Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 18 peyam
    tirşik forum - tirşik
    tirşik forum
    (155) (19) (95)
    di mijarê de bigere

    228. (bnr: ceso were bikene)

    (bnr: u)

    (bnr: û)

    (bnr: em jî nizanin)

    hinek ziman zanên bîna dijber ev tîp tevlîhevkirine kirine bela serê me..



    2015.11.18-13:45 | shorbevan

    229. û mina 'u' ya tirkîye. Minak: Uzun (dirêj), su (av).





    Çûn. (tr. Gitmek)

    Kûr. (tr. Derin)

    Bûn. (tr. Olmak)

    Gû. (tr. Bok, kaka)



    2015.11.18-14:08 | sloujouc

    230. Dengê u di tirkî de tune.



    Kurmanc

    Kurr. (tr. Evlat)

    Gurr. (tr. Kurt)

    Guhar. (tr. Küpe)



    2015.11.18-14:17 | sloujouc

    231. gelik spas sloujouc .



    shorbevan serê min kir wek şorbê .



    2015.11.18-15:12 | mijdar

    232. selam hewalno canın



    2015.11.18-15:55 | qers

    233. ez xer hat hune ji xer hat



    2015.11.18-16:10 | qers

    234. pakî ji were pere nake hûn çidikin ji hev hûn zanin li hev pîrozbin..



    2015.11.18-16:48 | shorbevan

    235. ew mijarên dijberî sererast kirine...

    ew kirde ye

    mijarên dijberî ravek e lê bes bireser e

    sererast kirine jî pêveber e

    kirin gerguhêz e lema ditewe, lê mesele ev e ku di hevoka jor de dijber bixwe ne kirde ye, bireser e lê dijber xwestiye bêje ku min sererast kirin yanê xwe dike kirde lê ne kirde ye bireser e, dema tu ku'yê bihînî beriya hevokê problem çareser dibe. an na şolî dibe lewma jî ku pêwist e

    ezê aniha mijarê sererast bikim.



    2015.11.19-00:13 ~00:16]| ferhenga şikestî

    236. (bnr: spas)



    2015.11.19-00:16 | dijber

    237. (bnr: spas xweş) û (bnr: sihheta te xweş)



    2015.11.19-00:19 | ferhenga şikestî

    238. silav!

    Kesek heye ku ji "anketên google"ê fêm dike heye?yanî yên wek vê (bnr: anketa dijberî)

    ez dixwazim çend tiştan bipirsim.

    spas



    2015.11.19-13:50 | dijber

    239. Gelo kê navê mijara min wisa kiriye mijarên ku dijberî sererast kirine? li gorî çi? dikare bibêje bê ev çi ye? ji min nehat ez bersivê bidim nayê wê wateyê ku ya min xelet e.

    Ji kerema xwe re dikarin vegerînin wek berê.



    2015.11.19-17:44 | dijber

    240. gelo çima kes bersivê nade? Ji dil ez aciz bûme û ez jî carinan aciz dibim.



    2015.11.19-22:23 | dijber

    241. tirşik forum/80450

    tirşik forum/80450

    Bawerim baş rave kiriye.



    2015.11.19-22:28 | azadixwaz

    242. Kê guherandiye bira? Baş rave kiriye yan nekiriye, wek wî jî nekiriye.



    2015.11.19-23:10 | dijber

    243. min guherand û min sedema şaşiya mijarê jî rave kiribû... ez moderator im ger şaşiyek bibînim dikim ku sererast bikim carinan rastî şaşiyan tên carinan nayêm. ji ber ku ez jî bi destûra we însan im ne robot im.

    cardî dibêjim mijar şaş hatibû vekirin, kirde di dewsa bireserê de hatibû karanîn



    2015.11.19-23:56 | ferhenga şikestî

    244. mijarên dijberî serrast kirine:

    eger em bibêjin "mijarên dijberî" bireser be(ku ne wisa ye, mijar tenê bireser e) wê çaxê tiştê serrastkirî dibe çi? "mijarên dijberî". Baş e! kê ew serrast kirine???

    (madem ez şaş im, ka em nîqaşekê ji dil û bê pêşdarazî bikin? hema bila îro roja me wisa here.



    2015.11.19-23:58 | dijber

    245. mijarên ku dijberî sererast kirine

    di hevoka jor de dijber kirde ye (jixwe dijber sererast dike, nayê sererastkirin ango di bin bandora kirdeyê de nîn e kirde bixwe ye)

    mijarên dijberî sererast kirine

    di vê hevokê de jî mijarên dijberî bûye bireser (bireser ew hêma ye ku di bin tesîra karî de dimîne ango kirde nîn e lê dijber bixwe dibêje min mijar sererast kirin, ne ku mijarên min hatin sererastkirin)



    2015.11.20-00:02 | ferhenga şikestî

    246. li gorî vê rêbazê divê ev hevok tiştê min kir şaş be.

    mînak 1:

    "Bes dilo ez di bextê te û xwedê de

    Heta niha ez li pey te hatim tiştê min kir çû bi avê de

    Heke destê min bigihaye te min ê tu ji nava xwe bavête "



    mînak 2:

    Wihareng e ku tiştê min kir ne li dijî perensîpên min yên niştimanî û neteweyî yaxud nêrînên min yên siyasî ne derbarê giringî dan bi nêrîn û rol û beşdariya hundir ,

    (Hevpeyivîn: Dr. Ridwan Elî û Besam Mistefa)



    Mînak 3:

    " Tiştê min kir jî ev bû. Tabloya danberhevê (mûqayesê) nîşan dide ku encama vê yekê ne xerab e." "edîp polat"

    ..

    Eger mînak wisa bûya:

    nanê min xwar.. helbet divê tu "ku"yê binivîsî. yana şaş tê fêm kirin.

    ..

    Ez ji çi aciz dibin, dizanim belkî ez şaş bim belkî tu şaş bî lê eger rêbaz, an delîleke te tune be nabe tu biguherînî.



    2015.11.20-00:07 | dijber

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    komkujiya geliyê zîlan [1]
    Îro salvegera komkujiya gelîyê Zîlanê ye. Di 1929an de s...
    di dîrokê de îro [3]
    îro, 12ê tîrmeha 2020an Bûyer B.Z. 100 – Î...
    kurdên femînîst [4]
    nîvmayî ye lê ji bo keran destpêkek e: femînîzm/123048 (paldayi: yên jêr ji b...
    rojnivîska tirşikvanan [1]
    silav tirşika bêdeng û bêxwedî ( moderetor bi xwe nakevênê, êdî bûye ...
    kano [1]
    Qayîka pê bêrikan tê kişandin, ji bo kesekî yan jî du kesan tê çêkirin...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » tirşik company

    Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî