Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    14 mijar û 20 peyam
    tirşik forum - tirşik
    tirşik forum
    (155) (19) (95)
    di mijarê de bigere

    373. kuro "xêlê" çi ye?? *



    2016.09.06-01:00 | hozan serhad

    374. nikah e?



    2016.09.06-01:02 | hozan serhad

    375. xêl dawet e, ango civîn û şahiya ji ber zewacê tê lidar xistin.



    2016.09.06-01:10 | azadixwaz

    376. Min ev peyva heta niha qet nebihîstibû spas dikim *



    2016.09.06-01:16 | hozan serhad

    377. min ew ciwanik dît, meger wêne ji sehneya fîlmekÎ hatiye girtin, min digo qey ji jiyana rastî ya jineke koçer hatiye girtin. ez şaş mam jineke di nav kincên kurdÎ û koçeriyê de ev çend bedew û levhatÎ, di nav kincên normal de çawa ev qasî ji rêzê dixweye??

    wêne ji fîlma mast hatiye girtin, navê ciwanikê fidan yeter e, Here lînkê



    ev fîlma wê ya ewil e. me tu ji ciwanikê safî nekir lê dewla serê vê fîlmê, min mûzîsyeneke kurd nas kir, bi navê mehmûd berazî, ji bo fîlmên kurdî mûzîkan çêdike, her mûzÎkeka wî ji ya din xweştir e.



    dengbêj qaso - me sefer e li ser botan e;










    mehmûd berazî- ji bo şengalê (dengbêj ezîzê simê)










    orkestraya heskîfê- hele yeman ;










    mehmûd berazî - çeleng ;










    mehmûd berazî - êvarên havînê;










    mehmûd berazî - ay lo dilo ;












    2016.09.07-02:32 ~02:36]| endazer

    378. Gava mirov xeletî pê li çeppik an jî reşşik bike mirov dikare paşvebikişe an ew dengdan her dimîne dimîne ?



    2016.09.19-17:05 | bapîr

    379. di rûpela panelê de li aliyê çepê rûpela çeppikên min dayî , reşşikên min dayî fîlan heye. mirov dikare ji vê rûpelê çeppik û reşşikan fîlan betal bike.



    2016.09.19-17:14 | simurg56

    380. Gelo li amedê li kîjan derê û kîjan kargehê ezê bikarim pirtûkê kurdî bikirim?



    2016.09.30-00:49 | mijdar

    381. mijdar (bnr: pirtûkfiroşên kurdî yên li amedê)



    2016.09.30-16:18 | xendekî

    382. Gelo li kîjan bajaran kurd tenê dijîn? Tișta ku ez dizanim șirnex û colemêrg tenê ne. An jî?



    2016.11.21-00:42 | gumgumok

    383. gelo tu rê heye meriv alîkariya ekonomiya başûr bike? bankayek wan heye ku meriv pereyan razîna wir da ku ew bikarîbin wî pereyî bi kar bînin? an jî tişteke wan heye meriv 'yatırım'a wan bike?



    2016.11.22-19:56 | berxweda

    384. ji bo peyama 411 (bnr:tirşik forum/95591)

    - bajareke wisa nîne, li colemêrgê 100 sal hema bêje biqasî kurdan, kildan û aşûrî hebûn. şirnex bi xwe ne bajarek e, ji loma ne ji hesabê ye, li cizîrê jî erê niha şêniyên niştecih safî kurd û kurmanc in, lê dîsa sed sal berê, nûfoseke berkeftî ya cihû û filehan li wir jî hebû. hê jî li îsraîlê cihûyên bi eslê xwe ji cizîrê botan hene.

    û ji bo peyama 412 (bnr:tirşik forum/95629)

    pereyê xwe neyêxe xusar! gotineka pêşiyan heye dibêje; Erd birinc be, av rûn be, ku xwedî tune be zû xelas dibe. û dîsa dibêjin şeytan gotiye; ez bikutim wî de yê ku bi kêrî xwe neyê! ;)
    xelkê başûr elimiye nanê belaş yê dewletê û bitrî û betaliyê, qenciya mezin ew e ku yek pehînekî li derê qûna wan xe û bi zorê wan bişixulîne. bi xêran û alîkariyan krîza li başûr derman nabe.



    2016.11.22-20:29 ~20:29]| endazer

    385. îşev 95 heb mêvanê tirşikê hene. Divê em şorbeya tirşikê zêde bikin lê şorbevanê me hatiye asteng kirin û hêdî hêdî ji tirşikê sar dibe..



    2016.11.22-23:39 | hozan serhad

    386. jiwan 95 heba 80 heb ezim hingî bi vpnyan têm mêvandariyê û diçim wiha xuya dike an xwedê çi ji kî stendiye werin tirşikê * shorbevan loqeka mezine ewê qirka yên wî astengkirine û yên bûne sedem wê biqelêşe qelaştiye jî lê ew kes nabînin an naxwazin bibînin, her wiha serketin a shorbevana ye



    2016.11.22-23:51 | bernadim

    387. we çiqwasî behsa zerdeçalê kir law * ka kesî zane bê çawa tê xwarin an dikeve kîjan şîvê û ew şîv çawa çê dibe heye?
    min jî bi zerdeçalê bidin nasîn ha *



    2016.11.27-11:03 | berxweda

    388. Lînkên binnivîsên the sixth sense șikestî ne. Gelo çawa karim peyde bikim?

    Edît, me dît: @simurg pirsgrêk hal kir. Zor spas kekê. Xwidê te ji serê me kêm neke.



    2016.12.03-17:11 ~2016.12.05 12:35]| gumgumok

    389. @gumgumok, binnivîsên fîlman ji nû ve hatin barkirin û problem nema.



    2016.12.04-17:53 | simurg56

    390. Ev binnivîsan çawa bêyî qalîta wê kêm bibe tevlî fîlmên hd dikin û li malperan bar dikin?



    2016.12.05-14:55 | berxweda

    391. @berxweda,
    ji bo vê yekê 2 rê hene.
    riya 1- di hinek malperan de lêdera vîdyoyan (player) rê dide ku mirov binnivîsan dûre li fîlmê zêde bike. mîna binnivîsên youtubeê. lê encax sîstemên pêşketî dikarin vê yekê bikin. %99ê malperan bi riya duyemîn dikin;
    riya 2- ji vê re hardsub tê gotin. min berê bi bernameya avidemuxê (ku belaş e û bi çavkaniya azad e) vê yekê dikir. niha jî bi vê bernameyê mirov dikare çêbike. mirov fîlmê û binnivîsê hildibijêre û paşê mîhengên mîna reng, mezinahî û pozîsyona nivîsê fîlan eyar dike û dide kodkirin (rendering an jî encoding tê gotin).
    di vê rêbazê de, dîmenên fîlmê ji nû ve tên afirandin û êdî binnivîs dibin parçeyek ji dîmenê, loma êdî ew binnivîs nikare jê were derxistin an jî guhertin. demek dirêj û komputerek baş dixwaze.



    2016.12.05-18:21 | simurg56

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kurdî fikirîn û tirkî gotin [2]
    Berê dewara li ba bixe - hayvanlarin onunu çevir Ez diçim ber pez - k...
    dayo [1]
    Peyva ji bo gazîkirinê ya dayîka meriv e. Da, dayo, dayê, yadê, dada, ...
    dengbêj seyîdxanê boyaxçî [1]
    Min wî yekoyek nas dikir, dengbêj û zanayek hêja bû. Oxir be jê re....
    dengbêj seyîdxanê boyaxçî [1]
    Dengbêjê gelê kurd, bilbilê Amedê îro Koça dawî kir. Wekî gelek dengbê...
    farid farjad [1]
    Vîrtîozê kemanê. Wan rojan her şev guh Didim dengê kemana wî....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » tirşik fest

    Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî