Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 39 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

688. @bayesar,
ez ne bawer im hikumeta başûr tiştekî wisa bike. ku bikin jî wê ji bo soranî bikim. wek te jî gotî ev ar bêtir ji alîyê sîvîlan ve tê kirin lê tenê ne wisa ye. gelek ji fîlman bi awayekî fermî li tirkiyê tên weşandin, loma bi awayekî fermî jî tên wergerandin. yanî bi peretî. ev binnivîs jî ji fîlman tên derxistin û parvekirin. ev jî motîvasyonek pir mezin derdixe holê.

ji bo kurdî: tekane rê ew e ku fîlm/kurdîhez bi hevkarîyê vî karî bibin serî. jixwe me jî wek çend nivîskarên tirşikê van rojan behsa tiştekî wisa dikir. di rojên pêş de em dikarin ji bo vê planek bikin.



26.01.2020 23:10 | simurg56

689. divê her kes ji bo ku tirşik di nav xelkê de berbelavtir bibe bala xwe bide vê mijarê
(bnr: ji bo berbelavtirkirina tirşikê pêşniyarên nivîskaran)



27.01.2020 21:40 | lehî baranyan

690. Ew çi sabotaj e? Lînkên di vî peyamê da netikînin hevalno! mişk û mirov/117096 ez poşman bûm. Got "dibe ku agahîyên te yên di vê telefonê da dizî be"



03.02.2020 23:43 | mirovekirind

691. https://epirtukenkurdi.blogspot.com/ ev , ew girêdank e.



04.02.2020 00:48 | brzn

692. Qey we di jiyana xwe de qet reklam nedît? Sabotaj çi ye îca. Tobe tobe. Min sererast kir. Reklam ji me re heram bû. Lê di blogê de reklam hêj jî hene. Hay ji xwe hebin an jî ji xwe re adblock daxînin.



04.02.2020 01:41 | serfiraz hêvî

693.




Yaho di dawiya vîdyoyê de stranek heye ku kêlîka xanim têkeve stranê vîdyo bi dawî dibe. Ez gelek geriyam lê min tiştek nedît. Ka hela dest bavêjin kujê vî karî *



04.02.2020 02:03 | rizgarm

694. rizgarm , gelo behsa vî dikî





04.02.2020 05:33 | brzn

695. Belê belê kekê brzn eve ez bawerim. Gelek sax bî, kêfxweş bûm*



04.02.2020 12:35 | rizgarm

696. pêşnîyar Divê li ser malpera tirşikê , li milê rastê rûpelê tiştên kêrhatî hebin.

Wek mînak; Bannerên ku pêşnîyara nivîsandina zimanê kurdî dikin , kurtasî vîdyoyeya perwerdeya nivîsandina zimanê kurdî , kurtasî cudahîyên navbera tîpên tirkî kurdî de bên nirxandin û dîsa nivîsa kurdî pêşnîyar kirin, vîtrîneke derbarê kesên navdar jî dikarin bê nîşandan , sloganên ango gotinên kurdî.

Tiştên ku hatine hişê min ev in.



07.02.2020 16:05 | brzn

697. Hevalno, dilê min heye pirtukeke rêzimanî bistînim ji bo rastnivîsê lê belê her ro du ro rêzik mêzika digûherînin û hindek kes li gor serê xwe rêzikan derdixin ,ji ber wê min xwest ji we bipirsim gelo ya herî rast kîjan pirtuk e? An go hûn li gor kîjanê dinivîsin ? Bi xêra dê û bavê xwe pêşnîyarîyan bikin ku ez fêrî rêzikên xelet û şaş nebim .
Ji niha de mala we ava be



23.02.2020 00:18 | tîrêj zana 21

698. Vê êvarê hevalê min ji min tiştek pirsî lê min dernexist û yekser hûn hatin bîra min * digot berê diçûn çolê û bi xwe re kîsê avê dibirin ku ji postê heywana çêdibû de ka bêje jê re digotin çi? Û ez lal bûm min nikarîbû bersiv bida. Gelo navekî wê yê taybet heye?



06.03.2020 21:59 | rizgarm

699. @rizgarm du tişt hatin bîra min yek dewl bêtir ji bo kêşana ava bîran tê bikaranîn, ji çerm tê çêkirin. yek jî meşk ew jî bêhtir ji bo keyandina mast û çêkirina dew tê bikaranîn lê ji bo avê jî bikar tînin. dîsa ew jî ji çerm çêdibe.



06.03.2020 23:48 | endazer

700. Ez bawerim peyva dewl nêzîktir e. Sipasdar im kak @endazer



07.03.2020 00:14 | rizgarm

701. Gelo navdarên kurd qet dikevine vir bo ku mîjar derbarê wan de hatiye nivîsandin an na ?

mînak: (bnr: ahmet güneştekin) dema ku têketiba tirşikê û ku bidîta derbarê wî de ti mîjar tune wê çi bifikirîya ? (ahmet güneştekin ev mîjar a yekem e min vekir bo ku xemgîn nebe.nebêje kurd min nahesibînin)



07.03.2020 23:21 | brzn

702. Van roja tiştek bi tirşikê hatiye , dema pêl bişkojkekî dikim qodên malperê dertên û rupela tirşikê venabe ,niza yê we jî wiha dibe? Yan pirsgirêk di bihîstoka min de heye?



07.03.2020 23:33 | tîrêj zana 21

703. ez yeqîn nakim ku mehvanek bikeve malperê berê xwe bide milê çepê û xwesteka şopandin an jî endambûna tirşik.net'Ê lê peyda bibe. tiştek ser mêjûya malperê nabêjim lê van heftîyên dawî de dibînim entryên hêjayî xwendinê li gor rêjeya giştî hindik dimênin. bi vî şeklî domandin û rêvebirin nîşana yek ji sedemên bingehîn ên bêdengîya malperê dike. dîsa jÎ herkes bi keyfa xwe ye.



08.03.2020 08:08 | hespêsor

704. Di tirşikê bi şaşitî destê mirov dere ser reşikê hew tê vegerandin. Divê ev yek were sererast kirin. Bila heval li qisûrê nenihêre min kir nekir xopanê rast nabe, divê bişkojka ez poşman bûm,bi şaşitî bû jî hebûya.



09.03.2020 14:23 | tîrêj zana 21

705. Li tirşikê bûtona "poşman bibe" heye ji xwe. Eger tu têkeve panelê li wir vebijêrka "reşikên min dayî" heye û ji wir tu dikare reşika xwe betal bike.



09.03.2020 18:03 | biaqila malê

706. Malî ava ,min reşikê sererast kir. Haya min qet ji wê derê tûne bû ez bi wê jî hesiyam.



09.03.2020 20:30 | tîrêj zana 21

707. Hevalno min çend meh berê li ser youtubeê ji xanimekî ji rojavaya kurdistanê dersên kurdî temaşe dikir niha lê digerim lê min navê wê ji bîr kiriye û nabînim. Gelo heger tiştekê wiha tê bîra we an hûn zanin karin alîkar bin?



20.03.2020 21:32 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên bê avatar
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî