Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 29 peyam
tirşik forum - tirşik
tirşik forum
(155) (19) (95)
di mijarê de bigere

336. moderotoor!

hesabê min û şorbevan tevlihev bûye. ez dinivîsÎnim navê şorbevan tê binî

şorbevan dinivîse navê min tê binî? *



2016.06.26-22:53 | hozan serhad

337. tirşikê jî hiş avêt hiş lê şolî bû *



2016.06.26-22:54 | shorbevan

338. mijara (bnr: anneciğim ne olur beni affet) min vekir lê binî da navê şorbevan heye *



mijara (bnr: capri) da peyama 4. û 5. şorbevan nivîsîye lê navê min binî da dinivîse *



2016.06.26-23:01 ~23:01]| hozan serhad

339. pirsgirêka zû çareserkirin Xwedê ji wan xweşbe belî.. hê minê li ser navê hozan serhed çend hev çêra bikira



2016.06.26-23:03 | shorbevan

340. ji xwe ziravê min qetiya mi go şorbevan ê tiştên erotik li ser navê min binivîse *



2016.06.26-23:05 | hozan serhad

341. anneciğim ne olur beni affet/91197

rest in peace/91195 #ev herdû peyam hêjî nehatine rastkirin ev peyam yên hozan serhadin jikerema xwere vê şaşiyê rastbikin ger pêkan be..



2016.06.27-23:02 | shorbevan

342. Heke bibe qismet ez ê çend rojên din herim başûrê kurdistanê. Gelo pêşniyarên we hene? Meriv li ku bigere? Çi bike? çi bixwe? Hay ji çi hebe?

Wekî din tu kesê dixwaze here wir heye *

Edit: wir *



2016.07.09-14:54 ~20:23]| berxweda

343. "wir" ?



2016.07.09-15:48 | binevşa narîn

344. hetanî meriv neçe mûsilê tewaf neke Çend bombe nexwe.. seyrana meriv qebûl nabe.. apê min(ez diçim têm dibêjim apê min maşellah 10 hebin: ) jî digot ezê herim başûr çavê kerê nerije pakurdê wî jî tevlî partiya xwe kiriye mala xwe birine mîratê bi vî awhayî... ewjî diçe em dikarin wî jî ji berxwedare bikin heval.. û qolê me di başûrde dirêje ger tiştek lazim be bime biqede em bikin



2016.07.09-23:34 | shorbevan

345. dibe ku niha ne demê wêye lê dive ez bipirsim... gelo kîjan derê "li" kîjan derê "di"... tê nivîsandin ?



ger yek bikare ji vî birayê xweyê nezanre binivîse ezê gelik pê kêfxweş bibim. Spas.



2016.07.21-01:09 | mijdar

346. daçeka li bêtir dşibe daçeka at û on ya îngîlîzî,û di...de jî bi ser daçeka in ve diçe..

yanî dema mirov li cihekî be, daçeka li bikar tîne, ez li malê me, ez li amedê me..

dema mirov di nav tiştekî de be daçeka di...de bikar tîne. ez di odeya mêvanan de me, ez di depressyonê de me, ez di tirşikê de me...



2016.07.21-01:13 | endazer

347. * cih û warên ku lokasyona wê ya vekirî ne eşkere be, li wira "li" têt bikaranîn: li amedê ye. (lê di ku de ye nayê zanîn.)



* "di ... " li gorî ez dizanim, di çend biwêjan de tenê têt bikaranîn; wekî "ew belaya xwe di min dide"



*"di ... de" cihên ku lokasyona wê vekirî ye, têt zanîn. "di nav dibistanê de ye."



---> li amedê, di mala xwe de ye.



2016.07.21-01:13 ~01:19]| biruya hayao miyazaki

348. Peywira li'yê zêdetir e, bi armancên cûda têt karanîn lê di...de ne wisa ye.

-li amedê me

-ew cil li min tê

- li xwe vegere



Di.. de bêtir wateya hundirîn dide. Lê li destnîşan dike



2016.07.21-17:47 ~17:48]| ferhenga şikestî

349. hembêzek tije spas ji bo tirşikvanên li jor.



2016.07.21-18:36 | mijdar

350. gelo di dema bê de hevok çawane ?



-Ezê biçim malê

-Ez dê biçim malê .



ez ya ewil bi kar tînim.



rastkirin:min dema niha nivîsandibû.



2016.07.22-14:08 ~15:24]| mijdar

351. Herdu hevokên jor jî yên dema bê ne, bi dema niha divê mirov bêje, ez diçim malê.



2016.07.22-14:23 | endazer

352. gelo di nava me de tirşikvanên ji başûr an jî rojava hene ?



2016.07.24-02:29 | mijdar

dengdanên dawîn (Yên Din..)
queer [1]
Ango qûnde, qûnek...
22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê [4]
civîna ku xwezî tevlîbûna min hêsan bûya ez li hêleke vî welatî hov hu...
europa universalis iv [1]
derheqê kurdan de agahiyên kêrhatî dide. (wêne: https://tirsik.net/wen...
komkujiya geliyê zîlan [1]
Îro salvegera komkujiya gelîyê Zîlanê ye. Di 1929an de s...
di dîrokê de îro [3]
îro, 12ê tîrmeha 2020an Bûyer B.Z. 100 – Î...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik.net

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî