Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(404) (68) (124)
di mijarê de bigere

609. silav gelê tirşikistanê..
pêşniyareke min heye..
ez dibêjim madem tirşik zêde aktîf nîn e.. bila di şûna entryên 24 saetan da peyamên du-sê rojan werin nîşandan..
him wî celebî entryên nivîsandî wê bigîjine bêhtir tirişikvanan.
ji ber ku her kes her roj nakeve tirşikê..

gelo fikra we çi ye li ser vê?



02.10.2018 11:41 ~11:43 | bûtîmar

610. @hozan serhed ji xwe berî demeke kin, heke ne xelet bim tiştekî wiha hebû. (niha ketim gumanê) lê bi ya min jî ev pêşniyazeke maqbûl e.



02.10.2018 11:51 | biruya hayao miyazaki

611. tirşik forûm/107950 wê rojê li instagramê di rûpeleke kurdî de tiştekî wiha hat parvekirin:
- astengdarên bihîstinê
- astengdarên dîtinê
- astengdarên rêçûnê
lê gelo ji ber xwe çêkirine yan ji derekî dîtine û bi kar anîne nizanim.
Here lînkê



02.10.2018 15:56 ~15:58 | biruya hayao miyazaki

612. silav gelî tirşikvanan..
sineye çekmek a bi Tirkî, di zimanê kurdî de çi ye gelo?
Ji min re biwêj an jî gotineke pêşiyan a kurdî a ku tê vê wateyê lazim e..



04.10.2018 12:41 | bûtîmar

613. @hozan serhad

Min dema xwend daqurtandin hat hişê min. Lê di wikiferhengê de wek biwêj di xwe de derbas kirin dide nîşan. Û herwiha daqurtandin jî heye di ferhengê de.

Edît ji bo rastnivîs.



04.10.2018 14:52 ~14:53 | xelîl

614. Silav tirşikvanên hêja. Divêm derbarê peyvek ku nikarim bersivek têr û qelav ji bo wê bibînim de pirsek bikim. Peyv: Bi ingilîzî boarding school û bi tirkî yatılı okul e.

Di ferhengan de peyva yatılı wek şevîn, razanî û leylî dide nîşan.
Yatılı okul jî di ferhenga salah saadallah de heye ew jî wek dibistana hindurî dide nîşan. Li vir hindurî tê wateya çi nizanim. Dibe ku ji hundur ve hatibe.

Leylî peyvek erebî ye û tê wateya yatılı. Lê erebî ye :-/
Razanî û şevîn jî kurdî ne. Û xweş in. :-)
Min deh salan zêde di dibistana şevîn!? de xwend. Li heremê ji ber ku tiştek nû û nedîtîbû digotin meyteba yatîlî. Bi rastî jî piştî deh salan îşev ev tişt hat hişê min û min mereq kir. Divêm ji we jî bipirsim. gelo hûn çi dibêjin ?



18.10.2018 21:54 | xelîl

615. Hin kurd hene bejnkurt û ser çavên wan bîna Asyayî ne bîna tirk û moxol çavşûjin in, meriv dibe qey koka wan ji Asyaya dûr, Asyaya Navîn tê

Çima?

Gelo seva vî gotina hanê tiştek heye em bixwînin



10.11.2018 22:49 | mîr

616. pirseke li ser rezimanê: gelo mirov bi girînê kîjan daçekan bi kar tîne?

dema kesek di rewşeke xirab de be û mirov ji ber wê xwe xemgîn hîs bike û bigirî.
ez li ser wî digirim
ez li wî digirîm
ez ji ber wî digirîm
ez bi wî digirîm
ez ji bo wî digirîm

kîjan gelo?



15.11.2018 17:47 | mergehez

617. Cewab -> tirşik forûm/108686
Em usa dibêjin (li serhedê) :
(Ne kurmancîya standard devkî USA tê gotin)
ez boyî wî digirîm
Ez bona wî digirîm

Kesekî nexweş, bêhal be evçax jî

Ez ser da digirîm.
Mînak: ka ser da buxîne belkî hinekî baş be.



15.11.2018 18:13 | mîr

618. Seba wî / sewa wî



15.11.2018 19:44 | cinorek

619. ji bo meseleya girînê;
min agahîyek saxlem tune lê belê yên li jêr ji bo min nas in û rast xuya dikin;

"ez li ser wî digirim
ez ji ber wî digirîm
ez ji bo wî digirîm"

min ji hinek pirtûkan van mînak derxist:
"Û li wir kesekî we jî tune ku li pey mirina we bigirî! Mîrza Bukov ê jî ji xwe re li pey nêçira keroşkan be"
[Merivên Reben - Dostoyevskî]

”Cemîl! ez ne yê girî me ku tu bi ser min de bigirî"
[Bîranînên Mamoste Osman Sebrî - Dîlawer ZENGÎ]

"Ta firrinde jî li tabûta Berfînê civîn daku li mirina wê bigirîn: pêşî kund, paşî qirrereşk û dawiyê jî kevok hat"
[30 Çîroken Bijare - Husein MUHAMMED]

Bila Zelîxaya Usif, bila Leylaya Mecnûn, bila Şêrîna Ferhad porê xwe kur bikin, bila ji qedera xwe re bigirîn, ma ew çi tofan bû, ma ew çi heyv bû, ma Zîn û Stîyê ew bidîta dê şerm nekira? Kekê min, wele û hezar car wele û bîle, ez wisa fikirîm"
[dara gozê - Serdar ROJAN]

"Baranên sermawezê dê kulîlkên gora min rizandibin jî, pûşperê dê ew sotandibin jî lê hê jî giyana min dê ji ber bêsebriya xwe bigirî"
[30 Çîroken Bijare - Husein MUHAMMED]

"Ez li ser maqûlên wusa dinivisînim ku... ez dibêjim dema lehengê min bimire bila xwendevan li pey bigirî"
[Epîlog - Hesenê METÊ]



15.11.2018 21:57 ~22:00 | simurg56

620. silav gelî dost û hevalan,

GerçÎ belkû hûn ne misaîd in lê ez dîsa jî pirs bikim.

min ev du meh e endazyariya avahîsaziyê qedand û eskertî jî kir.
Ji bo ku karekî baş bibînim divê çi bikim?

Dixwazim destpêkê de bi awayeke baş hînî ev karê bim û xwe pêş bixim û him jî naxwazim werim çewisandinê. ûdixwazim ecemîtiyê xwe baş derbas bikim.

Bi zelalî him derbarê şert û mercê him jî derbarê muçeyê
Çawa tevbigerim, çi bêjim, biçim kû, çi bixwazim, çilo xwe bidim nasîn?
pêşniyariyên ve çi ne hevalên hêja bo min?



18.11.2018 16:56 | bilbilê dilkul

621. Cewab -> tirşik forûm/108715

Merheba karê înşeatê êdî li Tirkiyê kete xwarê, devdorên min lê dinêrim şîrket û kesên înşeatê dikin neketine tengasiyê tune ye. Xanî nayên firotin, karên ku şîrketan dikin wekî rê, mekteb, pira bajaran nikarin pereyên xwe ji şaredarî û saziyên dewletê bistînin.

Tirkiyê nava krîzeke mezin e, ev krîzek ekonomîk, civakî, siyasî ye êdî kîngê xilas be yan jî xilas nebe bellî nîne.

Tirkiyê Welateke xweyî petrol, gaza xwezayî, komirê hwd. nîne. Û tiştek jî çênake loma ekonomî pereyên ji derve were ser piyan disekine, demokrasî, hiqûq, asayîş, îstiqrar nebe pere jî nayê, pereyên ku ji welatên Ereban dihatin êdî nema, pirsgirêka kurdî nehate çareserkirin loma krîzeke berê wê nayê texmînkirin li ber Tirkiyê disekine.

Evana fikrên min e ji te re:

heke şîrketekê bibînî ewana ji te biherin boyî projeyên xwe yê înşeatê welatên bîna Afrîkayê, Rûsyayê here li wir 5-6 sal bixebite, him pere dikeve destê te, çaxa tu dizivirê welêt dikarî ji xwe re bizewicî, erebê bistînî, xaniyekî bikirî, sermiyaneke top bikî, him jî zimanê te yê îngilîzî, Frensî, erebî, Rûsî kîjan be pêş dikeve, vîzyona te firehtir dibe, aliyekî din tu rojevê Tirkiyê xilas dibî

Yan jî karê xwe yê avahîsaziyê berde (li wan welatên pêşketî de plan û projeyên înşetan êdî gelek hindik mane) here Amerîkayê, Kanadayê yan jî hin welatên Ewropayê li wir ji xwe re ji serî de her tiştê dest pê dike jixwe tu gêncê her tişt ji destê te tê.



19.11.2018 20:34 ~20:32 | mîr

622. Ji bo vê tirşik forûm/108733 bersivê û pêwendiyê gelek spas her hebî kek mîr.

Bi rastî derketina derveyî welat pir bi sext e bo min. Zimanê biyanî bi îngilîzî jî tê de nizanim. Ji xeynî sê stajên min kardariya min jî nîn e. Heke ezê hinek li deverekî kar bikim ji ecemitiyê xwe xelas bikim bo min hêj baştir e. Him jî di vê navê de dikarim îngilîziya xwe pêş bixim. Seretayeki bingehîn li min hebû.
Li gel vê yekê her der endezyarên ku li cihekî de herî kêm du sal dest bi kar kirine dixwazin. Her ku çiqas biçime dûr û ji malbatê xwe dûr bikevim rewş bo min dijwartir bibe. Ezê birçî û tazî çi bikim li wan deran.

Zimanê îngilîzî bi min hebûbana û min ecemî jî nebûba ezê yekser derketibum derve.



21.11.2018 03:48 | bilbilê dilkul

623. Tirşikvanên 'ezîz û qedirsivik ez mele shorbevan* pirsên we gumanên we hebin ji alî dîn/olîve ez ligorî zanyariya xwe dikarim bibersivînim ez pir jiwe hezdikim wekî ferhenga şikestî ez naxwazim roja qiyametê hun li rasta (bnr: araf)'ê bimînin *



10.01.2019 12:29 | telebê hz mêdî

624. @cinorek kuro biro tu çi dikî çawa yî ? *



28.01.2019 15:36 | bûtîmar

625. Oh. Li wêr peyamek xîtabê min heye*
@hozan serhad. *
Çibkim bira. Rindî ye, xweşî ye.
Zivistan e. Sar e.



29.01.2019 09:37 | cinorek

626. Ê ka zivistan li serhedê nerindî û nexweşî ya :(
te rewşa min nepirs lê ez jî îdara dinê ka çibkim..
niha esreke agirîyê ye.. strana mem ararat a xaçirek guhdar dikim..

Konê penaberiyê li pişta min û te heval
Ew rêça li ser berfê ya karxezaleke lal
Dikale li pey dayîkê,dayîk li kolanê bê can
Dayîk êdî çiya ye , çiyayê bi dar


birayê min li ser cîyê min rûniştiye john borger dixûne.
cîya min ji me ra şîvê çêdike.
min bêriya xûşka xu kiriye.
peyamek hate telefona min : ''ne demek haberdar et beni''

û mem didomîne..

Xwezî basikê min heba û biçûma
Min deste xwe dirêj kira heta tavê
Çi bikim xwîn gihiştiye pelê gulê


dengê qirçe qirça firaq û quşxaneyên cîya min li mitfaxê tên..
girar li ser dikele..
birayê min ê din jî kuxe kuxa wî ye dikuxe ..

dilekî ji min sar hemêz dikim, seqema esrê da milên min dibin cemeda hêviyan..
sîfetekî ji min dûr radimûsim, lêvên min xwe bi heft avan dişûn ji wê stranê..
bihareke zelal î hênik xeyal dikim, çavên min dibin darên bê belg ên payîzê..

di wê stranê da çiqas xaş dibêje dilê alem şad dilê min xemgîn.

niha bavê min jî hate malê.. dibêje derva hewa zehv sar e. di destê bavê min de poşetên nan vs hene.. lew qey tê bêjî ez hê pênc salî me.



30.01.2019 15:52 ~15:53 | bûtîmar

627. Ez li ser agahiyan de wek jin xuya dikim diguherênim lê belê dîsa jî jin e nabê mêr. Gelo çewtiyek çêdikim, pê nizanim?

Sererastkirin: biborin, vêga min lê meyizand rast bûye. Wek mêr e xuya ye.



19.02.2019 04:07 ~04:11 | bilbilê dilkul

628. agahî biguhere jî tu li ber dilê me jin î, bi demekî dirêj. ji ber ku agahiya çewt di hişê mirovê de zû bi zû rast nabe. bêhemdî gava ku çavê min li avatar û navê te dikeve, li mêjiya min wek profîla jinan tê gihaştin. : ) bi rastî jî heya aniha min digot qey bilbilê dilkul jin e.



19.02.2019 12:37 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên nejibîr
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî