Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 43 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

467. wek ez zanim wateya ku tu dibêjî ''tersten'' kurdiya wê paşopê ye.

mînak: paşopê bixwîne, başopê bimeşe..



10.04.2017 10:59 | bûtîmar

468. şeva we xaş be gelî tirşikvana..
niha li vir mele selayê dixwînin. Ma îro an jî sibê rojeke pîroz / mişerrif e?
Ber zena min na.

Îro ber derstê êvarê min li sûkê melê camîya navendê dît, bi dengekî bilind şa dibû digo "em ê ji bo serokvezîrê xwe îşev li camîyê da loqiman bela kin"..
Destê wî da jî cîhaza mîkrofona deng hebû..

ez wisa fikir pê dikim ev sela jî ji bo referandûma serokatîyê ya tirkîyê a sibê ye.

ahan ez li vir jî dinvîsim. Eger ko sibê evet (erê) derkeve, wê hemû camîyan da bang û sela bikin.

na na vê carê meriv birastî jî ecêbmayî û matmayî û şaş dibe.



15.04.2017 20:51 ~20:54 | bûtîmar

469. Hevalekî ji bo xwe û jina xwe ji min kincên kurdî (şal û şapik, kiras xiftan) xwest. Pirsa ewil li gorî we kincên kîjan herêmê (Botan, Behdînan, Soran, Hewraman) bêtir levhatî ne? Pirsa duyê kîjan qumaş çêtir e? Pirsa sêyê ji kû derê mirov dikare peyda bike?
Ji kerema xwe hemû kes bila zanîn û tecrûbeyên xwe yên di vî warî de binivîsin. Eger ber dilê min bigire belkî ji xwe re jî bedilekî bidim dirûtin.



21.04.2017 20:56 | endazer

470. Ez bes dizanim ku amedê li çarsiya şewitî da tiştên bi wî awayî hene û têne dirûtin.
Hevalekî min li wir şal û şepik ji xwe re standibû.
Wekî din fikra min tine.



21.04.2017 21:37 | bûtîmar

471. Silav hevalno,
endazer gotiye :
jê re gotine tembeliya xwendinê lê bi ya min diviya bigotana nezaniya nivîskarî.


Ka em li ser " diviya bigotana " û " divê gotibana" Analîzekê bikin.

Gelo kîjan rasttir e? "divê" çima bûye "diviya", û gotibana " û " bigitana" . Li kîjan herêman tê bikaranîn? Heke em Li gorî rêzimanê bifikirin, Çima wisa diguherîn?


Edît : @hozan serhad, @mergehezo û @simurg56, @xendekî gelek spas dikim. Mal ava.



23.04.2017 06:30 ~2017.04.24 19:21 | gumgumok

472. tirşik forûm/98898
Ez jî meraq dikim bê divê kîjan form bê bikaranîn. Lê di hin berhemên edebî de ez li rastî "diviya", "diviyabû", "bivê" hatim loma ji bo dema borî "diviya" bi kar tînim. ku hinek bêje çima bi kar tînî ez ê bêjim ûlan tu ji romannûsan bêtir dizanî?? *
(nîşe: ev henek e. gelek romannûsên me tew nizanin rêziman çi ye)



23.04.2017 19:33 | mergehez

473. Em "bigotana" yê bikar tînin lê bikaranîna wek gumgumok a "gotibana" zehv ji min xaş tê.
gotibana
gotibana..
nazik e yaw *



23.04.2017 19:46 | bûtîmar

474. di destê min de danagehek ji hevokên wêjeya kurdî heye. min tê de ji bo "bigotana" lêgerînê kir, gelek encam derketin,. ji pirtûkên bûbê eser, hesenê metê, Dîlawer ZENGÎ, Edîb POLAT, Mehmet UZUN, Laleş QASO, Fawaz HUSÊN û hwd.
lê dema min ji bo "gotibana" lêgerînê kir, tu encam derneket. ev jî nîşan dide ku di nav nivîskaran de, "bigotana" gelek zêdetir tê bikaranîn.



23.04.2017 20:45 ~20:46 | simurg56

475. @simurg56 heke tu bi "gotiba" lêgerînê bikî tu yê bibînî.



24.04.2017 09:53 | xendekî

476. @simurg56 û @xendekî
gelo hun dikarin wê danegehê ji min re jî bişînin?
spas û roj baş..



24.04.2017 10:12 | bûtîmar

477. meheba ji we re! îro hevaleke min wêneyek şiyand ji ekşi sozlikê entryêk bû. qaşo tişteke komîk bû. mi go ev çiye vêca?! paşî mi go çima rûpela tirşikê tuneye wekî vê di instagramê de di twitterê de ku em entryên xwe yî giranbuha di vir de parve bikin? çima tuneye?! * de neyse bila niha kul û derdê min bê heke kesek jê re nebê derman ez ê bim. ku hûn nexeyidin. *



05.05.2017 21:40 ~21:41 | xwelî li ser

478. Ez bawerim carekê ferhanga şikestî înstagram ê vekiribu rupela tirşik ê hetta çend heval ji ber wî rupelê hatibun tirşîk ê lê ka nizanim niha rewşa rupelê çî ye?



06.05.2017 13:04 | azad30

479. @xwelî li ser hesabek li ser twitterê hebû di destê simurg56 de bû, hê jî heye nizanim?
dîsa komek li ser facebookê hebû di destê brusk56 de bû, ne xelet bim ew jî hat girtin.
û dawiyê ferhenga şikestî li ser înstagramê hesabek vekiribû, ji ber bazara qewî kesad ewî jî derebeyên dikana xwe anî xwar çû mala xwe. min jî dil heye li ser soundcloudê hesabekî vekim. lê divê pêşiyê xweyîxêrekî bibinim ku peyamên tirşikê bixwîne ;)



07.05.2017 02:39 | endazer

480. tiştê min fahm kir @xwelî li ser doza malperekê nake. doza lînka parvekirina peyaman dike. heke di bin her peyamê de bişkokek bo parvekirinê hebe wê çaxê dê herkes rasterast peyamê parve bike.



07.05.2017 03:43 | berxweda

481. @endazer soundcloud boş e lo * kes tune li wan dera!
@berxweda na heyran doza malperekî dikim di twitter an jî instagramê de. û peyam jî wek screenshot bigrin û di wir de parve bikin. *
ya ku ti dibê jî baş e wele .slav ji rêveberîya tirşikê *



07.05.2017 23:02 | xwelî li ser

482. carê dema te tiştek dinivîsî, kopÎ dikir û pêl bişkojek ji bişkojên jêr yên wekê bnr, vbnr, lînk.. dikir ew ê kurterêyê ew nivîsa te kopî dikir li xwe digirt. lê niha dema pêl yek ji wan bişkojan dikim, kurterê di dawiya wê nivîsê re derdikeve. mesele dema min diwest binêrina simurg56 bidim. min simurg56 dinivîsî, kopî dikir û pêl bişkoja bnr dikir (bnr: simurg56) çêdibû, lê niha simurg56(bnr: ) çêdibe.



13.05.2017 00:11 | endazer

483. Merheba dostno, gelo meriv dikare kilamên Dengbêjiyê bi nivîskî li înternetê yan jî ciyeke din peyda bike, Xebateke usa heye yan na?



13.05.2017 23:07 | mîr

484. @mîr tiştekî bi wî awayî hebe wê zehv xaş be.
Ez jî digerim.
eva çendek e ez gotinên strana qasimo digerim nagerim nabînim.



13.05.2017 23:23 | bûtîmar

485. @Hozan Serhad: Ez dibînim carna yên ku kilaman dibêjin li ber wan de kaxez heye lê dinêrin, hema nizanim tenê notên wan e çiye.. li ser înternetê de peyda nabe.

Dixwazim ez binivîsim hinek cî de jê fehm nakim, devê xwe diçeliqînin, zû dibêjin.. ji xwe min fehm bikira lê nedinêrî.

Carna Stranên jî hin cîhan de fehm nakim, nizanim ev problema min e tenê :-)



13.05.2017 23:34 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî