Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
qirkirina ergatîvîteyê - tirşik
qirkirina ergatîvîteyê

Navê mijarê ya ewil ev bû:qirkirina ergatîvê
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li gelek herêmên kurdistanê êdî ergatîvîtî winda bûye û hin kesên nezan dibêjin millet wisa dibêje naxwe rast e.

ê kerê min ma heger wisa be ew kesên dibêjin em çawa bikin ji wan.

te min kuşt

te wî şûşt



14.12.2013 22:58 | dijber

2. hevoka min çû anî. li amedÊ jî li DÊRikê jî pir tê bikar anîn. ez ji Botanê me pir li min sosret tÊ



14.12.2013 23:10 | bakur-başûr

3. hesen hesenî dît.ergatîve qediya.



14.12.2013 23:11 | tivirloismail

4. qirkirina kû bi pirranî ji aliyên kesên kû hindik kurdî dizanin an jî kesên kû nû hînî kurdî bûyîn vê tê kirin e.çend mînakên tewşo mewşo:

Ez gotim.

Min çû.

Ew got.

wî raza.



14.12.2013 23:16 | nan û av

5. ji ber ku ez ji tewang û ergativeyê baş femnakim. (li serhedê ergative hebû me xwar.) ,min jî wek henek di azmûna kurdî de tiştekî di rengê tiştanokan de nivîsîbû û bersivandibû. mixabin mamoste pauenekî gelek kêm dabû min, ez li ser boçika xwe ketibûm .

Tewanga min dev min de

ergetîva min pêş min de

hiş neme serê min de

ev tişt çiye

bersiv: daçeke bavê nazê.



14.12.2013 23:16 | tivirloismail

6. yek ji kêşeyên sereke yên zimanî yên bakurê kurdistanê. niha her diçe ergatîvî têk diçe. du astên xerabûna ergatîvî hene û li deverên bakurî ji ergatîviya rast ber bi asta yekem ve û dûre jî ji wir ber bi asta duyem ve diçe.

asta yekem ev e ku di dema borî de jî biresera lêkera gerguhêz tê tewandin. bo nimûne min te dît, wî min kuşt. ciyê ez lê dijîm piranî di vê astê de ye. lê hêdî hêdî derbasî ya duyem dibe.

asta duyem ev e ku di dema borî de kirde sade tê hiştin û bireser tê tewandin. bo nimûne ez te dîtim, ew min kuşt.

bêguman ev xerabûn ji tesîra tirkî derketiye holê çimkî di rêzimana tirkî de jî wek a asta duyemê ye û li parçeyên din ên kurdistanê nayê dîtin.

(rastiya nimûneyan: min tu dîtî, wî ez kuştim.)



19.02.2021 17:37 | keyomerd

7. Ergatîvîte yek ji taybetmendiyên zimanê kurdî ye. bi taybetî bo zaravayê kurmancî ew wisa ye. Herwiha dema hînbûna kurmancî, ew mijar ya herî zor e. Yek mînakek;

Ez çûm (✓)
Ez çû (x)

Min xwarim (x)
Min xwar (✓)


Ew mijarek giring e ku dive em li ser bipeyivin. Hin kes dibêjin, ergatîvîte taybetiya zimanê gundîtiye ye û her ku gundîtî dibişkive, bajarvanî pêş dikeve, ergatîvîte radibe. Ew tişt carna di nav nivîsên tirşikvanên me de jî xûya dike.

Ji bo şermezarkirinê nabêjim lê hûn dikarin gellek mînakan ji nivîsên tirşikvan ciwanzêr bibînin.

hîvron/144063
tu bi kurdiya zarok tvyê diaxivî/143943

Çwnd şaşnivîsên derbarê ergatîvîteyê di wan peyaman de;
- min îro bîhîstim
- (min) xeber dam
- min jê re peyam avêtibûm

Di serî de Amed li bajarên kurdên Bakur de ber bi vê yekê meylek heye. Lê ev yek xirabûna ziman e, yan rabûna ergatîvîteyê ye, hewce ye nîqaşên kûr lê bibin. Lê rastiyek heye, her ku gund ber bi bajaran mêyl didin, di bikaranîna hevoksaziya lêkerên gergûhêz de tevliheviyek pêk tê. Baweriya min ev e ku ev ne tiştekî bi xêre re ye. Ziman qulopanî dibe, aloziya ji hev fêmkirinê derdikeve rastê.



04.02.2024 06:04 ~06:07 | cinorek

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» qirkirina ergatîvîteyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî