Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(404) (68) (124)
di mijarê de bigere

247. min berê gotibû ger meriv cînavkan bi kar neyêne hevok şelû dibe, di tirkî de jî wisa ye

nanê min xwar

ew nanê min xwar

nanê ku min xwar

diyar e ku pêwist nîn e lê cînavkan pêwist e

di mînaka te de jî min gotibû ger meriv cînavkê bîne beriya hevokê dijber dibe bireser lê ger ku binî dibe kirde û alozî cenabê



20.11.2015 00:31 | ferhenga şikestî

248. Hinek peyam bi temamî naxuyên, nivê wan li derve dimînin û nayê xwendin, navê nivîskar jî naxuye. û nizanim gorî çi taybetiyê wisa çêdibe.

Mînak; xwekujî ya mêrekî li nisêbîn ê



21.11.2015 22:47 ~22:48 | azadixwaz

249. foruma tu dibê qey xana şeroye.

(bnr: heval format)

(bnr: heval malê simurg56 diçe canê min diêşê)



22.11.2015 00:24 | shorbevan

250.

navê te kaçûmanok, navê te bêndera tayê

sira nesimî hênik tenik, dil çola kerbelayê





di helbesta jor de peyva kaçûmanok heye, gelo meriv wê çawa dikare wergerîne tirkî?



23.11.2015 19:28 | ferhenga şikestî

251. saman gitti nohut ardına verdi

"saman gider nohut kalır"

samangittinohutkaldı

hevalên gundîyê me yên mektebê pêre dikenin dibêjin kaçûmadan çiye ? ew jî dibêje:

- hê mamosteyê me ev hişanî me nedaye.



23.11.2015 19:52 | shorbevan

252. edît: temam e hewaldînyolar me safî kir meselê*



23.11.2015 19:57 | ferhenga şikestî

253. hevalno kilamek heye lê navê nayê zanîn. Ca min ji min re qalê kiribû gotibû ku wan berê vê kilamê ji bandê guhdarî dikir. navê stranê nayê bîra wê lê gotinek ji stranê tê bîrê. Hûn vê stranê zanibin an jî dikaribin bielimin, dikarin ji min re bibêjin?



zeynep xanimê metka mehemed û heft birayên wê bû. ya tuyê min bikî yan ez ê serê heft birayên te jêkim.



05.12.2015 17:40 | mergehez

254. Çiroka fatfatokê heye û heft birayên wê hene le bawerim ne ew e tu behs dikî.



05.12.2015 19:53 | azadixwaz

255. problemek heye. ez nikarim kontrola stranê bikim lewre ez jî stranê nizanim. her carê jî nikarim ji ca xwe bipirsim.. ji ber wê divê bersiv teqez be.

herwiha: di kilamên dengbêjan de fetişîzma hejmara heftê



05.12.2015 21:40 | mergehez

256. (bnr: sitranên di ferhengade peyda nabin) dibe ku strana zeyneba ûsê be lê bi dengê kî û bi versîyona çenda ? sitrana zeynebê elî tico sê çar kaset jêre derxistîye li nav sitranê wî bigere ger te nedît, li sitranên cemîl horo binihêre ger te dîsa jî nedît edî lê negere li cîhê bereday rûnê û çend dijûnîya ji şansê xwere bide hev..



05.12.2015 22:11 | shorbevan

257. 2 deqe berê ez tenê di tirşikê de bûm. Niha dibînim ez û mergehezo nançû tê de ne û ew berî min ketiye tirşikê.



Ev çi rewş e. Qey rêvebir karin xwe veşêrin *



06.12.2015 01:37 | berxweda

258. dema mirov di tirşikê de 15 deqeyan tu tişt neke lê rûpela tirşikê jî negire: wê demê tirşik wî kesî ji lîsteya nivîskarên girêdayî derdixe lê ji sîstemê navêje. ger ew kes li rûpela tirşikê vegere û li tiştekî bitikîne dîsa dikeve lîsteya nivîskarên girêdayî û ji ber ku ev demek dirêj bû têketibû û jê derneketibû jî, wexta wî ya girêdayîbûnê weke mînak saetek û nîv xuya dike. û rastî jî wisa ye, berî saetek û nîv ketiye tirşikê û rûpela tirşikê jî qet negirtiye lê ji ber ku bêçalakî bû, tirşikê hebûna wî paşguh kiribû.



06.12.2015 11:08 | simurg56

259. instant messaging yanî pevaxaftina demildest dikare were kirin û berî niha jî hatibû gotin û me jî not girtinû û li ser fikirîbûn lê wê çi feydeya wê hebe nizanim.

yanî em li tirşikê hewl didin ku şîrove em dikin û agahiyên em didin weke mayînde bimînin ji bo pêşerojê lê wê axaftinên chat'ê wenda bibin biçin.



lê ger dîsa jî feyda wê û pêdiviya wê xwe bide hîskirin û tirşikvan bixwazin, dikare were çêkirin.



06.12.2015 23:05 | simurg56

260. bi ya min instant messaging ne zêde pêwîst e û wê zêde feyda wê jî tune be lê ku yên bixwazin zêdebin dikare bê ceribandin.



06.12.2015 23:09 | azadixwaz

261. Li gorî min wê nebaş be. Ê dixwazin bi hev re bipeyivin ji xwe dipeyivin. Heke hevpeyivîn çê bibe wê bi du aliyan nebaş be. Yek wê kesên di bin mijara dinivîsin kêmtir binivîsin a din jî wê ji ber hevnasînê fikrên xwe yê tûj kêm binivîsin an jî qet nanivîsin



07.12.2015 01:02 | berxweda

262. gelo em çawa dikarin bizanibin ku ka moderatoran kî ne? da ku em pirsgirêkên xwe ji wan re parve bikin û çareser bikin.



10.12.2015 12:34 | nazim tolhildan

263. berê di sîstema kevin a tirşikê de, li panelê xûya dikir bê ka kî moderator e. mirov dikarî li wir moderatorên online bibîne û jê re peyam bişîne. lê di sîstema nû de kî çi ye ne diyar e.

bi min divê ev taybetî dîsa were, di bin nivîskaran de erka wan jî dikare were nivîsandin. mod, nivîskar, çomez hwd.

bawer dikim ne karek zehmet e.



10.12.2015 12:40 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî