Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 82 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

427. Gelo tirșik werê hackkirin wê peyam û keda têde li boșê biçe? An jî ihtimal heye ku hinek van peyamên tirșikê bêveger (irreversible) jê bibin û bișewitênin? Ewlehîya me bi kê tê?

Pirsa duyem, .... Wellehî min jibîr kir :/



17.02.2017 00:00 | gumgumok

428. simurg56 carûbaran yêdeka daneyên tirşikê digire loma ger tirşik were heckkirin dê hemî daneyên tirşikê çem û çem neçin.
Mîsal, îroj Simurg56 em bêjin ku yêdeka daneyan girtin, sê roj paşê tirşik hat heckkirin, wê bi tenê daneyên sê rojan çem û çem biçe



17.02.2017 00:12 ~00:13 | ferhenga şikestî

429. yekî dîsa belesebeb reşşik barandiye. Vê carê qutto jî nîn e. Ji ber ku Dengdanên qutto hê 22 ne.
gelo çi kêfê lê hildidin ev kesana?
welleh ez zêde nakevime heyra reşşik meşşikan. Lê dilê merivan sar dike yaw!
bes bes.



17.02.2017 10:25 | bûtîmar

430. merheba tirşikvanno, we peyva "ret-bûn" bihîstiye qe?

mînak: ez îro zehv xebitîm, ret bûme"



17.02.2017 15:07 ~15:07 | bûtîmar

431. Ew ne retbûn e rextbûn e
Bi pirranî wek ez rext ketim tê karanîn
Ez îroj pirr xebitîm û rext ketim



17.02.2017 15:28 | ferhenga şikestî

432. ew ne "ret" bûne ne jî "rext" bûne. ew "reht bûn" e agssghs li rojhilatê amedê di dewsa "westîn"ê tê bi kar anîn.



17.02.2017 15:52 | ceso

433. rojbaş tirşikvan! îro rojek tijî ewr e li Almanya.



17.02.2017 16:16 | hola êzîda

434. @ceso
Te jî got qey min tiştek got?
Bipirsim, ku rast e? Ko rast e? Go rast e?
Miraq rast e? Mirax rast e? Merax rast e? An meraq rast e?
Guherandin rast e an gewirandin rast e?
Reht rast e? An rext rast?
Ez bêjim belkî tu xwedî ewqas agahiyên nîn î, normal e yanî herkes ne mecbur e her tiştî zanibe
Hemî peyvên li jor rast in. Hemî giş di tekstên kurmancî de derbas dibin û heta ku dewletek saz nebe û piştî salan bi vî zimanî perwerde çênebe û kurdî standart nebe tu nikarî bêji ya min rast e.



17.02.2017 16:21 | ferhenga şikestî

435. Min xwest mijara "mobile tarife tavsiyeleri" vekim, lê Kurmancîya wê ne hatê hișê min. Gelo çawa ye kurdiya wê?

Șîretên Tarîfeyên mobîl ?

??



17.02.2017 23:44 | gumgumok

436. (bnr: pêşniyazên tarîfeyên mobîlê)



17.02.2017 23:56 | ferhenga şikestî

437. Barikem RextbûN û rext ketin wateya bêhnstandin, xwedirêjkirinê de tê bikaranîn. Min qe bikar neaniyê lê wisa hiş pê dikim min vê wateyê de bihîstiye erê..
heta dibe jî ku peyva "rex" ve girêdayî be jî..

peyva ku min digeriya rehtbûn bû. Di wateya westînê de tê bikaranîn

Min etîmolojiya rehtbûnê meraq kir..
reht çi ye *



18.02.2017 00:15 | bûtîmar

438. Danegeha tirşikê car caran tê tomarkirin. Ez danegehê dadixînim ser komputera xwe û paşê wan li hard diska xwe ya din mobîl jî kopî dikim. Heta yêdekên berî 2-3 salan jî li cem min in. Yanî zehmet e ku ked komple wenda bibe.



18.02.2017 00:15 | simurg56

439. Şev baş @hola êzîda. *

Li serhedê şevek e sar û bager-berf e.
Lê nava rojê wek almanya esman bi ewr nebûn li vir.
Esman wisa sayî bûn wisa sayî bûn idî hindik mabû em marsê bibînin.
Ev qedereke dirêj bû çiyayê sîpan evqas sayî xwe nîşanî me nedabû. Lê îro wê jî xwe seyreke xweş va xwe rojên tavîn re amade dikir..



18.02.2017 00:29 ~00:38 | bûtîmar

440. Șevbaș @hola êzîda û @serhado, îro stenbol sayî bû. Tavik bû. Lê hinekî sar bû dîse. Șeveqê saet 08:00a ji mal derketim. Heyv diberiqî. Min wêneyeke wê kișand û ji mixaletiyê xwe re șand. Min got meyzêne, heyv jî weke dinyayê grover e. Dîse bawer nekir.



18.02.2017 00:37 | gumgumok

441. @gumgumok *

Ji kerema xwe re wê wêneyê ji min re watsabê de bişîne. Ez wêneyên wisa zehv hez dikim

(bnr: özele gel) *



18.02.2017 00:41 | bûtîmar

442. @hozan serhad
Li gorî wîkîferhengê peyva rehtê ji rehetê tê



18.02.2017 00:44 | ferhenga şikestî

443. Li cem me, reht heye û rehet(rihet) heye.
Reht, westandin, betilîn.
Rehet, rehet e *

Hinekî li min jî ecêb tê wisa ye.

Minak, Gumgumoko xwe reht neke, ez dikarim çiwêl bar bikim.

Filankes ji bo me xwe gelekî reht kir. Xwarin çêkir, ça anî, em gerandin....



18.02.2017 00:49 | gumgumok

444. @gumgumok
Min pêşniyaz nîvîsandibû lê te wek pêşniyar mijara hanê vekiriye
Ji vir çend sal berê min gotarek xwendibû derheqê vê mijarê de kêm zêde tê bîra min. Peyv nîyazê ji erebî tê jixwe bi vî rengî derbasî tirkî jî bûye. Şeklê resen ê vê peyvê nîyaz e, te dît tirk jî dibejîn 'niyaz ettim'
Vêga çima di kurdî de wek nîyar bûye? Ez ne şaş bim cara ewil ev peyv ji alî mamoste mukrîyanî ve derbasî kurdî bûye, dibêjin di matbaaya mukrîyanî de tîpa zyê xira bûye û ew peyv bi şaşî ne pêşniyaz lê wek pêşniyar hatiye nivîsîn û wisa belav bûye. Mesele pirr baş nayê bîra min lê tiştê ku tê bîra min pêşniyaz ji ber kêmasiyekê nehatiye nivîsîn û pêşniyar bi şaşî belav bûye û wisa heya îroj hatiye



18.02.2017 00:51 | ferhenga şikestî

445. @ferhenga șikestî, min ji binî pêșniyaz ne bihîstiye. Di Kurmancî de Wekê pêșniyar dizanim. Min got vêga te bêhemdî xelet nivîsiye, ka ez ya rast binivîsim. *

lê rast e. Niyaz heye niyar nîne. Esil tu yî. Tu moderator î. Te divê biguherîne.



18.02.2017 00:57 | gumgumok

446. @gumgumok
Ev şaşiya çapê ya ku behs dikim ji vir sed sal berê qewimiye loma wisa pirr zêde berbelav bûye
Ger ez gotara ku behs dikim bikaribim peyda bikim ezê ji te re jî bi rê kim. Lê êdî pêşniyar jî ketiye zimên loma tê têgihiştin



18.02.2017 01:00 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên ku xoşewîstên hev in
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî