Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
xebera te ye - tirşik
xebera te ye
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. biwêjeke kurdÎ ye.. li cizîrê di wateya tu rast dibêjî, heqê te heye, tu mafdar î de tê bikaranîn..wek;

- vêca ez rabim tepetorek lêdan lê bikim, ma hinên bêjin tu xirab î?!

- xebera te ye, tu çi jê bikî heqê te ye..



14.12.2013 21:27 | endazer

2. (bnr: tu mafdar î)



14.12.2013 21:29 | dijber

3. Dema tu tiştekî dibêjî û kesê te guhdar dike jî bi heman awayî difikire tê gotin. Bi heman wateyê "gotina te ye" jî heye. Lê de ka dîaloga min û kesekî qaşo kurdî baş dizane binêrin;
Ez: Bi min divê pêşiyê bi baldarî bê xwendin ku haya me ji naverokê hebe.
Ew: belê, tevî te dibim...
Ez: !! ?

(Belê bi hesasî ev hevalan tirkî xeberdidin lê bi tenê peyvan wekî google translatê bi kurmancî dibînin û dibêjin. Tercumeya gotina wî peyv bi peyvî ev e: sana katılıyorum)



28.02.2018 19:32 | jifêzagorda

4. Heger em binirxînin, gerçî ne karê me ye û ne jî rêza me ye lê...

"Xebera te ye" gotineke erebmancî ye.

"Gotina te ye" gotineke ji sedî sed kurdî ye lê belê deverî ye. Hinek jî gundikî ye. Li qehwexanê dikarê bi hevalên xwe re bêjî lê di axaftineke giran û girîng de ber bi gundikiyê ve diçe. Giraniya gotinê pûç dike.

"Tevî te dibim"
an jî
"Li gel te me"
Bi kar anîna wilo jî ji sedî sed kurdî ne. Ne gotinên devokî ne. Gotinên kubar û giran in. Wek mînak yekî li televîzyonê di qenalêkî de beşdarî bernameyekî bibe dema axaftina xwe de nikarê bêje "gotina te ye". Nenazik e. Kubar nîn e. Divê bêje "Tevî te dibim an jî. "Li gel te me". Yên ku li cih de ne bilêvkirinên wilo ne.

Helbet bi gelemperî kurdên bakur ji ber ku kurdî baş nizanin carinan fêm nakin. Ev jî tiştekî asayî ye. Ev ê bi demê re çêbibe bi destûra xwedê. Tirşik jî ji ber vê heye ez bawer im.



07.03.2018 01:54 | bilbilê dilkul

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xebera te ye

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî