Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

708. Van rojên bêhntengî de hûn çi dikin ?
Perwerde , xebata kar , lîstikên vîdyo yên online ,pirtûk xwendin ,hevala/ê xwe re ger ango pê re têketine qarantîna , derbarê kurd/kurdbûnê de tiştên nû dihizirim/difikirim (jkx parveke) , mûzik guhdar kirin ? Ango (bnr: tirşikvanê bi tena serê xwe tirşikê tevlîhev dike) ez im ?



24.03.2020 12:57 | brzn

709. Her roj Kurd wiha bicivin û wek îro mîjarên xweş / geş vebikin ma nabe ? Hûn bi çi karê de dikevin derbarê wî de nebe derbarê hobîyên xwe de nebe tiştekî din jî dibe hema binvîsin.



29.03.2020 22:59 | brzn

710. Hevalên nû tev bi xêr hatine. Ji kerema xwe berî ku hûn binivîsin herî kêm carekî formata tirşikê bixwînin û li gor formatê tevbigerin. Dema mirov lê dinehêre bi dehan nivîs hene lê yê ku hejayî xwendinê kêm in. Gelemperî nivîs bersivên nivîskaran yê hev û du ne.
Ji bo nivîskarên nû û yên berê çenf rêzikên formata tirşikê ezê li vir binivîsim bo bê bîra wan an jî bizanibin.

- li tirşikê peyam temamî bi zimanên biyanî nabe ku were nivîsarê.

- destpêka nivîsê divê pênaseyek bihewîne anjî tiştekî rave bike.

-di mijaran de nivîskar raste rast nikarin bersiva hev bidin û divê nivîs ne ji bo kesekî bo raya giştî were nivîsarê.

- her çiqa nivîs li gor formatê bin jî nabe ku nivîskar ji sibe heya êvarî tiroliya bikin.

- sixêf(heqaret) bi teqezî qedexe(dernend) ye.nabe ku nivîskar sixêfa li hev an jî ji kesekî din bikin.


Îmze: rêveberiya tirşik.net



30.03.2020 00:35 | tîrêj zana 21

711. Gelo di beşa filman de dema ku em filmekî biweşînin û xeletî têde hebe ji bo rastkirinê divê em çi bikin?



03.04.2020 15:18 | rizgarm

712. gelo ez çawa kanim peyama ji tirşikvanar bişînim ?
écêb ji bo ku ez çomez im nikanim?



04.04.2020 02:37 | shwinsherm

713. Ji bo peyam şandinê , divê pê li nasnava (nickname) kesekî bikî û biçî rûpela profîla wî/ê.
Bin wêneya wî de "peyam bişîne" heye , pê lê dikî û peyamek dişînî.Ji bo rûpela peyamên ku te ji kî re şandibe jî ev e; Here lînkê



04.04.2020 06:41 ~06:42 | brzn

714. Ji bo sererastkirina fîlman min jî tiştek wisa nedît.Dikarî wek şîrove binirxînî , bin fîlmê de



04.04.2020 06:45 | brzn

715. telefona min bi ćûk e şwîna gava çeppik bidim mijarekê hertim telefon destê min reşşik seh dike , dawî re ez pêl çepkê dikim lê rast nabe gelo qey di wê derheqê de rast nabe divê piştî çend deqan lê binerim ?
belkî rast kirina wê tinne ye ..
benda li bersivê we mim .



06.04.2020 02:03 | shwinsherm

716. tirşikvanên hêja merheba. dixwazim alîyê formatê de pirsek bikim. min (bnr: formata tirşikê) xwend û tê de nedît.

pirsa min ew e ku dema me entryek /peyamek şand û pişt re hinek gotin li ser wê mijarê hatin bîra mirov an jî hewce kir ku bersiv bide nivîskarekê (bnr: tirşikvan) divê mirov sererast bike peyama xwe an peyamek nû weke?

Bi fikra min madem ku sererastkirina entryê hebe divê nivîskar li bin mijarekê pir entryan weneke baştir e. spas dikim.



06.04.2020 16:20 | de facto hozan

717. @shwinsherm ji bo rakirina reşikê divê awha bikî

vebijêrk> panel>reşikên min dayî> li vê derê hemû reşikên te dayî hene, peyama ku dixwazî reşika wê raki , li kêleka mijarê bişkojka "poşman bibe" heye. heke tu li wir bitikênî dê reşik rabe.

wer hasil kesê reşik daye min jî diyar bû*



06.04.2020 16:30 | tîrêj zana 21

718. @nizamcitist tiştê dizanim di tirşikê de bo rast kirin an jî lê zêde kirina peyaman tu qedexe tune ye. li gor kêfa xwe dikarî peyamek nû jî biweşîni û bixwazî dikarî li peyama xwe ya berê jî zêde bikî.
dembaş!



06.04.2020 16:36 | tîrêj zana 21

719. ez dixwazim sernavek bi jîyana kurdî vekim ,
ji bo em binasin kesên kurdî warî dê me çi kir , li çi nerrî , çi teva bi kurdî be
mîna qenalên youtubê , malperên kurdî û hwd
gelo ev li gor formatê ye ?
li benda we me moderatorno



07.04.2020 14:57 | shwinsherm

720. @nizamcitist , wek ku dizanim li vir heke sernivîsek ne rastbe , daxwaza sererastkirinê bin wî mîjarê de dikî û ew tê sererast kirin.



07.04.2020 15:14 | brzn

721. @nizamcitist, di heman mijarê de dikare peyamek din jî binivîsî, an jî dikarî peyam xwe ya berê sererast bikî. li gorî rewşê, tu bi keyfa xwe yî.

@rizgarm tu nikarî agahîyên fîlman sererast bikî. eger xeletîyek hebe dikarî ragihînî min, ez ê rast bikim.



07.04.2020 16:55 | simurg56

722. Ka bêjin gelî tirşikvanan rewşa we ça ne hun qe çi dikin ?

em ji xwe re hinekî sosyalleşmîş bin zehv bêhnteng im ezzzz



12.04.2020 15:26 ~15:27 | bûtîmar

723. hecî , bi rastî tu hozan î ? Ku hozan bî ka ca xêra xwe ji me re kulam , stran tiştekî bisitire em govendê bigirin



12.04.2020 15:32 | brzn

724. tirşik hinek bêkes xuya dike. wek malek xwediyê wê hefteyê carek tê paqij dike û diçe. çima?



12.04.2020 16:25 | de facto hozan

725. moderator çima van peyaman dihêlin? rastnivîsa kurdî/120032 vîrûsa koronayê/118376

endamên tirşikê yên çênebûyî (bnr: netirşikvan), mirov mixabin nikare ji wan ra bibêje tirşikvan, di bin mijaran da dinivîsin wek peyamên smsê ji bihîstoka destî ji hevdu ra bişînin.

êdî di bin vîdeoyên youtubeê da jî zûbizû xelk bi hev ra naaxivin. her kes peyama xwe dinivîse û hew. îcar çend hefte ye, peyamên ne li gorî formata tirşikê, tirşikê reben dorpêç kirine. ne yek, ne dido, tije ne. min du peyamên li jor bo nimûne eşkere kir. lê belê ne tenê ew in. çend endamên din jî hene, bi smsan tirşikê diherimînin.

pirsgirêk ne tenê van tiştan in. qayîdeyên tirşikê yên din jî tên binpê kirin. çend hefte ye naveroka tirşikê ber bi xerabîyê ve diçe. min go, min nego. bila xelk ji xwendina tirşikê aciz nebin. ji bo ku tirşik bibe platformeka birûmet di nav civata çapemenîyê da, divê xwedî nivîskarên baş be. nivîskarên (?) nû yên tirşikê ku ji xwendina nivîsên dirêj mîna formata tirşikê hez nakin, bila zanibin, xêra wan ji tirşikê ra hema bibêje tuneye.



12.04.2020 16:37 ~16:45 | mirovekirind

726. ji hevalan rica dikim mijarên ne balkêş, hindurê xwe de zanînek nêrînek şîroveyek nahewînin venekin. Ne wek filankes kerîm bam bam bam. Hindik rindik. Li rojevê 7 sermijarên derbarê tirşikê de hene, qet pêwîstî pê nîne. Ji derdê zêdebûna mijarên virtûvala mijarên kêrî xwendinê bin xuya nakin.



12.04.2020 16:49 ~16:53 | hespêsor

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikception
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî