20. Kesên ku zarokên xwe bêeqil dihesibînin, in. Di warê pedagojîyê de hatîye îspat kirin ku zarokên du anjî sê zimanan tên mezinkirin ji yên din baştir û çêtir hînê tiştên din dibin. Lê mixabin kurdên me (ne tenê kurdên bajarî lê kurdên gundî jî) dibên qey zarên wan tirkî (ya stenbolê) tenê bizanin wê ew bibin profesor. |
|
18.09.2018 23:07 |
xelîl
|
21. Kesên ku li derdora wan teqez hene. |
|
12.12.2020 00:54 |
merwano
|
22. Mînakek erênî ku ez bikarim bidim tune ye. Heyf! |
|
12.12.2020 01:15 |
xelîl
|
23. Pismamê min dema dixwend serpêhatiyên xwe yên zanîngehê bi hewesek mezin bi me re parve dikir û ew jî em jî bêhtir li kurdeyatiya xwe sor dibûn. Bû bankevan û ji ber karê xwe nikare serê xwe bixwirîne. Zewicî zarokek wî çêbû bi hewesek mezin jê re her cûre stranê kurdî distrand û dida gohdarî kirin. Û xalî kurdî daxivî. Lê vê taliyê bi tirkiyek bankevanî bi kurê xwe re daxive. Min fedî kir bêjim "çima?". Niha ez difikirim û digihêjim vê encamê, di jiyana wê ya rojane de bêhtir tirkî tê axaftin û mixabin zimanê wî ye yekem tirkî ye (li bajarek kurdistanê dixebite). Û ji ber kar gelek diweste. Ji demekê şûnde wê jî pihînek zexm li zimanê duyem yanê kurdî xist û nema wê hêza axaftina kurdî di xwe de bibîne û fêrî kurê xwe bike. Asoxîn niha heta mecbûr nemîne kurdî naxive û zarokên wî gelek baş tirkî zanin. Ziman firot û zikê xwe têr kir an jî navek din. lê her çi be kurdî zik têr nekir! |
|
12.12.2020 01:34 |
rizgarm
|
24. Di nava gelê me de baweriyekî wilo peyda bûye ku zimanê tirkî weke tiştekî modern û pêwist, zimanê kurdî jî weke zimanê gûnd û merivan dihesibînin. Ji ber wê jî naxwazin zarokên wan li paş zarokên din bimênin. |
|
18.05.2021 16:27 |
hueyn
|
25. (bnr: tiştên ku divê xwedê meriv jê bisitirîne) |
|
18.05.2021 16:57 |
pîroz
|
26. xwendekarekî inalcoyê îddia dike ku kurikê seydo aydogan kurdî nizane: |
|
17.07.2021 23:11 ~2021.07.18 01:16 |
ezcan
|
27. Bê guman ew bihîstiye: |
|
04.04.2023 19:09 |
horhorik
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |