Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(404) (68) (124)
di mijarê de bigere

407. Mdf spî dimîne. Ê din bi demê re zer û çilmisokî dibe lê ev rengê xwe disitêre û temendirêj e. Rengekî ronak û bedew lê heye. Zû bi zû qirêj nagirê. Lê bihayê wan nizanim. Di navbera wan de ferqê fiyetê kêm be mdf hêj çêtire li gorî min. Baş bihesibîne û wilo qerara xwe bide. Li gorî min li serşok û pêjgehê yanê ji bo menzelên ku zû diperitin yan jî tiştên ku zehf tên şixulandin bijartina xwe ji aliyê mdf yan bi kar werîne. Ji bo menzelên din û tiştên din sunta besî ye. Sunta jî baş e. Bi vî awayî him hê aqilane him jî kêmmesrefî dibê bi goriya min.



02.01.2017 20:16 | rûbar

408. merheba gelî tirşikvana..

cinorek di peyama xwe ya bnr: jan dost/96760 de behsa : 4- şerha Dîwana Cizîrî. bi kurdî.
kiribû.
min sê roj ewil li amedê ew pirtûk geriya, haja kesî pê tinebû.
dibe ku hê derneketibe?
haja kî pê hebe bila xêra xwe min agahdar bike..



12.01.2017 14:47 | bûtîmar

409. @hozanserhad
di şandiya xwe de gotiye ji bo çapê amade ye yanî hîn nehatiye çapkirin



12.01.2017 15:57 | mergehez

410. Spas dikim mergehezo nançû..



12.01.2017 21:58 | bûtîmar

411. şerha dîwana melayê cizîrî, ne ya jan dost lê ya mela ehmedê zivingî 88 mîlyona hûn dikarin bikirin: Here lînkê



12.01.2017 22:09 | xendekî

412. hevalno merheba ji were..pirsa min:dibêjin di wêjeya Kurdîde romana herî pêşî romana Ereb Şemo Şivanê Kurmancaye...ev pirtÛk jî di sala 1935 an de hatiya çapkirin ma gelo beri hingî me Kurda qet roman ne nivîsîne?



12.01.2017 23:25 | şervantes

413. spas dikim xendekî
min ewa mebihîstibû, baş bû ezê binhêrim.
lê te xwendiye bawer dikim?
pir baş e?



13.01.2017 01:45 | bûtîmar

414. @hozanserhad min çend cara jê xwendîye. pir mezin e. û xweş e, her hevokê her peyvê mehneya wê tesewûfî vedibêje.



13.01.2017 12:21 | xendekî

415. @şervantes erê berîya wê romaneka kurdî tune ye. yanî em wilê dizanin



13.01.2017 12:22 | xendekî

416. te dît li aliyê çepê yê tirşikê tenê peyamên ku di 24 saetên dawîn de hatine nivîsandin, tên nîşandan, vêca wê rojê tirşikvanek pêşniyar kiribû ku êdî peyamên 48 saetan were nîşandan.
gelo fikra we çi ye? em tiştek wisa bikin?
carina ez bixwe jî 2-3 rojan nikarim tirşikê bixwînim û loma nikarim nivîsan bişopînim. dema mirov tê jî dibîne ku mijar fîlan tune, wê demê jî mirov nizane çi binivîse.
ya rastî jixwe rûpela rojek heye, mirov dikare ji wir mijarên rojên berê jî bibîne... Here lînkê



15.01.2017 20:22 | simurg56

417. bûtona peyamên 24 saetan jî ya 48 saetan jî hebe wê baştir be. Hine rojan ez jî nakevime tirşikê paşê û ji xwe ra nabînim fonksiyona "rojek" bikar bînim.

"peyamên 48 saetan" wê baştir be bi ya min.



15.01.2017 20:27 | bûtîmar

418. 48 baştir e.



15.01.2017 20:38 | elaziz izzetpasa camii

419. ey nîştecihên tirşikîstanê,
ji bo ehlewiya di rûpelên medyaya civakî (facebook, twitter, instagram... ) nimareya ma ya telefonê tê de qeydkirî be, ji bo me tiştekî baş e an nebaş e?



14.02.2017 13:56 | bûtîmar

420. meriv nimreya xwe eşkere bike baş e qey?
ger hûn sixûr nebin tiştekî pê nayê
(bnr: muhittin topalak from kazlıçeşme)*



14.02.2017 13:57 | ferhenga şikestî

421. ferhenga şikestî min wek merivan pirseke di hişê xwe de pirsî.
tu wî pozê xwe yê genî nav her tiştî da nekî nabe?



14.02.2017 14:02 | bûtîmar

422. na nabe, ji ber ku li gorî formata tirşik forumê ez dikarim li vir pozê xwe yê xweşik û lihevhatî têxim her derî.
û bi qasî ku ji civîna stenbolê tê bîra min tu lawikekî biqail û efendî bûy, ev heqeret li te nehat, peyvên ku hûn rû bi rû nikarin li ber însanekî bi kar bînin, di vir de jî bi kar neyênin. fedî bike.



14.02.2017 14:08 | ferhenga şikestî

423. min pirsek pirsî, dibe ku ew pirs ji bo min zehv girîng be jî.
lê tu tirranê xwe li min dikî. eger te rû bi rû jî ev tirane li min kiribûya tu yeqîn bî min ê ev bersiv bida te.
esas tu fêdî bike. laqirdî û terrane jî heta cîhekî ye.



14.02.2017 14:12 | bûtîmar


425. @hozan serhad;
dema di hesaba te de problemek derket, ger nimroya te rast be, wê gelek hêsantir be ku hesaba xwe rizgar bikî.
lê ger meseleyek hiqûqî rû bide, ez bawer im wê ev nimro îspat bike ku ev hesab aîdê te ye. û ev jî ne tiştek baş e. (bnr: anonîmbûna li ser medyaya civakî)



14.02.2017 21:27 | simurg56

426. spas dikim ezîz simurg, te pirsên di hişê min de ronî kirin..



14.02.2017 22:30 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên başûrî
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî