Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(404) (68) (124)
di mijarê de bigere

540. Çaxa ku ez dikevime tirşikê, ez dibêjim qey du sê kesên dinê jî têketin bikin, wê binivîsînin hwd.. lê kes nayê.
ez zanim ku kes dê ney. Lê dîsa jî çav-bende dibim. : )



19.08.2017 21:13 | bûtîmar

541. @hozan Serhad
tirşik forûm/101458
benda Moderatoran be. înşela wê sala îsal endamtiya wî hevalê te çêbikin *



19.08.2017 21:15 | bûtîmar

542. @hozan Serhad

tu xem neke, tenê nîn î ez li vira me, ez yanî tu : ))

(bnr: asta tenêtiya min)
(bnr: asta tenêtiya min a di tirşikê da) *



19.08.2017 21:17 | bûtîmar

543. @hozanserhad

van rojan simurg56 malperê serobino diguhere. wê versiyoneka pir baş derkeve, wê tirsik.net xwe nipûnû bike. ji ber wê van rojan problemên wilê derdikevin. hinekî sebir bikin. çend carên din jî biceribîne.



20.08.2017 00:39 | xendekî

544. @xendekî
me çend Cara ceriband lê nebû..
Hevalê min çû betlaneya eydê.
idî ma Piştî eydê ra.
him heta wî çaxê dibe ku versiyona me a nû jî derketibe..
Wê baştir bibe..



20.08.2017 23:28 | bûtîmar

545. @hozan serhad, @xendekî rast gotiye, sedema xeletiyê rojanekirin in. min rast kir. bibore.



23.08.2017 00:54 | simurg56

546. Şev baş gelê tirşikê..
peyva kêmut tê çi wateyê?

mînak:
...lazim bû heta ku hesin di nava agirê gur de sor bikin, wekî ew nerm bibe, paşê bidin ser kêmutên hesinê mezin û li ber çakûçan çêbikin..



29.08.2017 00:32 ~00:32 | bûtîmar

547. (bnr: kêmut)



30.08.2017 05:27 ~05:29 | rûbar

548. gelo 2-3 milyon ereb ku ji tirsa daiş ji mûsil û hwd çûne bajarên kurdistanê jî dikarin li referandume ray bidin?



05.09.2017 15:35 | mindal

549. Gotinên Strana siya şevê a tu xem nekşîne aliyê mamoste fedlî va hatine nivîsandin.
lê mamoste fedlî kî ye? hun nas dikin?
min navê wî googlê da geriya tiştek derneket.
min meraq kir kî ye, helbestvan e an na, helbestên wî yê din hene an na...



06.09.2017 09:33 | bûtîmar

550. eva çend roj e xew nedikete çavên min. Lê idî ezê bi kafirkî razêm îşev : )

(bnr: 9.10.2017)

simurg bi kelecana xwe navê mijarê kêm nivîsiye *
ka "1" a tarîxê ?



19.10.2017 03:22 | bûtîmar

551. Kuro we xêr e hin vê saetê da li vir civîyane *
tirşik hînê tiştên aha nebûye hê *



28.11.2017 03:13 | bûtîmar

552. Carinan difikirim dibêjim hema pênc sal li dibistana kurdî xwendibûbana vêga minê entryên weke romanê nivîsandibûbana. Gerçî bênamûsê orhan gencebay dibêje qederin bêlesine yezixler ulsin lê em wilo nabêjin xwedê mihafize em dibêjin Xwedê xera bike! wê pergalê inşaela.



28.11.2017 03:24 ~03:28 | rûbar

553. me bêriya xelatan kir tirşik *



30.11.2017 22:00 | berxweda

554. belkî Xwedê qebûl neke!

nexweşiya gulêê derbasî min jî bû :(
ez jî nikarim di xew ra herim.
saet 01:00 an de ketim nav nivînan, 01:30 da rabûn. 02:00 an de dîsa ketim binê orxanê, saet 02:00 an de dîsa rabûm û niha ditirşikînim.

xwedêkirî êja tirşik heye..
ew jî nebûya me yê çi kira..



01.12.2017 02:52 | bûtîmar

555. seyda @gumgumok..
silav û rêz.. *

ez li ber te bejna xwe ditewînim *



06.12.2017 00:38 ~00:39 | bûtîmar

556. @gulêê! Mehla jêrê şerr derketiye porkurrê *
zara top le bîne, mesele heye *



06.12.2017 00:41 | bûtîmar

557. Divê ku li tirşikê beşek bi navê tirşik forum werê vekirin. Çimkî tirşik ji ferhengek zêdetir dirûvê foruman. Meriv ji ber peyamên beredayî nikarî hîn mijaran de agahî bi dest bixê. Heke meriv bixwaze li ser mijarekî agahî bi dest bixê bêgav dimîne ku serpêhatiyên tirşikvanan jî ku ji heta demên pîrik û kalikên xwe dest pê dike bixwîne. Û ev jî em pêwendîdar nake bi rastî.

Wek mînak,
Mirovek ji qersê û ji navê qersê agahî dide. Ji qersê zêdetir qala bavê xwe û serpêhatiyê xwe dike.

Mirovek ji termos û ji merqeyên termosan behs dike zêdetir behsa xweşik lê hatina xwe dike.

Wexta ku tu mijara memûrtiyê dibînî guman dikî ku ji memûrtiyê agahî bistînî lê mirov ji memûrîtiyê zêdetir qala serguzeştên xwe yên di memûrtiyê de dikin.

Behsa qersê bike. Tu qersê dizanî. Ez ne çûme nizanim. Ji ber ku ev der ferheng e. Meraqa dikim. Dixwazim ji qersê agahdar bim. min çi jê macerayên we ye?

Li ser termosan agahî bide. Min çi jê ye ku li xweşa te diçe? Taybetiyên vê merqeyê vê termosê bêje, rave bike çima bikalîteye ku em demildest ku em dîtin bikirin.

Memûrtiyê pênase bike. Erênî û neyînîyên vê pîşeyê ji bo me bide naskirin. Ji ber ku em nizanin memurtî çi ye dixwazin agahdar bin û ji ber ku em te jî nas nakin ne pêwîst e ku tim û daîm behsa jiyana xwe bikî.

Heke dîsa jî bixwazin ji jiyanên xwe behs bikin, gotinên xwe kin bigrin berxên min, gulên min.

Mesela ez mijara tualetê de behsa serpêhatiyên xwe û bav û kalên xwe bikim baş be. Çawa deng hat, bavê min çi got, rengê wê çi bû, behnek çawa bû, virikî bû an qebizî bû... Hûn mecbûr in maceraya tualeta min bixwînin.



20.12.2017 10:11 | bilbilê dilkul

558. ya yekem; jixwe wek mijar tirşik forum hatiye vekirin wa ye tu jî têde nivîsiye*

ya duyem; ez bawer dikim nivîskar li hÊyvê dijî, dibêje dirûvê ferhengê jê nayê. tu bêjî qey di hemî ferhengên înteraktîf de her gav peyamÊn têr û tije î bi şêwaya pênasê tên nivîsîn lê hîç peyamên subjektif nîn e. mala minê tê bêjî qey bi tenê li tirşikê ev tişt heye. di pênasa ferhengên înteraktîf de du xîmên sereke hene; yek pÊnaseya objektîf yek jî pênaseya subjektif ango şîrove. ev her du dikin ku ferhenga înteraktîf ji forumê û ansiklopediyê cihê be. madem ji vê rewşê eciz î here ji xwe re her roj wikipediayê bixwîne. ger bi tenê tiştên objektîf hebûya dê ferqa tirşikê ji wikipediayê çi bû? di ferhengên înteraktîf de şîrove, serpêhatî, laqirdî û mîzah gelek girîng in. ger di mijarê de bes pênasek hebe têr dike ku meriv şîrove jî binivîse.

ya sêyem; agahîdayîna navê tiştekî bixwe pênaseyek e

ya çarem; gilî û gazincên memûrtiyê û qisekirina li ser tecrûbeyên memûriyê, pênase bixwe ye. yanê camêrek rabe di mijara memûrtiyê de behsa serpêhatiya xwe bike ew ne li dijî formatê ye. rasterast bi memûriyê ve pêwendîdar e. camêrek rabûye qala şert û mercên memûriyê kiriye ez bawer im ew jî derbarê memûrtiyê de tiştinan amaje dike newsa?

ya pêncem; di mijarekê de ger agahiyek hebe têr dike ku di nava formatê de bê nirxandin. wek mînak di mijara qersê de gelek agahî hene tu dikarî ji wir tiştna derbarê qersê de fêr bibî. ne hewce ye meriv hezar car binivîse 'bajarekî kurdistanê ye' jixwe carek hatibe nivîsîn bes e. meriv wexta wê sernavê ditikîne hezar tişt derdikevin. wek mînak;
1. bajarê kurdistanê. yek jî dibejin serhed qers.
3. orhan pamuk xwediye xelata nobel di pirtûka xwe ya bi navê berf-kar-de û derneherê tirk reha erdem jî di fîlma xwe ya kosmos de zehf pesnê kevnarbûn û ava yên qersê dikin
4. li ser bextê wîkîpediyayê be ji bo qersoka şêrîn û rengîn dibêje: ''li gorî çavkaniyên dîrokî, di dema hîtîtiyan de navê herêmê "ermania" bû. navek bajar yê kevn jî "araks" û "karask" bû. navê ku niha jî tê bikaranîn jî, ji gotina qasrak tê. tê texmînkirin ku ev nav ji êleke ku beriya zayînê, li vê deverê bi cih bûye tê. li gorî hin baweriyên din, navê bajêr, ji gotinek zimanê gurcî tê ku ew jî tê wateya bajarê bi derî. kurd jî, ji bajêr re dibêjin qers û ji herêmê re jî dibêjin serhed. ji ber ku bajarê qersê wekî deriyek e ku kurdistanê bi qafqasan û bi deryaya reş ve girê dide, xwedî şûnwariyek kûr e.

gelek gund ji rojên pir sar û hişk re "qers" dibejin.''

10. yek jê bajarê kurdistanê ye ku bakurtirîn, sartirîn, derewtirîn û dekûdolaptirîn ê bajarê kurdistanê ye ez her çiqas ji amedê bim jî di qersê de ji dayik bûm û nêzîkê heşt sal jî li wir jiyam bi qasî ku li jor hatiye gotin ne entelektuel e ne şîrîn e ne jî şekir e... belê rast e pirr tevlihev e nijadên cur bi cur hene û hê jî dijîn tu car jî pirsgirêkeke neqewimiye. ma çima biqewime? jixwe her kes dibêje em di rastiya xwe de tirk in nexwe ku ne hewceyê pirsgirêkê ye.. her çi qas navê zazayan wek serhişk derketibe jî di warê serhişkbûnê de kes nikarê av li destê qersiyan bike.. 8 sal li wir mam bîranîneke jî xweş nayê bîra min.. têkiliya marivtî û xizantî qet tune ye di rê de hevudu dibînim qet silava xwedê jî nadin hevudu têkiliya ku di nav civatê de ye jixwe li ser berjewendî ava bûye gava ku min bi wan re dipeyiviyam ji min re digotin tu ji kû yî min digot amed û digotin 'xwarzî binêre li vir ne amed e baweriya xwe bi tu kesî re neyne gava rûsan ketin li qersê em hînî derewan kirin niha jî di nav damarên me de hêj xwîna derewê digere lewma em nikarin rastî bipeyivin' ew bixwe wisa digotin lê hûn ê bipirsin qet başî tune ne? wale nayê bîra min qers zindana min bû lê du heb navçêya qersê hene ew baş in dîgor û kaxizman.. gava ku pê dihesiyan ku ez ji amedê me kêfa wan dihatin xwedê ji wan razî be lê hew!)

li gorî rÊjeya peyaman têra xwe agahiyên tÊvel hene, ger ku dîsa jÊ ne razî bî de ka kerem bike tu binivîse. de walle qisûr mêze meke ji bo ku tu xwe tatmîn bikî em nikarin 24 saetên xwe bo nivîsandina agahiyan biserifînin. kurdên me ecêb in bavo. tiştekî nakim lê li ser tawanbarkirina teraliya xelkê bi gîsinan çavêd xelkê derdixin. wextekî keçikek ji min re peyam rÊkiribû, gotibû ji bela ku versiyona mobil a tirşikê nîn e ez nakevim nanivîsim. mi go tu ekşiyê dişopîni? go erê mi go ekşi zêdetirî 18 sal e heye lê ev bû salek e rabûn versiyoneke mobilê saz kirin. nexwe tu çima wê dişopînî û dinivîsî? go niza walle. yanê ji xwe re li hincetan digere. wextekî dijber hebû hama bêje bi tenê peyamên rexneyî dinivîsand lê tu lê dinêriya ew bixwe tu tiştekî nedikir. hemî peyamên wî bnr bûn û giş jî vala bûn.

ya şeşem; belê tu dikarî di mijara tualetê de behsa serpêhatiyên xwe û bav û kalên xwe bikî.

ez dixwazim vê şaşfêmkirinê careke dî rave bikim. tirşik.net ferhengeke înteraktîf e. baş bala xwe binin, 'înteraktîf, înteraktîf, în ter ak tîf! yanÊ ne ferhenga zana farqînî ye. îzah jî hene, pênas jî hene, şîrove jî hene, serpêhatî jî hene, fikr û raman jî hene, nêrînên şexsî jî hene. ango hem nesnel e hem subjektîf e. têde futbol jî heye, sînema jî heye. dikare qala astrolojî jî bike, dikare qala pirça spî ya qûna kalekî jî bike. ev formata wê ye. hûn ferhenga herî mezin a tirkan binêrin. di rojê de belkî deh hezar peyam tên nivîsin. ji wan belkî hezar heb nesnel û objektîf û li gorî formatê ne, yên dî giş derê formatê ne û şîrove ne.
em jî dixwazin di tirşikê de em her roj li ser fîzika atomê, li ser mekanîkê, li ser gerstêrkên nûdîtî û kefşbûyî, li ser karl marks û adam smith, li ser tarantîno û li ser tesla peyamên têr û tije binivîsin û bixwînin û belav bikin û iq'ya xwe bikin 250! lê ew wisa bi gotinan nabe. ha tu bêjî ezê şoreşa tirşikê li dar xim. de kerem bike em li te guhdar in. êdî malbata tirşikê bi mereqdarî çavlirêya peyamên te ne

fermo bilbilÊ dilkul tu êdî dikarî bitirşikînî



20.12.2017 11:48 ~12:27 | ferhenga şikestî

559. : ). Baş e wallah, ferhenga şikestî li vê derê wek foruma jiyanên xwe dibîne. Çima li zorên we diçe evqas lawo? Yan ji xwe re li tirşikê mijarek bi navê macerayên min veke li vir binivîse serpêhatiyên xwe an jî ji xwe re forumek serbixwe weke li vir binivîse. Mirovên ku dixwazin çi li jiyanê te diqewime û diqewimiye ji vir bixwînin. Di binê her mijaran de behsa xwe dikî egoya xwe têr dikî. Yan here di binê mijarek serbixwe de egoya xwe tetmîn bike an jî mijarên din de behsa xwe kêm bike, kêm bigre.

Her wiha îro li tirşikê ji ber kesên wekî eida tevdigerin sê çar kes dinivîse, pişt re hejmar heke zêde bibe tu nikarî ji her kesî re bersiv bidî. Xwe ev egoyê jî dûr bixe. Her dîsa heke hejmar digel insanên wekî wisa egoîst zêde bibe dibe ku insanên ku wekî wisa egoîst in tevlî bibin û her kes ji her kesî re bersiv bidî egoya xwe tetmîn bikî ev der bibe wek şorbe. Yazix dikê ji xwe re. Tu kurê kî be jî ji kû be jî tu çi kiriye û çi daye û standiye jî tu jî wekî insanên din insanek normal î. Her tişt li gorî te nîn e. Xwe mezin nebîne.

Mirovên biçûk kiryarên xwe, fikr û ramanên xwe, gotinên xwe û tev de bixwe mezin û girîng dibînin. Li ber rexneyan serhildêr û girtî û bêtehemûl in. Heke li alaskayê yekî tiştek bibêje hema dikevin nav xebata bersivandinê û egoya xwe têr kirinê.

Mirovên mezin bitehemûl in û qure nîn in. Cahiltiya xwe dizanin. Li her tiştan bersiva van nîn e, a rastî xebatek û egoyek wisa jî li wan nîn e. Û xwe her car rast jî nabînin.

Lê dîsa em vegerin li ser mijarê,
Forum û ferheng bi înteraktîf jî bin nebin jî ji hev cuda ne. Mirov li ferhengan di binê her mijaran de qala serpêhatî û macerayên xwe bike û bike ku ferheng bibe hember entryên din cihê bersiv danîn ev ji ferhengbûna xwe derbikeve. Yanî ew ji aliyê her kesî ve tê zanîn ne ku ez tenê dizanim. Lê carinan insan wê divê bi bîran bixe. Her kes qala jiyana xwe bike egoya xwe tetmîn bike ev der bibe şorbe. Îro tenê hinek egoya xwe tetmîn dikî li vir. Pişt re wekî insanên din yên egoîst werin vir çi be? Ferheng ji armanca xwe dûr bibe.

Heke armanc tenê bi pêşve birina kurmanciya xwe ye biya min forumek cuda hebe û odeya behs kirinê li vir hebe hêj li gorî armancê bê. Û li vir mirov dikare egoya xwe jî tetmîn bike.

Dema ku ez dikevim tirşikê mijarek dibînim û dikevim nav mijarekî dixwazim ku agahiyên cuda, balkêş û tiştên ku ez nizanim bibînim, bixwînim, bialimim. Înteraktîfbûna ferhengan armanca sereke yên ferhengan ku ev agahî bi dest xistin e nabire.

Ferheng armanca xwe ya sereke bike û wek kêm mirov behsa xwe jî bike tişt nabe. Emê bikarin bêjin înteraktîf e wek ferhengên zanîstî nabin. Lê peyamek ji sedî not di derbarê serpêhatiyên kesekî de hebe û tu agahî nade em nikarin bêjin ferhenge û înteraktîf e. Ev forumeke wek beredayî tê nav kirin.

Forum ji bo armanca ego têr kirinê û ji bo pêşve birina ziman hej baş e.
Armanca ferhengan çi qas înteraktîf jî bin agahî dan e. Divê ji serpêhatiyan zêdetir agahî bidê.

Mirov heke bixwazin di bin mijarên foruman de hetanî destê wan bişkin macerayên xwe binivîsînin. Lê di mijarên din de herî zede çi qas destên we werê agahî bidin.

Foruma tirşikê hebûbana û mijarên ku li ferhengê tê vekirin li vir jî vekirîbûbana ferheng vegeriyabûbana armanca xwe ya rasteqîn.

Mixabin em çi qas jî bêjin ferheng ne ev e û ev forum jî nîn e. Tişteke ecêb e rûdaye. Tu fêdeyê wî nîn e. Tenê meriv dikare wextê xwe pê de beredayî derbas bike. Û înteraktîf bûn jî nayê wateya beredayî xeberdayîn û qal kirinê. Mirov nikarin têbigihin. Fam nakin. Heke ku armanca yekî egoya xwe têr kirin bibe hîç fêm nake.

Ez dixwazim ev der nebe çopdankek. Ji bilî vê min çi jê ye? Werin bi macerayên xwe egoya xwe têr bikin.

Armanca li vir ku min fêm kiriye dixwaze bibe ferhengeke înteraktîf bi kurdî û tijî. Lê ber bi çopdankbûnê ve diçe.

Di dawiyê de ezê bêjim ferheng û forum cuda ne hevalno. Ewê hun jî dizanin. Xwe nexapînin. Dest ji egoya xwe jî berdin. Ji bo ferhenga înteraktîf bi hemû şêweyê re(henek, rexne, zanistî...) peyamên tijî binivîsînin. Kêm jî be tişt nabe. Heke bixwazin jî herin foruman an jî tirşik forum vekin heta ku bixwazin qala serpêhatiyên xwe bikin.

Ji bo ferhengê baştir ev e.



20.12.2017 13:27 ~13:33 | bilbilê dilkul

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên nobedar
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî