Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

560. min jimart, 123456 car gotiye ego, dibêjin mirovek li ser kîja peyvê zêde biştexile ew kompleksa wî kesî ye.
ha em guhê mirovan kaş nakin, çek berra serê însanan nadin an jî li binê erdê naxin kes bi zorê nikare peyamên xwe bide xwendinê. mecbur nîn î kakgyan ma tu daw'a îmana me dikî? hej ji şêwaza nivîsa yekî nekî nexwîne law. te ew qas leqleq kir weyy



20.12.2017 14:37 | ferhenga şikestî

561. : ) Mamoste, min li cihê peyva egoyê peyvek bi kurdî nedît. Ji ber vê yekê min nivîsand ego.

Birayê ezîz çima wisa dikî xwe nayênê fam kirinê?
Ji fam kirinê re xwe didê girtin?

Ez ne ji bo nivîsa te dibêjim. Heke xwedî blogek bibe min agahdar bike ezê serpêhatiyên te jî tê de hemî nivîsên te bixwînim. Û şopînereke te bim. Her wiha min negot tu xweşik nanivîsê. Min dibêm tu zêde qala xwe dikê di binê mijaran de û mijar pûç dibe. Yekî ku bixwaze ji ferhengê tiştek bixwîne, fêr bibe tenê serpêhatiyên hîn kesan dixwîne û agahî nikarê demildest navdest bike.

Dibe ku jiyanên te di nav xwe de zahf tişt dihewîne û tijî macera ye, heke tu dixwazî ewana bînî ziman û xuya ye li tirşikê jî hîn kes hene meraqa dikin serpêhatiyên te, li blogan li foruman binivîse him ferheng bikeve armanca xwe him jî tu bi qedrê nivîsên serpêhatî û macerayên xwe bibîne.

Heta ku dixwazê ji serpêhatiyên xwe romanek binivîse. Ku kurmanciya te baş e. Beş bi beş binivîse û li bloga xwe biweşîne wek rojnameyên berê. Dibe ku xwedî romanek bibê. Waye min fikrek jî da te.

Her wiha min meyizand ku tu li vê derê moderator î. Ji me bêhtir divê tu bizanê ewana kaka giyan. Çima xwe ji wana bêxeber nîşan didî çawmin?

Dîsa ez zahf û dirêj dinivîsînim ji ber hînkarî ya kurdî ku nivîsa min rêze û dirust bibe. Min ji zû ve ye nanivîsîme tenê dixwînim.

Dîsa armanca min ev bû, ji bona ku baş fêm bikê ku çi dibêjim min dîsa dîsa heman tişt nivîsand. Lê xuya ye li te negiştiye.

Dîsa bêjim ji bo nivîsên te nabêjim. Ji bo te nabêjim. Ji bo ku ev der ferheng e divê wek ferhengek xuya bikê dibêjim. Ji serpêhatiyan zêdetir divê agahî bihewîne. Ha bi şêweyeke henekî ha bi şêweyeke rexneyî ha bi şeweyeke zanistî wekî gotinê te wekî wîkîpedîayê ferq nake.

Ev ferhenga înteraktîf ji wîkîpedîayê cudatir bê lê divê li ferhenan jî bidûrîvê.

Bi kurtî di her kes di peyamên xwe de ji macerayên xwe zêdetir agahî di derbarê mijarê de bidê xwendina ferhengê zor newê ji kesî re. Mirov dixwazê hesta ferhengê pê xwendina xwe bihisê. Mirov ji xwendina xwe dipêhise ku qey pasajek ji pirtûkên hikayetan dixwîne. Ji bo wî blog hene. Forum hene. Her wiha tu dikarî mijarek li ferhengê jî wekî û vê mijarê wek bloga xwe bikar werînî. Ev jî çêdibe.

Dîsa bêjim ku baş werim fêm kirinê, birayê ezîz can ne ji bo te dibêjim, ji bo wek ferheng bûna ferhengê dibêjim. Heke tu fêm kir kaka giyan, ji kerema xwe ji egoya xwe re jî pirs bike ev jî ji min fêm kirîye an na?



20.12.2017 18:56 | bilbilê dilkul

562. silav brayê @miyazeki, gelo di vê hevoka xwar de te xebitandin biqestî bikar aniye? j'bo go hevok tê bikaranîn, nayê xebitandin ; an jî ' dayîka min wisa dibêje' li gorî min rasttir e.
bi taybetî dema em di xewnên xwe de kesên rehmetî dibînin, dayîka min vê hevokê dixebitîne.

Edît j'bo hozan serhad: min peyam jê biribû, va dîse nivîs.



26.12.2017 19:06 ~2017.12.28 09:43 | gumgumok

563. @gumgumok, silav. wele hema xebitandin hat ber tiliyên min û min jî qisûrek ne dît* lê bira ne derew be, te'amekî ta'l dabû min jî, heqê te heye. aliyê din, bikaranîn û xebitandin û emilandin hema di heman wateyê tê bi kar anîn. ma ne wisa ye?

li ser qontekstê, peyv ne bi serê xwe, lê di "dema ku" de (di wê wextê de, di wê rewşê de) hatiye ber tiliyên min, ango hînbûniyeke/xûyeke nîşan dide/daye. gelo ev tiştekî ya fikirînê ye, nizanim, hema hat bîra min. * her wiha, carekî din heqê te heye ku "dibêje" wateyê bi zelaltir dide.*



26.12.2017 20:54 ~20:56 | biruya hayao miyazaki

564. Bavo, bira.. mesele çi ye?
ku min bişkojka peyama gumgumok a "guhertin.." nedîta, min ê bigota kuro ev çi ye?
Gumgumok bi tenê nuqteyek nivîsye, Miyazaki bersiveke dirêj dayê.. *

neyser.. welhasil mesele hebe em hel kin haa *



27.12.2017 01:46 | bûtîmar

565. Gelo kategoriyeke mijarên ji pênasînê azade an jî mijarên ne hewceyî pênasînê heye? DeFacto jî be kategoriyeke wisa xwiya dike. Weke tirsik Forum, rojnivîska tircikvanan, tirşik translate...

Go bê erê, kîjan mijar in?



31.12.2017 18:39 | gumgumok

566. @tevnepirk!
Vê peyama xwe da bêhemdî xwe xeber didî.
bnr: ji bo bûna nivîskarê tirşikê divê şert çi bin/104015

ji te re çi kê kîjan zimanî dinivisîne?
erê?
êja em ê bi zimanê gundê xwe binivîsînin qey şerm e yan eyb e ????



04.01.2018 23:28 | bûtîmar

567. heyrana serê te yê aqil im ez..
ez nabêjim Kurdiya min rind e an nerind e..
dawa min ew nîn e. Ya min ew e ez dibêjim bi te nemaye kî/ê bi kîjan devokê dinivîse. Her kes serbest e (xêncî peyamên dijî formatê) azad e, dikare bi her dwvokê binivîse.
jixwe ewa dewlemendiya zimanê me ye.
ez devokên dinêna bi saya Tirşikê hîn bûm.

erê bavo Kurdiya herî baş şabaş ya te ye.
ya me kêrî du quruşan nayê ezîzem..



05.01.2018 10:21 | bûtîmar

568. Hûn çito linkên wisa çedikin; mijar/266363377
Mina
Here lînkê

Pir asan bûye. Sipas gumgumok:
tirşik forûm/104042



05.01.2018 11:23 ~14:35 | elaziz izzetpasa camii

569. @elaziz İzzettinpasa camii

# + hejmara peyamê

Mînak . Hijmara peyama te 104037 ye

# û 104037 yanî tirşik forûm/104037



05.01.2018 13:02 | gumgumok

570. xwanê, têra xwe heremî xuya dike. em bi kar naynin û min nebihîstiye jî li derdorê.
lê di lêgerîna googlê de gelek mînak derdikevin; Here lînkê (di serî de jî tirşik)



11.01.2018 20:01 ~20:01 | simurg56

571. @umed
Li ba me jî dibejin "xwanê dike" (herêma xarpêtê).
Ew gotina te li ba me wusa ye:
Ew çend ro bûn te xwanê nedekir.



11.01.2018 20:24 | cinorek

572. tirşik forûm/104376 em jî bîna vî şiklê dibêjin:
Ev çend roj bû te "nedixuyî"?
Şev tarî ye stêrk "kifş" nabe
Mesele ya we hê "belî" nebûye?



11.01.2018 20:27 | mîr

573. li aliyê serhedê peyva "xwanê" tine



11.01.2018 21:49 | bûtîmar

574. Ez ji tirşik mobilê nikarim mesajên xwe binêrim.
Bi karanîna tirşik mobile pirr zor e, Ez ji koda moda û zimanên kompûterê fêhm nakim an min ê tiştek bikira.



17.01.2018 00:36 | mijdar

575. @mijdar; dema ji te re peyamek taybet hat, di mobîlê de li hişyariya peyama nû netikîne. dîsa here menûya vebijrk>peyam û ji wir bixwîne.



17.01.2018 22:08 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên ku li mêrdînê dijîn
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî