandina fîlman kiriye.. piraniya fîlmên di lîstê de fîlmên baş û biqalîte ne lê carinan fîlmên ku mirov fêm nake ku bê ka çawa ketiye di lîstê de jî hene.. berê fobiya fÎlmên reş û spî li bal min hebû lê saya serê fîlmên di vê lîstê de ku gelek jê hevalên bapîrê min ê rehmetî ne ev fobî û antîpatî li cem min nema.. wekê din ez dikarim bêjim ku ez îngîlîziya xwe deyndarê van fîlman im.. di piraniya fîlman de îngîlîziyeke fesîh û sade hatiye bikar anîn heçiyê bivê bihêsanî pê hinekî bal û dêhneke bell dikare bêyî jêrenûs ji zimanê fîlman têbigihe.. ji bo nimûne fîlma twelve angry men berê jî di arşîva min a fîlman de hebû û min ji gelek hevalên fîlmhez pesn û wesfê vê fîlmê bihîstibû lê ji ber ku fîlm reş û spî bû û ji mêj de hatibû kişandin laşê min nedikete ez vekim û darî bikim.. lê piştî ku min di rêzên pêşîn ya vê lîsta 250 fîlmên herî baş de navê vê fîlmê dît min go nalet li şeytên û ez li ber fîlmê rûniştim min nezanî fîlm kengî destpê kir û çawa xilas bû.. û serde jî temamê fîlmê di salonekî de li ser maseyekî derbas dibe.. |
|
18.06.2013 21:57 |
endazer
![]() |
3. malpera fîlman ku gelek kes ji ber kurteya wê ya imdb, dibêjin qey navê wê "international movie database" e. |
|
11.07.2013 19:16 |
simurg56
![]() |
4. malpereke ji bo nirxandin û agahîdayîna fîlman e. ji ber ku di rêza top 250'de fîlmeke kurdî an jî kurdistanî tune ye ji min re dibe derd. |
|
13.10.2013 03:32 |
oxir
![]() |
5. "ay-em-di-bî" tê xwendin. |
|
19.03.2015 03:17 ~2015.04.07 19:42 |
remlavêj
![]() |
6. malpera ez wê ji bo ji bîrnekirina sehne, naverok, derhêner û lîstikvanên fîlmên min seyr kirî bikartînim. |
|
06.04.2020 15:59 |
hespêsor
![]() |
![]() |
kemalîzm [3] |
![]() |
jibîrkirin [1] |
![]() |
tirşik mobîl [2] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
mijara wergera kurdî ya fîlman ya li ekşisozlukê [13] |