Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
peyamên reşşikkirî yên di vê mijarê de; tirşik forûm
peyamên reşikkirî

78608. spas kek (bnr: brusk56) mirovek hebe jî bes e.

Kêşeyên me kurdan zêde ne û bawer dikim çi kesê di tirşikê de dinivîse, bi awayekî dixwaze (bi kêmasî dixwaze eger neke jî) ku çareyekê jê re peyda bike.

temenê min têra xwe mezin e lê hîn ez dizanim ku ez gelek gelek tiştan nizanim û ez ji we ciwanan hîn dibim û dixwazim hûn jî hîn bibin û xeletiyên min nekin û hewl bidin vê tirşikê ji xwe re bikin dibistanek.

asayî ye ku bandora dafierkeran, bandora çanda wan, fikirên wan, medya wan û hwd li me bûbe û em pê hatibin guhertin.

asayî ye ku em baş bi ziman nizanibin, herwiha asayî ye ku em baş dîroka xwe nizanibin asayî ye ku em baş çand û wêjeya xwe nizanibin û hwd lê tiştê ne asayî ku em nikaribin bifikirin:

mejiyê me hîn milk û malê me ye û em encex eger wî bixebitînin em bikarin rastiyê bibînin:

di şûna hûn hewl bidin ku kêmasiyên xwe biparêzin an jî kêmasiyên rexnegirî derxînin, hewl bidin ku hûn wê kêmasiya xwe serrast bikin û enerjiya xwe ji bo wê bimezêxin dê bi gelekî çêtir be.

balkêş e ku mirîdekî pkk yan pdkê ji yê dî re dibêje binere "pkk an pdkê wisa kir" yê dî hewl nade wê helwêstê rave bike lê vê dibêje "ma ne we jî wisa kir" hûn jî wisa nebin û nekin.

hûn hîn ciwan in û dikarin bibin rewşenbîrên vî miletî lê rewşenbîrin wisa bin ku bi zimanê miletê xwe, bi pirtûkên miletê xwe, bi dîrok û çanda wî mezin bûne.

yana ez ji we re behsa "ku" û "tewang" û "ihtimal" û" îxtimal"ê bikim çi ye û nekim çi ye!!

ez zanîna xwe didime we û dixwazim hûn jî ya xwe bidim min:

ez dixwazim em ji hev fêr bibin û ew rewşa kurdan ya birakuj û xwekuj li vir bikujin:

ji nivîsê netirsin lê xwe li pêş xin jî yana mirov nikare we bixwîne.

şaşiyan bikin û dubare û sêcare jî bikin lê sedcare nekin ji ber wê çaxê mirov dibêje ev kes naxwîne lê tenê dinivîse.

mesele ne ez we biçûk dikim ne jî mezin dikim lê ji vê bawer im ku her mirov eger bixwaze dikare tiştekî ji xwe û miletê xwe re bike.

(bnr: kurdistana xwe di mejiyê xwe de ava bike dê kurdistan azad bibe), (bnr: kurdistana xwe di dilê xwe de ava bile kurdistan dê rizgar bibe)

gele tişt hene ez bibêjim lê bi nivîsên we ez ê hewl bidim tiştin din jî bibêjim:



note: ez van ne ji brusk56î re dibêjim, ez li ser şexsan nasekinim û bawer im xortekî baş e jî lew bila kes nebêje qey min ji wî re gotiye lê wî bersiva min da lewra. spas jê re dîsa.





09.06.2013 07:28 | brusk56

87813. min jî fÊm nekir, mariv dibÊje qey yek hew ji bo reşikdayînê qeyda xwe çêkiriye*



08.06.2013 14:50 | simurg56

97792. meriv nimreya xwe eşkere bike baş e qey?
ger hûn sixûr nebin tiştekî pê nayê
(bnr: muhittin topalak from kazlıçeşme)*



08.06.2013 14:50 | simurg56

97793. ferhenga şikestî min wek merivan pirseke di hişê xwe de pirsî.
tu wî pozê xwe yê genî nav her tiştî da nekî nabe?



26.10.2013 23:54 | endazer

97795. na nabe, ji ber ku li gorî formata tirşik forumê ez dikarim li vir pozê xwe yê xweşik û lihevhatî têxim her derî.
û bi qasî ku ji civîna stenbolê tê bîra min tu lawikekî biqail û efendî bûy, ev heqeret li te nehat, peyvên ku hûn rû bi rû nikarin li ber însanekî bi kar bînin, di vir de jî bi kar neyênin. fedî bike.



08.06.2013 14:50 | simurg56


97821. spas dikim ezîz simurg, te pirsên di hişê min de ronî kirin..



26.10.2013 23:54 | endazer

136789. ez wisa dibînim ku küçüğüm nava du roja da du reşşik daye min *
tu her çiqas piçûk bî jî ez te baş dibînim küçüğümm.
min ew berçevkana badilhewa nedane li ber çevên xwe *



26.10.2013 23:54 | endazer

137139. Mijara ku hatiye vekirin ne derî Formatê ye loma ti mafê moderatorekî nîn e ku mijar û peyamên ne-derî Formatê jê bibe.
Format tiştekî dî ye, mijar an peyama berredayî tiştekî dî ye.
Di rêziknameya prensîbên tirşikê de xala 'nivîsandina peyam û mijarên berredayî qedexe ye' tune ye...

Li gorî min futbol tiştekî berredayî ye li gorî yekî dî em bêjin sînema berredayî ye, li gorî yekê dî polîtîka berredayî ye falan û bêvan. Heqîqeta rastîn çi ye? Baş çi ye xirab çi ye? Çep çi ye rast çi ye? Ewana giş fikr û ramanên şexsî ne.

Heqeret û dijûn zelal in lê tiştên ku nivîskarên tirşikê ji xwe dikin derd û kul û xem, ew êdî aîdê wan in
Welhasil ji kerema xwe re helwest û sekn û felsefeya xelkê bi elega xwe nepîvin.



08.06.2013 14:50 | simurg56

137732. birînê kûr e kew lê nayê lê ber destê vê şev nîvê şevê ancax simurg56 dikare were merhemekî çêke ji bîrîna mala bavê min ra ji dara zeytê şîrê teyrê baz î *



26.10.2013 23:54 | endazer

138185. @keyomerd ?



08.06.2013 14:50 | simurg56

138329. xudê hez ke hezkirina xudê/138283
yaw kî/ê navê vê mijara min guhertiye ?!
de dêmek kî ez tiştekî zanim ku min ev mijar wisa vekirîye. Ez ê dîsa navê mijarê weke berê kim. Ez ji we rica dikim dîsa neguherînin.

ev gotin, li ber me eynî wisa tê gotin.
xudê hez ke hezkirina xudê
û ez jî dixazim eynî wisa vekim.
temam? Eva Ne li dijî formatê ye ne jî li dijî rêzimanê ye.



26.10.2013 23:54 | endazer