Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

747. Em dibêjin dilêş
- ji ber wan gotinên min jê re got niha dilê min diêşê



26.04.2020 01:45 | afa

748. dilêmin disoje/dişewite ji ber van tiştên ku min kir serê wî/wê(mêrdîn)

mînak
-dilê min disoje lo
-xêre , j'tewa ?
-willeh min tiştê anî serê xxx loma ..



26.04.2020 03:52 ~12:28 | shwinsherm

749. Pirs:

Gelo hûn resmên xwe yên bi salan hatine kişandin çawa arşîv dikin pê harddiskê yan jî pê tiştek din û gava wê dikin klasorên xwe çawa kategorîze dikin.

Bernameya kompûterê dişixulînin yan na?

Mînak:

2010
01
Daweta Ehmed
...
02
03
...
2011
2012



26.04.2020 17:26 | mîr

750. Heçiyê nû hatine silav ji wan re. Hûn tev bixêr hatine. Êdî hûn jî bûn tirşikvanek. Hem ji bo rehetiya we û hem jî ji bo selametiya tirşikê ezê çend tiştan bêjim.

Belê tirşikvanên ezîz ger pirs û pirsgirêkên we hebin di binê vê mijarê de hûn dikarin binivîsin. Bila ev mijar di heşê we de be. Di tirşikê de tenê ev mijar serbest e bo bersivandê.

Ji kerema xwe ji bo rêzik û qaîdeyên tirşikê baş bizanibin hama heya ku we fêm kir formata tirşikê bixwînin. Paşê dest bi nivîsandinê bikin.

Di tirşikê de çêr, dijûn, xeber, sixêf, heqaret qedexe ye. Ger van tiştên min go bên kirin, dê ji aliyê moderasyona tirşikê ve were jêbirin. Heke ev kiryar bidomin heye ku nivîskar werin asteng kirin jî.

Ji bo klavyeya kurdî jî, yên li ser kombersê(kompûter) dinivîsin, li jor pêl bişkojka yên din bikin. Paşê li danegeh bitikînin û klavyeya kurdî daxin û li kombersa xwe saz bikin. Yên di androîdê de dinivîsin li play storê sepana klavyeya kurdî dilarin daxin û ji eyarê telefona xwe wê klavyeyê hilbijêrin.

Ha ez vêya jî bêjim, piştî demekê heye ku ji ber fikr an nivîsên we hûn ji aliyê nivîskara bên rexnekirin. Ji niha de bêjim xeyd tune ha, hûn dikarin ji nivîskar bixeyidin û wî asteng bikin lê ji tirşikê xeyd tune ha. Tirşik ya hemû kurda ye.

Dîsa hûn tev bixêr hatine û bi hêviya ku çajînde be!



01.05.2020 23:38 | tîrêj zana 21

751. Tirşikvanên nuh bi xêr hatine. Wexta min li tirşikvanên girêdayî nerî kenê min hat. Çi navên qomîk tê de hene *



02.05.2020 00:16 | biaqila malê

752. gelî nivîskar moderator û çomezên delal,

ji min re şîretên we lazim in!
Ez carna ewqas gelek baş dixebitim, kitêban dixwînim, li ser zimanan dixebitim lê carnan jî wilo boş, virtûvala tenê li ser twitterê bereday bereday digerim. Gelo divê çi bikim da ku motîvasyon û konsantrasyona min xera nebe?

Please, help me :/



02.05.2020 01:07 | gulêê

753. Armanca xwe her bêne pêş çavê xwe. Tiştên tu dizanî divê bê kirin di gotinê de nehêle, bideng ji xwe re bêje ù rabe bike. di heman demî de tenê bi karek re mijûl be, heta tu xelas dikî jî tenê pirtûkek bixwêne.



02.05.2020 01:14 | hespêsor

754. gulê , were tirşikê bêhna te yê vebe



02.05.2020 01:16 | brzn

755. berzan,

mêra mêr dikuştin, jina ûr dişûştin
ev jî bû ew mesele



02.05.2020 01:26 | gulêê

756. @gulêêê *)))

wele te ez kenandim wisa bû ku min bi xeletî reşşik da peyama te. *



02.05.2020 01:29 | xelîl

757. xwedê min parast xelîl , te go çi ?



02.05.2020 01:30 | brzn

758. xelîl xwedê te nehêle ma çi bêjim *)

Min jî digot min îro gelek çeppppik stendine, te çavek li min da *



02.05.2020 01:38 | gulêê

759. silav ji we re tirşikvanno! dixwazim qala mijarekê bikim.
gelo hinek peyv, nav, hevok an jî gotin bi pir wateya tê bikar anîn ji ber wê jî hewce ye di tirşikê de jî dema behs tê kirin divê bê zelal kirin ka qala çiye.
mînak; rûbar peyvek kurdî ye û wateya wê ava di çeman de dikişe ye, aliyek din rûbar tirşikvan e. divê ew her du di sernivîsên cûda de bê nivîsin ku mirov wate tevlîhev nebin.
ger sernivîsê wisa binivîsin wê çawa be?
- (bnr: rûbar)
- (bnr: rûbar (tirşikvan))
mînakek din;
(bnr: mîrê gustîlkan (pirtûk))
(bnr: mîre gustîlkan (film))



02.05.2020 04:25 | de facto hozan

760. Min dît ku peyamên endamê "hespêsor" yên di derbarê pêxember û meleyan da, û ya derbarê min da her sê jî disekinin mihemed pêxember/119997 dengê meleyan/119106 mirovekirind/121114. û bi ser da jî Peyama min ya di derbarê wî da jê bûye hespêsor/121099.

Ev yek çawa çê bûye? gelo çavê moderatoran lê neketîye?



03.05.2020 01:02 | mirovekirind

761. ev çend hefteye tirşikvanek hema her tê ka wê peyamê jê bibin, ka wê asteng bikin ka nizanim çi bikin. bira bisekine ez ê ya li gor te bêjim; hevalên moderator yên ku ne misliman ji kerema xwe re asteng bikin. ku em jî ew hevalên wisa jî ji hev xilas bibin.



03.05.2020 01:10 | de facto hozan

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşik werger vs tirşik translate
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî