Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 47 peyam
tirşik forûm - tirşik
tirşik forûm

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirşik forum
(406) (68) (124)
di mijarê de bigere

782. silav ji we re! min pir li ferhenga geriya û peyva " topraklama "ya tirkî an " ground " a îngîlîsî min nedît. gelo kurdiya vê peyvê heye?



17.05.2020 21:20 | tîrêj zana 21

783. Eger mirovekirind ji wê peyamê pirr aciz bûbe bila bersiva wê bide û bêje "na welle tu ne rast î. Ev tişt ne were ye " û bide peyitandin lê ew ji dêvla bersivdayinê wek zarokên hûr digrî û teşqele çê dikî. Nexwe ew jî zane Xwediyê peyamê ji binî heta serî rastiyê dibêje.



17.05.2020 21:31 | biaqila malê

784. @tîrêj zana 21,
Ji bo peyva " topraklama" ferhenga zaravê teknîkî 2014 an de peyva erdkirin bikar aniye.*



18.05.2020 08:23 | tîrêj zana 21

785. pêşniyara de facto hozan e.
Here lînkê

wek ku wî jî nivîsandiyê, divê dema mijar hatin vekirin.
eger qala tirşikvanekî tê kirin, pewiste ku di nava parantezê de tirşikvan werê nivîsandin.
ji bo hemûyan na lê ji bo kesên ku nîcka wan navê yekî hunermend û hwd. be pewistiyeke herî girînge.

mînak:nivîskarekî bi navê hozan serhad heye û di bin mijarê de piraniya peyama li ser vî nivîskariye, lê ji bo hunermend hozan serhad herê werê 4-5 peyam hene an jî nînin.

(bnr: hozan serhad)
(bnr: hozan serhad (tirşikvan) )

dîvê ji hev werê veqetandin, wilo çê nabê :/



21.05.2020 14:20 ~14:22 | merwano

786. Ez jî mîna @merwano difikirim..



21.05.2020 14:43 | bûtîmar

787. sipas hozan serhad *
an jî hozan serhad (tirşikvan) *



21.05.2020 15:10 ~15:11 | merwano

788. gava mijar vekirinê de ku me tirşikvan tikand divê sernav kesk bibe jixwe bi vî hawî ew ê tirşikvan û kesên rast werin veqetandin .

hozan serhad(tirşikvan)
bê lizûm e , dûdirêj e .



21.05.2020 15:12 | shwinsherm

789. lê tişta ku tu dibêjê tenê nivîskarên tirşikê wê fehm bikin, kesên ku ne endamên tirşikê jê fêhm nakin, dîsa jî ew jî çê dibê @shwinsherm



21.05.2020 15:16 | merwano

790. Min rojek berê mijara “çelê” vekir Lê îro digerim tirşik ji min Re dibêje mijarek wisa nehatiye vekirin. Sedem çiye gelo?



23.05.2020 01:11 | kajav

791. çelê/123860
Kerem ke bira, di rojekî da bigere dertê



23.05.2020 01:13 | bûtîmar

792. Spas kena hozan serhad *



23.05.2020 01:20 | kajav

793. tika dikim @kajav *



23.05.2020 01:21 | bûtîmar

794. @simurg56 niha peyamên min tên jêbirin balam ez nizanim bo çi? Peyama min î nazê nêrgiza hewşê ne dûrî formatê bû Ka ev çewa kar e tirşik!!, ê babo werin ji dêvla me peyaman binivîsînin çi hewcedarî bi me heye. Min jî newestînin xwe jî newestînin



24.05.2020 04:49 | qijilyo

795. @qijilyo merheba.
peyama te li vir e: nazê nêrgiza hewşê/123946 kesî jê nebiriye. ji ber ku di ser re 24 saet derbas bûne, ji lîsteyê ketîye. eger tu li bişkojka hemûyan bixwîne bitikînî, tê bibînî.
ma te peyamek din nivîsandibû? di dangehê de tu peyama te ya jêbirî tune.



24.05.2020 09:50 | simurg56

796. peyamê kesî jê naye birin ev tiştek automatîk e di tirşikê de .
yanî her derbê tê rojna kirin.
gava te pêl "hemûyan bixwîne" kir
tê peyama xwe bibîni .



24.05.2020 10:10 | shwinsherm

797. @simurg56 Slav min hay ji wê bişkokê Heye, balam min xwest ez linka di peyamê de biguherînim min kir nekir çênebû her lînka berê datanî, û kesek bi taybetî peyam rê kireye. Dibêje lînka ku li ser peyamê ne rast e Ka sersart bike hwd û min dîs ceriband peyam xuya nekir. Piştî xuya nekir ketim gumanan çimkî moderatorek carekê jî navê mijara min guherandibû, min jî got çima peyam neye jêbirin



24.05.2020 13:14 | qijilyo

798. ekşi sözlük kesên ku Navdar in carcaran gazî wan dike, nivîskar pirs dikin û mêvan jî binê pirsa nivîskarê re cewabê xwe dinivîsîne

Merheba ez im Ciwan haco, hêviya pirsa we me

Tirşik.net jî bi vî awayî dikare nivîskarên edebiyatê, xweyî weşanxaneyan, stranbêjan, fenomenên medyayê civakî hwd. dawet Bike. Ev tişt dikare populer û çalakbûna tirşikê re rêyekî veke. Di heftê yan jî mehê de carekî em dikarin çêkin. Heta beşekî wekî fîlm, pirtûk bi navê "hevpeyvîn" meriv dikare çêke.

Mînaka ekşi sözlükê: Here lînkê

Hûn çi dibêjin?



26.05.2020 21:25 | mîr

799. Pêkan be eger Bi ya min fikreke gelekî baş e. Wê tirşikê bi vî awayî rengîntir û çalaktir be.



26.05.2020 21:36 | xeyda

800. erê fikrek başe lê ma ka em çend nivîskar in ?
bi pirranî 15 kes çalak dinivîse
bê ji bo xatrê ew kesê ku wê were bila bibe 25 kes.

mesela bila ciwan heco were
ma ew 25 tirşikvan şopînerê ciwan heco ye ?
-na

şopîner be jî pirsê herkesî tunne ye .
(em kurdê bakûr ne wek başûrîyan in , em pirr nakolînin heyata navdara .)

ji bo vê pirsgirêkê ,
divê çend kes pirsîyar bête bijartin .
û hem ji me û hem ew bi xwe dehan zêdetir pirsa bifikir e .
û pêşî kesên gran û kemlan were nabe .
divê systema me hepkî rûnê .
jixwe em kanin bi fenomenê insta wan destpê bikin .
mîna deno û hwd.

erê ew ê bi vî awayî tirşik geş bibe
û di siyasetê de rexneyên tirşikvana ew ê hêja û metirsîdar xuya bi .
jixwe ez ekşîyê li ser rojeva tirkî bi bandor dibînim .



26.05.2020 21:49 | shwinsherm

801. divê beriya ku ev yek bê kirin çend roj ewil de li twitter , facebook , instagram de her kes vî parvebike.(bi wêne û logoyan)
Dema saeta pirskirinê jî hat divê , em dîsa hewl bidin ku bibêjin ew kes li vir e û her kes dikare bibe endam bo pirs şandinê.Bi ya min jî pêkan e.Jixwe kurdên me yên nav mirov naşkînin û beşdar dibin.
Bi vî awayê mirov dikare twitter/instagram/youtube/facebook a wî/ê kesê/a jî binvîsa da ku gel bibe endam/şopînerên wan.
Lê beriya vî yekê divê pê re têkiliya vî yekê bê danîn.Dema ku bibe , ez wek tirşikvanek dil û can dikarim bibim alîkar.



26.05.2020 23:43 ~23:43 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [1]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikxwarûcehimî
» forûma kurdî ya deepweb'ê

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî