Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; qirkirina ergatîvîteyê
peyamên çepikkirî

144064. Ergatîvîte yek ji taybetmendiyên zimanê kurdî ye. bi taybetî bo zaravayê kurmancî ew wisa ye. Herwiha dema hînbûna kurmancî, ew mijar ya herî zor e. Yek mînakek;

Ez çûm (✓)
Ez çû (x)

Min xwarim (x)
Min xwar (✓)


Ew mijarek giring e ku dive em li ser bipeyivin. Hin kes dibêjin, ergatîvîte taybetiya zimanê gundîtiye ye û her ku gundîtî dibişkive, bajarvanî pêş dikeve, ergatîvîte radibe. Ew tişt carna di nav nivîsên tirşikvanên me de jî xûya dike.

Ji bo şermezarkirinê nabêjim lê hûn dikarin gellek mînakan ji nivîsên tirşikvan ciwanzêr bibînin.

hîvron/144063
tu bi kurdiya zarok tvyê diaxivî/143943

Çwnd şaşnivîsên derbarê ergatîvîteyê di wan peyaman de;
- min îro bîhîstim
- (min) xeber dam
- min jê re peyam avêtibûm

Di serî de Amed li bajarên kurdên Bakur de ber bi vê yekê meylek heye. Lê ev yek xirabûna ziman e, yan rabûna ergatîvîteyê ye, hewce ye nîqaşên kûr lê bibin. Lê rastiyek heye, her ku gund ber bi bajaran mêyl didin, di bikaranîna hevoksaziya lêkerên gergûhêz de tevliheviyek pêk tê. Baweriya min ev e ku ev ne tiştekî bi xêre re ye. Ziman qulopanî dibe, aloziya ji hev fêmkirinê derdikeve rastê.



01.06.2013 01:27 | simurg56