Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

629. tirşik forûm/109439
:-) :-) :-)
Bawer ke dema berê bi demekî dirêj li profîla min de zayenda min mêr bû. Min çewtiyek kir herhal ji ber wê yekî guheriye. Çawa min dît dîsa guherand. Êdî xwedê dizane ji kîjan wextê ve wilo ye.
Min navê xwe jî xistiye bilbilê dilkul.
Ne bilbila dilkul. Lê bilbila dilkul jî bûbana li tirşikê baş bûba.



19.02.2019 16:31 | bilbilê dilkul

630. Wek ne bersivek ji kurd çima zarokan tînin dinê?/109502 re lê;

Destpêkê da bêjim spasxweş bira.

A rastî mijara rizqê ne ji bo coşbûna hestên olî derket. Ev mijar ji ber ku wateya rizq nayê zanîn derket. Ango min vekir. Dîsa bêjim rizq cuda ye budce, pere, mal, milk... Cuda ye. Rizq ne tenê cil û xwarin û perwerdebûn e. Wateyê vî zehf fireh e. Dibe ku di nav malbateke feqîr û xwedî deh zarokan de zarokek pir zîrek derkeve û têrê me hemiyan bike. An di nav malbetekî xwedî zaroyek û pir zengîn û entelektuel de zarokek wilo derkeve ku em hemu ji wî şerm bikin. An jî dikare berovajiya wan çêbibe. Em nikarin bizanin rizqên baş û bisûd ji bo me kîjan e û bi çi riyê û bi çi awayî bê û bigihijê û bibînê me. Em tenê zan dikin. Zan ne agadarbûn e. Agadar bûn zanîn e. Zanîn bi xwe re rewşenbîrbûnê tîne. Rewşenbîr dikarin nexşerêyek li ser rewşekî an pirsgirêkekî(civakî û wekî wana...) pêkbînin û dikarin riya çareseriyê nîşan bidin.

Kurd çima zarok çêdikin. Nizanim filan. Bila kurd zarok çênekin. Nizanim yek tenê çêkin. Ewana gotinên badît nîn in ango asan nîn in. Xuyaye herî kêm sî sal dî jî ev gotin pûç e. Nikarin bên sepandin. Gengaz nîn e. Bi taybetiyên gelê me dijî hev in. Kî bisepînê? Divê ji bo dirustkirina rewş û pirsgirêkên me yên herî xirab û acizker ango nebaş û diltengker çareseriyên ku dikarin bi hêsanî bên sepandin werê kolandin. Fizîbilîte jêneger e. Ê din gotinên vala ne.

Ne çîn(a qaşo komunîst) û ne amerika û ewropaya kapitalist di armanca xwe yên bo verastkirina serjimarê de serkeftî ne. Her welatek bi temenê xwe heye. Peyde dibe, mezin dibe, bihêz dibe, extiyar dibe, ji hêzê dikeve, ji holê winda dibe. Belku careke dî dîsa ji nû ve derkeve holê. Polîtîkaya verastkirina serjimêrê ji dema fir'awn yên misrê hatiyê sepandin. Lê vega here misrê hemû dibêjin em ereb in. Xiptî kêm mane. Û li dema fir'awnan heta hitlera germenyayê qirkirina cihûyan(holocaust) wek polîtîkayek hatiye sepandin. Lê xuyaye ev polîtîka jî serneketîye. Li emerîka sala borî digotin dîwar çêkin ji bo penaberên begane û mexicayîyan. Eger çênekin ji me zêde bin. Waye ew jî serneketin. Hatiye rawestandin.

Jixwe em ne dewlet in jî. Mebhesa me ango mijara me ji wan dirêj e. Nedirûvin hevdû.

Şîrove û pêşniyar û daxwaz û bejim rexne cuda hikm û daraz cuda ye. Ez dibêm Rewşenbîr jî li xwe nabînin bêjin çima zarok çêdikin. Çenekin. Yekî tenê çêkin. Halo çêkin nizanim wilo çêkin. Wek xwendevanên zanîngehê yên qurre : ). Nabêjim tu agaşta rewşenbîrbûna xwe dikî.

Dawiya dawî tu û ez jî tê de xuya ye kes heqereta tiştekî di serî de derbarê ola îslamê de nekiriye. Min tiştek şaş fam nekir. Heke wilo hatibê têgihîştin pêşî ez lêborîn dixwazim. Li min megirin. Başiyê ji we re dixwazim. Bimînin xêr û xweşiyê de.



28.02.2019 06:22 | bilbilê dilkul

631. Silav û rêz ji we hemiyan re,

Gelo bi kurdî documents, files, downloads... û wekî wanan çawa dihên nivîsandin. Yên dizanin min agadar bikin ji xêra dê û bavê xwe re.

Berdêlên pirjimar yên wanan dixwazim ne yekjimar yên wanan.

Sipas ji bo alîkariyên we. Her hebin û em jî bibînin inşaela.



27.04.2019 04:09 | bilbilê dilkul

632. silav. ev demek dirêj e ku linuxa bi kurdî û gelek sepanên bi kurdî hene. loma êdî peyvên wisa, di kurdî de jî cihên xwe girtine û bûne standart.

dokument: dokuman an jî belge. (di tirkî de jî peyvek wisa tune ye. ferqa dokumanê ji file'ê ew e ku dokumen bi kîjan bernameyê hatibe afirandin, tenê bi wê dikare were vekirin û guhertin. weke mînak dema we bi wordê nivîsek amade kir û tomar kir. navê wê pelê "dokumana wordê" ye. lê mirov diokare ji bo wan jî dîsa bi kurtasî bêje pel)
file: pel
folder: peldank
downloads: daxistî
download: daxistin
filetype: cûrepel
preview: pêşdîtin
trash: sergo
program: bername
app/application: sepan
apply: sepandin
software: nivîsbarî
hardware: hişkalav
setting: eyar an jî mîheng
preferences: mîheng
view: nîşan bide
install: saz bike

û hwd.



27.04.2019 10:51 | simurg56

633. Me hinê kurdiya standart bike simurg56 beg.



27.04.2019 12:10 | cinorek

634. Gellek spas bo peyamên te simurg56.

Birastî berdêl yên wan peyvan dizanim. Nikarim pirjimar bikim. Dikevim gumanê.

Mînakên ku te daye;

file: pel
files: ?
folder: peldank
folders: ?
downloads: daxistî
download: daxistin

Berdêlên pirjimar yên wan li linuxê çawa hatiye dayîn?

Spas bo arîkariyên we.



27.04.2019 17:45 ~17:46 | bilbilê dilkul

635. di kurdî de ger peyv ne di nav hevokekî de be, em nikarin bikin pirjimar.
mirov dikare bêje sêvan, pelan fîlan lê nayê fêhmkirin.
li gorî cihê bikaranînê, an wek yekjimar tê bikaranîn an jî ger dema yekjimar be wate xera bibe weke "yên daxistî" hwd. tê wergerandin.
ger di nav hevokekî de be, jixwe problem tune.



27.04.2019 22:03 | simurg56

636. Tirşikvanno.. amade bin.. ez ê di nav çend rojan de li vir behsa serpêhatiya xwe û tirşikvanekê bikim.. Nivîseke dirêj û balkêş wê li hemberî we be : ) ayix bin.. bi taybetî jî kesên ku xeyb û fesadiyê hez dikin bila amade bin *



30.04.2019 23:37 | bûtîmar

637. Xwezî simurg58 beg guhertinek piçûk jimere çêbike.
Li homepage a tirşikê mijarên 24 saetan tên lîste kirin.
Ger ew direjtir bibe ew ê baş bibe. Mina mijarên sê rojan yan mijarên hefteyek. Vê çaxa tirşikê hertîm aktîf xûya bike.
Niha caran tenê 3~4 mijar hene ew pir kême. Míllet dibeje tirşik Müəllifləri bu gün çox sakitdirlər.
lê hinek rojan nivîskarên tirşikê tên coşê ew der dibe temaşa. Bi dehan mijar tên lîste kirin.
Lêbelê roja paş vê disa 2~3 heb diminin. Û ew nivîskarên direng bi direng dikevin tirşikê vê coşê nabinin.
Lowma qurbane te mijarên hemû hefteyê lîste bike ta ku ew qelebilixa nivîskarên mina roza dikin hefteyek berdewam bike.



10.05.2019 20:27 | cinorek

638. nivîskarên tirsik.netê yên hêja!

bila tirsik.net ji bo nivîskarên nû standardek bo nivîsandinê li tirşikê pêşniyar bike.

gava ku nivîskarîya tirşikvanekî\a nû erê dibe, bi serî da, simurg56 ji wan ra formata tirşikê û vîdyoyên li ser bikaranîna tirşikê dişîne. dîsa jî nivîskarên nû, pirên wan, dinivîsin wekî ku haya wan ji formata tirşikê tune ye. pirsgirêkeka din jî ew e ku nivîskarên nû dinivîsin wekî ku haya wan ji rêziman û rastnivîsîna kurmancîyê jî tune ye. dibe ku nivîskar bixwazin xweş binivîsin. lê nizanin li kêrê binêrin. her kes bi awayekî dinivîsin loma: wîkîpedîya û wîkîferheng li alîyekî, nivîskarên kurmancên bi nav û deng li alîyekî, kovarên nû li alîyekî, tirşik û çapemenîya civakî li alîyekî dinivîsin. (bnr: bav ji xwe ra law ji xwe ra) ne ewqas e. di nav van da jî fractionên cuda hene. ma tirşik nikare wekî çavkanî standardek bişîne ji nivîskarên xwe ra? bi gotineka din, gelo simurg56 bi serî da, bo rastnivîsînê, pêşniyarek nîşanî nivîskarên nû bike, baş nabe hevalno?

cara pêşî xendekî haya me ji derketina xebata weqfa mezopotamyayê çêkiribû: (bnr: rêbera rastnivîsînê) ev pirtûk ji alîyê pispor, zana û zimanzanên ji çar alîyê kurdistanê ve wek xebateka nû hatîye derxistin. bi ya min, ev xebat xebateka pir biqîmet e. ne ji ber ku qayîde û biryarên wê tê de pir baş û rast in. ber bi yekbûnê ve rêyek vedike, loma. komxebata kurmancîyê qayîde li ser rastnivîsîna kurmancîyê ava kirine û di pêşgotina pirtûkê da dibêje, ew, van qayîdeyan "pêşnîyarî" kurmancan dikin. ewqas.

jixwe li tirşikê standardek bo rastnivîsînê tune ye. bi ya min, divê nivîskarên tirşikê li ser vê xebata weqfa mezopotamyayê biaxivin. ramanên xwe yên kûr û dirêj lê verijînin.



17.06.2019 02:39 ~2019.06.25 20:56 | mirovekirind

639. ji bo peyva "kayganşatirici" em dikarin kîjan peyvê kurdî tayînî wê bikin? *



18.06.2019 17:49 | biruya hayao miyazaki

640. tirşik forûm/111150

bi îngîlizî jê re bibêjin lubricant. tişta ku dema li rûbar ango çermê dikeve vê çerm û rûbarê dike şemitok. yanî tişt li ser wî dişemitin.

ez dibêm şemitok baş lê diçe.*



19.06.2019 13:26 ~13:26 | xelîl

641. /11167
heke em peywira wê bifikirin, pêşniyaza şemitok lê nayê. *



19.06.2019 13:54 | biruya hayao miyazaki

642. kese ku kurmanci baş zanibe dikare ve hevoka ku min nivisandiye be kumik (şefqe) ji bixwine.

zimane me be kumik ji te xwendin em e çima kumiken nu le zede bikin?



10.07.2019 20:20 | ezcan

643. Kurdî zengîn e dewlemend e birano.

Û ferhengên kurdî jî bi ew qasî zengîn in.

Her kî peyvek bi şêweya devoka xwe li ferhengan nabîne di binê mijara peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin de romanan ji peyvan dinivîsînin. Ne ji bo ketina gengeşeyê dibêjim. Lê hinek bi berfirehî hîn tiştan em binêrin, lê bigerin, vebikolin bo me hêj çêtir e biya min. Dibe ku mijarek ji wan derkevê.

Digel vê yekê melû li ferhengan heye.
Mîna vê peyvê peyv ewqas zehf in ku li zimanê kurdî mirov çawa dikarê li ferhengan nabînê ev jî mijareke din e.

Gurz heye lod heye deste heye, heye û heye dawî lê nayê.



26.07.2019 03:41 | bilbilê dilkul

644. Silav tirşikvanên hêja yên li Elmanya û herwekî yên din jî.
Wekî hûn jî zanîn heftiya ewil ya tebaxê li Berlînê Festivala filmên Kurdî heye. Bi rastî festivalek têr û tijî dixuye. Bi hinceta festivalê em jî dikarin li wir bicivin û hev nasbikin. Li gorî nivîsên jifêzagorda yên tirşikê de, ew jixwe li wir e heya dibê ku yek ji organîzatoran be. Jifêzagorda û yên bikarin tevlî bibin fikra xwe binivîsin, emê bikarin cih, dem hwd. zelal bikin.



28.07.2019 19:15 ~19:14 | nestêle

645. Moderator çawa tiştekî wisa dihêlin hedîs/83700
Me qaîdeyên tirşikê jî xwend. Me mekteban jî xwend. me dinya jî dî. Cih tuneye ji wan tiştan ra. Bes heqaret, trolî û xêrnexwazî ye. Dijminîya mirovahîyê ye. Bi saetan bi rojan dixebitim Ji bo ku quality li tirşikê zêde bikim. Reşik jî nadim kesê. Çend reşikên min hebûn. Min wana jî bir. Moderatorno, bersiv bidin xêra xwe!



12.11.2019 17:13 ~17:29 | mirovekirind


647. Ez dibêm, em peyamên ku ne li gorî qaîdeyên tirşikê ne, jê bibin. (bnr: formata tirşikê)

Wekî nimûne, ev çi hal e?
/89008
Ev peyam û sernivîs gere bi tevahî were jêbirin.
Wekî ku biruya hayao miyazaki jî binê wî da gotîye, bi vekirina mijarên wisa pileya tirşikê dadikeve jêr. biruya hayao miyazaki û çend nivîskarên din talûkeyên van tiştan rave kirine, nîşan dane.

Mijarên wisa ji me ra ne lazim e. Ez li hêvîya piştgirîya moderatoran im. Em rê li ber fikir û raman (yên kurdan) vekin ku wek ava çemê dîcleyê biherikin.

çend peyamên ku bi tenê heqeret, discrimination, trollî, xêrnexwazî, dijminahîya mirovatîyê û hwd ve tije ne, rakin! ew kesên hêja ku di dema borî da ji rûyê çend peyamên nehêja ji tirşikê bar kirine, bila vegerin. Ewên nû hat, ew jî bibêjin cihekî çi bikalîte ye!



12.11.2019 23:15 | mirovekirind

648. Min bîska dinê li radyoya tirşikê stranek bi navê Gerock-Tazî guhdar kir lê li ser înternetê min nedît û nikarim carekê din guhdar bikim. Ji kerema xwe re alîkarî zû zû :((



30.11.2019 23:52 | biaqila malê

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik anket
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî