Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    32 mijar û 41 peyam
    ji bo ziman û jargona tirşikê pêşniyarên we - tirşik
    ji bo ziman û jargona tirşikê pêşniyarên we
    (7) (0) (9)
    di mijarê de bigere

    1. Di piraniya ferhengên înteraktîf de jargonek/zimaneke taybet tê bikaranîn. weke mînak di ekşi sözlükê de ji bo peyaman entry tê gotin. ji bo nivîskaran jî sözlükçü tê gotin û ji alê piraniya bikarhêneran ve jî tê zanîn.

    Em dixwazin ji bo tirşikê jî zimaneke wisa taybet biafirînin. Bi pêşniyarên we em bawer dikin ku em ê zimaneke kurdewar û xweş ji bo tirşikê biafirînin.

    weke mînak ji bo her peyameke li ferhengê, mirov dikare bêje "bacan"

    Lê em ji bo nivîskarên xwe bibêjin çi?

    em ji bo sererastkirina peyamakê (edit) bibêjin çi?

    Em ji bo çepikkirina peyamekê bibêjin çi?

    Em ji bo reşkirina peyamekê bibêjin çi? û hwd.



    2013.06.18-22:47 | simurg56

    2. ji bo nivîskarên tirşikê mirov dikare bêje "tirşikvan"



    2013.06.18-23:43 | simurg56

    3. ji bo nivîskaran ez bawerim wê "tirşikhez" ne xerab be.



    2013.06.18-23:49 | azadixwaz

    4. ji bo nivîskarên tirşikê em dişên bêjin tirşikxwar an tirşikxwer



    ji bo entryan yanî peyamên li jêr mijaran tên nivîsîn jî em dikarin bêjin deq



    ji bo mesaj yanî peyaman em dikarin bêjin reşbelek



    ji bo chat an sohbetê em dikarin bêjin dembêrk an xweşbêjî



    2013.06.19-13:46 | endazer

    5. ji bo ecibandinê em dikarin bêjin destê xwe bi sera ve bîne (bnr: destê xwe bi serê yekî ve anîn)



    ji bo reşkirinê jî em dikarin bêjin 'wê bîne serî ku nehatî serê tu kesî' (bnr: ya kesanedîtî anîn serê kesekî)



    wek nimûneyên ku di pêşniyarên min de berbiçav in em ne mecbûr in ku xwe bi tenê term û têgehan ve girê bidin em dikarin biwêj û qalibên heyî jî bikar bînin.. ji xwe dema mirov bal û dîqeta xwe dide şitexaliya bavûkalan piraniya zimanê rojane ji biwêj û qaliban pêk tê..



    2013.06.19-13:53 | endazer

    6. ji bo nivîskarên tirşikê mirov dikare bêje "tirşikçî"



    2013.06.19-17:01 | sohrab56

    7. ji bo nivîskarên tirşikê mirov dikare bêje "tirşikçî"



    2013.06.19-17:04 | sohrab56

    8. ji bo derkeve-yê mirov dikare bêje (bnr: derî ji derve dade).. (bnr: alîterasyon)



    2013.07.12-15:56 | endazer

    9. ji bo nivîskarên baş em dikari bêjin aşpêj .

    an jî ji bo niviskaran aşpêj, ji bo nivîskarên baş be aşpêjê baş dikare bê gotin .



    2013.07.17-00:44 | brusk56

    10. tirşikxur baş e her wekî araqxur, kiftexur, biryanxur



    2013.07.16-22:54 | mastfirosh

    12. ji bo nivîskarên ku kurdiya wan ne baş in em dikarin bêjin kurdê trt6ê û ji bo peyamên ku bi kurdiyek xerab hatine nivîsandin em dikarin bêjin kurdiya trt6ê .



    2013.07.28-01:34 | brusk56

    13. dema ku di navbeyna nivîskaran de cûdahiyên fikrî derkevin an jî muneqaşek hebe, bibezin hev em dikarin bibêjin hop şer e şer e şer e îro li meydanê şer e



    2013.07.28-01:41 | bazirgan

    14. Ji bo nivîskaran - (bnr: tirşiknûs), (bnr: tirşikvan)
    Ji bo çömezan - (bnr: şagirt)
    Gava kesekê riayetê formata tirşikê nake derket - (bnr: heval format!)
    Gava di tirşikê de çewtiyek derket - (bnr: bila moderator endazer were guhertin)



    2020.04.03-11:53 ~2020.04.05 00:33]| cinorek

    15. Ji bo çomezan (kesên nû dibin endam ango formatê baş nizanin) mirov dikare peyva (bnr: nîvco) bikarbîne.
    nîvço ferhengên kurdî de wek binavkirina tiştên nîvî dihê gotin.Mirov dikare wek navekî jî bo çomezan bikarbîne



    2020.04.03-14:39 ~16:06]| brzn

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    akre [1]
    Bajarokek girêdayî duhokê ye. Ji duhokê re aliyê rojhilatê 175...
    çîrokên 6 peyvî [1]
    egzersîzekê xweş e. * ji tariya çavên wî stêrk dibariyan. * xewnê...
    gerînendeyê quzxwaz [1]
    Navê qenaleke youtubeyê ye. Camêr li ser quz helbestek jî nivî...
    tiştên ku dema amed tê gotin tê bîra mirov [5]
    keçên spehî lê dîksiyon xirab, esnafên virrek û dexel, tirkmancî, diz ...
    petîx vs şebeş [1]
    - Tenê bêhna petêx dikare zikê mirov têr dike. - Tehma şebeşa cemidî...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » zimanên biyanî yên nivîskarên tirşikê dizanin
    » jargona tirşikê
    » tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye
    » pêşniyarên fîlmên kevn ên ku zêde nehatine bihîstin

    Kategoriyên mijarê:: tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî